Rêveberiya Girtîgeha Tîpa T û Girtîgeha Hewlekariya Bilind ên Wanê, hevdîtina parêzeran ên bi çalakgerên di greva birçîbûnê dene re, sînordar kirin
Hat diyar kirin ku Rêveberiya Girtîgeha Tîpa T û Girtîgeha Hewlekariya Bilind ên Wanê, hevdîtinên parêzeran ên bi çalakgerên di greva birçîbûnê den re sînordar kirin.
Di çarçoveya biryara rêveberiya girtîgehê girt de, girtî û hikumxar dê di nava hefteyekê de tenê saetekê hevdîtinê bi parêzerên xwe re bikin. Ligel vê jî gardiyenek dê bikeve odeya hevdîtinê, qeydên deng û vîdeo bigire.
Hat diyar kirin ku hin girtiyan bertek nîşanî vê biryarê dane û ji ber vê biryara rêveberiya girtîgehê derneketine hevdîtina parêzeran. WAN