Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...
Pazartesi - 8 Temmuz 2024

Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Hevdîtina Barzanî-Erdogan: Amadekariya êrişeke topyekûn tê kirin

Cîgira Hevserokatiya Giştî ya Tevgera Azadiyê Tara Huseyîn, hevdîtina Nêçîrvan Barzanî û Tayyîp Erdoganê AKP'î nirxand û wiha got: "Bi van hevdîtinên dawîn re amadekariyên êrişeke topyekûn tên kirin."

Serokkomarê AKP’î Recep Tayyîp Erdogan û Serokê Herêma Kurdistana Federe Nêçirvan Barzanî di 12’ê Adarê de li Antalyayê hevdîtinek çêkirin. Barzanî ku di çaçroveya Forûma Dîplomasiyê ya Antalyayê de hat Antalyayê ewilî hevdîtin bi Wezîrê Karên Derve Mevlut Çavûşoglû re kir û piştre hevdîtin bi Erdogan re kir. Di hevdîtinê de tişta balkêş Wezîrê Parastinê Hûlûsî Akar, Serokê MÎT’ê Hakan Fîdan, Berdevkê Serokkomartiyê Îbrahîm Kalin, Cîgirê Serokkomar Fûat OKtay û Serokê Ragihandinê ya Serokkomartiyê Fahrettîn Altûn jî hebûn.

Cîgira Hevserokatiya Giştî ya Tevgera Azadiyê Tara Huseyîn, ji Ajansa Mezopotamyayê re hevdîtina Nêçîrvan Barzanî û Tayyîp Erdogan ê AKP’î nirxand.

Huseyîn diyar kir ku Tirkiye gava bixwaze êrişê bibe ser kurdan dixwaze unsûreke kurd jî li cem wê be û wiha got: “Hem êrişên li başûrê Kurdistanê hem yên li ser Şengal û Rojava bi tevkariya PDK’ê hatin kirin. PDK, bi hêzên wekî Roj daxilî nava plansaziyên Tirkiyeyê bû.” Tara Huseyîn, bilêv kir ku Tirkiye berê jî bi dehan caran êriş kirine lê ev êriş bi berxwedana gelê kurd hatine pûçkirin û ev tişt anî ziman: “Tirkiye vê carê dixwaze bigihê armanca xwe. Ji bo vê jî dixwaze bi awayekî dorfireh êrişê bibe ser Qadên Parastina Medyayê, Şengal û Rojava. Dixwaze kurdên îxanetkar û çeteyan bi destê PDK’ê dîzayn bike û wan jî daxilî nav van êrişan bike. Baş dizanin bêyî piştgiriya kurdên îxanetkar dê nikaribin bi ser bikevin. Ji bo vê jî wan li dor PDK’ê berhev dike.”

Rola Nêçîrvan

Di berdewamiya nirxandina xwe de Huseyîn wiha got: “Nêçîrvan Barzanî ne vîna gelê me ye. Di hevdîtinên hatin kirin de Erdogan wekî waliyekî xwe li Nêçîrvan Barzanî mêze dikir û li gor wê hereket dikir. Di hevdîtina dawî de alaya Kurdistanê jî tune bû. Alaya tirk a li pişt Nêçîrvan û li piştî Erdogan vê yekê nîşan dide. Erdogan dixwaze bibêje, ‘ez rêvebirê we hemûya me.’ Erdogan, başûrê Kurdistanê wekî parêzgehek xwe dibîne. Destkeftiyên kurdan ên bi bedêlên giran bi polîtîkayên PDK’ê re ber bi xetereyê ve diçin.”

 Amadekarıya dagirkeriyê

Tara Huseyîn bibîr xist ku berê jî di nava Tirkiye û PDK’ê de tifaqek hebûye û ev nirxandin kir: “Şengalê wekî talûkeyekê dibînin. Rêvebiriya Demokratîk a alternatîf a li Şengalê ne li gor hesabê wan e. Her wiha Kampa Mexmûrê jî wisa ye. Tirkiyeyê gelek caran êriş birin ser Şengal û Mexmûr, lê ev êriş bi vîna gel hatin şikandin. Di van hevdîtinên dawî de jî ji bo van herêman bi temamî tune bikin amadekariyên êrişan tên kirin. Mijareke din a vê hevdîtinê jî xaza xwezayî ya li Başûr e. Tirkiye dixwaze xaza Başûr têxe bin kontrola xwe. Tirkiye dixwaze bi her awayî Başûr dagir bike. Lê kurdên îxanetkar naxwazin vê yekê bibînin û piştgiriya Tirkiyeyê dikin. Siyaseta Erdogan fêm nakin an jî tenê ji bo berjewendiyên xwe pêwendiyê datînin. Ger rojekê Tirkiye Başûr dagir bike, ewilî dê rêvebirên PDK’ê ji holê rabike. Divê ev bê zanîn.”

Huseyîn, bilêv kir ku hikûmeta navendî ya Iraqê û Îran jî ji ber van polîtîkayên PDK’ê yên bi Tirkiyeyê re nerihet dibin û wiha got: “Çend roj berê Îranê bi moşekan  êriş bir ser Hewlêrê. Polîtîkayên PDK’ê dijî berjewendiyên Iraq û Îranê ne. Îran naxwaze li xaka Başûr li dijî wê kar û barên sîxurtiyê û plansaziyên cuda bên kirin. Lewma êriş bir ser Hewlêrê. Ev yek jî nîşan dide ku siyaseta PDK’ê ne ji bo berjewendiyên gelê Başûr, ji bo berjwendiyên çend malbatan e.”

Tara Huseyîn, destnîşan kir ku ji bo li Herêma Kurdistana Federe aştî û aramî çêbibe divê bi hikûmeta navendî ya Iraqê re dîplomasî bê kirin û ji bo berjwendiyên gelê Iraqê û gelê Herêma Kurdistana Federe divê pergala konfederalîzma demokratîk bê avakirin.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar