Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Hevdîtina di navbera wezîrên Şam, Rûsya û Tirkiyê de piştî nîqaşa bi washingtonê re diyar dibe

Têkildarî rewşa Sûriyeyê, rojnameya Şerq El Ewsat wiha nivisî: “Di demekê de ku li Enqereyê behsa vegerandina serweriya Tirkiyeyê li ser Helebê wekî çareseriya herî guncav ya pirsgirêka penaberên sûriyeyî tê kirin, axaftina li ser civîna wezîrên karên derve yên Tirkiyê, Sûriye û Rûsyayê zêde dibe. Li aliyekî din jî Îran ket rêgeha nêzîkbûna Enqere-Şamê.

Çavkaniyên nêzî hikumetên Enqere û Şamê got heta niha dema hevdîtina wezîrên karên derve nehatiye diyarkirin. Li gorî çavkaniyên ji Tirkiyeyê, beriya vegera wezîrê karên derve Mevlut Çavuşoglu ji Washingtonê lidarxistina civînê ne pêkan e. Çavuşoglu ji bo tev li civîna Meclisa Stratejîk a Têkiliyên Tirkiyê û DYA`yê de ku tê payîn di 17`ê Çileyê de bê lidarxistin bibe, çûye Washingtonê.

Çavkaniyan destnîşan kir ku Rûsyayê pêşniyar kiriye ku civîn di hefteya duyemîn a çileyê de bê lidarxistin, lê belê wezîrê karên derve yê Tirkiyeyê di wê dîrokê de dê li DYA`yê be.

Heman çavkaniyan bi bîr xist ku hevdîtin û dan û standinên di navbera Tirkiyê û rejîma Sûriyê dê di rojeva civînên Meclisa Stratejîk de be. Lê Washingtonê ragihand ku ew li dijî nêzîkbûna bi rejîma Sûriyê re ye û bang li aliyên ku dixwazin ev normalîzekirin pêk were, kir ku binpêkirinên mafên mirovan ên bi destê rejîmê pêk hatine, ji bîr nekin.

Di heman demê de dezgehên çapemeniyê yên nêzî rejîma Sûriyeyê ku agahiyên xwe spartin çavkaniyên agahdar, got heta niha tu dem ji bo lidarxistina civînê di navbera wezîrên karên derve de nehatiye diyarkirin. Her wiha destnîşan kirin ku lidarxistina civînê girêdayî xebatên ‘komîteyên têkildar’ e ku piştî hevdîtina wezîrên parastinê li Moskovê hat avakirin û karê wê şopandina pêkanîna encamên hevdîtinê ye.

Hemwextî wê, berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê Nasir Kenanî duh got piştî vexwendina Sûriye û Berdevkê Serokkomariya Tirkiyeyê Îbrahîm Kalin roja sêşemê got: “serokkomarê Îranê dê di çend hefteyên pêş de serdana Enqereyê bike.”

Di vê navberê de, têkildarî mijara nêzîkbûna bi rejîma Esed re, nîşaneyên parçebûna hundirîn li Tirkiyeyê derketin pêş, ev yek di dezgehên çapemeniyê yên nêzî hikumetê de û yên nêzî opozîsyonê de diyar bû.

Opozîsyon dibêje ku ji bo hin sedemên girêdayî ewlehiya Tirkiyeyê û çareserkirina pirsgirêka penaberên sûriyeyî, wan berê mijara normalîzekirina bi rejîma Esed re pêşniyar kiriye û eger ne ji zextê wê bûya, hikumeta Erdogan di vê mijarê de gav nediavêtin. Di heman demê de dibêje ku Erdogan vê mijarê ji bo xurtkirina şansê xwe û partiya xwe di hilbjiartinên serokatiyê û parlamantoyê yên hezîranê de, bi kar tîne.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar