Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Hevberdevkên Partiya Çepên Kesk: Em li benda piştgiriya we ne

Hevberdevkên Partiya Çepên Kesk bi wesileya hilbijartinên wê di 14’ê gulanê de pêk we re bang li hilbijêrên li derveyî welat kirin ku ji bo 'guhetina bi hev re' hîn bi xurtî tevlî pêvajoya hilbijartinê bibin.

Hevberdevkên Partiya Çepên Kesk Çîgdem Kiliçgun Ûçar û Îbrahîm Akin ji ANF’ê re axivîn û bang li hilbijêrên li derveyî welat kirin.

Hevberdevkan bal kişandin ser girîngiya hilbijartinên 14’ê Gulanê û bang li hilbijêrên li derveyî welat kirin ku ji bo destpêkirina pêvajoyeke nû hîn bi berpirsyarî rabin û bi xurtî tevlî vê pêvajoyê bibin.

Hevberdevk Çîgdem Kiliçgun:

“Em bi hev re pêvajoyeke krîtîk û dîrokî pêşwazî dikin. Ev hilbijartin nirxandina sed salên derbasbûyî ye. Her wiha hilbijartineke welê ye ku sedsala nû, paşeroja nêz wê diyar bike.

Weke Partiya Çepên Kesk em li gel Tifaqa Ked û Azadiyê û Tifaqa Demokrasî û Azadiyê ya Kurd li qadê ji her kesî xurtir in û ji vê piştrast bin.

Dema ku mirov encamên hilbijartinên 14’ê Gulanê binirxînin wê were dîtin ku bi qasî hilbijêrên li vê derê, berpirsyarî û tevlîbûna hilbijêrên li Ewropayê jî gelekî krîtîk û diyarker e. Ji ber tundiya aborî, hiqûqî, siyasî ya desthilatdariya heyî mirovên me yên Kurdistanî û Tirkiyeyî neçar man ku koç bikin. Vê rewşê bandora hilbijêrên li Ewropayê mezintir kiriye. Ber bi hilbijartinê ve em bang li gelên xwe, hevalên xwe yên li Ewropayê dikin ku tevlî vê pêvajoya hilbijartinê bibin, dengê xwe bidin, derdora xwe tevlî hilbijartinê bikin.

Ev hilbijartin ne tenê ji bo guhertina desthilatdariyê ye, ne tenê serkeftina partiyekê ye; pêwendiya van hilbijartinan bi me, têkşoîna me, jinên ku baweriya xwe bi têkoşîna demokratîk anîne, bi kurdan, elewiyan, hemû gel, bawerî, kedkar û ciwanên li Tirkiyeyê heye. Pêwendiya xwe bi bidestxistina paşerojeke demokratîk, wekhev û azad heye. Lewma heta ji me tê em hewl didin li her derê têbikoşin, bi ser bikevin. Di rewşeke welê de ku rejîma yek şexsî ewqasî li paş ketiye, em bang li gelên xwe yên li Ewropayê dikin ku bibin parçeyek ji vê pêvajoyê. Dirûşma me bi vî rengî ye ‘Em li vir in, bi hev re em ê biguherînin’, dibe ku ji aliyê fîzîkî ve em dûrî hev bin, lê belê em bi hev re ne, hûn li wir em li vir, em bi hev re ne û em ê bi hev re biguherînin.”

Hevberdevkê Partiya Çepên Kesk Îbrahîm Akin:

“Em spasiya hemû hevalan din ên li derveyî welat kedê didin. Tirkiye di hilbijartineke dîrokî de ye. Di 14’ê Gulanê de em ê deriyê cehenemê bigirin û pêvajoyeke nû bidin destpêkirin. Em kêfxweş in, bi biryar in, em ê bi hev re biguherînin. Karên li Tirkiyeyê têne kirin gelekî baş û bi moral e. Careke din we hemûyan silav dikim û hûn zanin ku dengên me yên li derveyî welat ji bo encamên ku em li Tirkiyeyê bi dest bixin gelekî girîng e. Em li benda piştgiriya we ne û serkeftinê dixwazim.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar