Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Cuma - 5 Temmuz 2024

Hevdîtina Bafel Talebanî, HSD û PYD’ê

Serokê Yekitiya Niştiman a Kurdistanê (YNK) Bafil Celal Talebanî duh serdana rojavayê Kurdistanê kir. Bafil Talebanî despêkê bi fermandarê Giştî yê HSD’ê Mezlûm Ebdî re civiya. Di civînê de Fermandarê Giştî yê Hêzên hevpeymaniya Navdewletî ya Dijî DAIŞ’ê General Matthew McFarlane jî amade bû.

Fermandarê giştî yê HSD’ê Mezlûm Ebdî têkildarî hevdîtina li gel serokê YNK’ê Bafil Talebanî peyamek li ser hesabê xwe yê Twitterê parve kir û wiha got: “Keyfxweşbûm bi pêşwazîkirina serokê YNK’ê Bafil Talebanî û General Matthew McFarlane ji bo giftûgokirin û pêşxistina hewildanên me yên li dijî terorê û parastina aramiya herêmê. Em keyfxweşîn bi vê hemahengiyê kar dikîn, berfirehkirina wê. Ji bo piştgiriya we spas dikim.”

Ofîsa Ragihandinê ya serokê YNK’ê Bafil Talebanî derbarê civîna bi hevserokên PYD’ê Asya Abdulla û Salih Muslim re daxuyaniyek belav kir û wiha got: “Di civînê de pirsa kurd û guhertinên siyasî hatin guftugokirin. Behsa girîngiya yekitiya kurd ya li her çar parçeyên Kurdistanê û projeya nîştimanî ya YNK’ê ya rêxistinkirina nav mala kurdan ya ji bo bidestxistina hemû armancên neteweyî û Kurdistanê hat kirin.”

Di dewama daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Di civînê de behsa dewama diyaloga nîştimanî û avaker ya ji bo çareserkirina pirsa kurd ya li Rojava bi awayek aştiyane hat kirin. Herwiha bijardeya leşkerî û şer ya ji bo çareserkirina pirsgirêkan hat redkirin. Daxwaza piştgiriya ji bo doza kurd û dîtina rêya siyasî ya ji bo derbaskirina pirsgirêkan hat kirin.”

Li gorî daxuyaniyê di civînê de hevserokatiya PYD’ê jî ragihand ku: “Serdana serokê YNK’ê ya ji bo Rojava, xwedî aliyek dîrokî û neteweyî ye. Ev yek ji bo yekitiya gelê kurd û hewldanên bi destxistina mafên me bangek vekirî ye. Ev jî heman siyaset û rêbaza Mam Celal tîne bîra me û em bi hemû awayî piştgiriyê didin.”

Li gorî daxuyaniyê serokê YNK’ê Bafil Talebanî di civînê de gotiye; “YNK piştgiriya hemû xebata sivîl û aştî ya ji bo parastin û bidestxistina mafên gelê kurd dike. Em ê siyaseta xwe ya Kurdistana xwe bidomînin û armanca me yekitiya nav mala kurdan e. Ji bo vê pêwîste em hemû alîkar û hemaheng bin, ji bo pirsa kurd kar bikin. Ji ber ku heta pirsa kurd neyê çareserkirin, aştî û aramî li Rojhilatê Navîn pêknayê.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar