Ji Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ê li Girtîgeha Tîpa F a Ewlehiya Bilind a Îmraliyê di nava şert û mercên tecrîda giran de tê ragirtin, ji 25’ê adara 2021’an û vir ve tu agahî jê nayê girtin. Daxwazên malbat û parêzeran ên hevdîtinê jî bi hincetên “cezayên dîsîplînê” nayên bersivandin. Bi daxwaza bi dawîkirina tecrîda mutleq a li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û pêkanîna azadiya wî ya fîzîkî li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê 2 milyon û 646 hezar û 211 îmze hatin komkirin. Îmzeyên ku radestî Komîteya Pêşîlêgirtina Îşkenceyê ya Ewropa (CPT) a li bajarê Strasboûrg ê Fransa û Ofîsa Komîseriya Bilind a Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî (NY) ya li bajarê Cenevre yê Swîsreyê hatin kirin, di navbera 22’yê çile û 13’ê adara 2023’yan de bi pêşengtiya Înîsiyatîfa ji Abdullah Ocalan re Azadî li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatin komkirin.
Hevberdevkê Înîsiyatifa ji Abdullah Ocalan re Azadî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Îdrîs Saîd da zanîn ku di serî de li bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, li bajarên weke Heleb û Şamê derî bi derî geriyan û îmze hatine komkirin û têkildarî kampanyaya îmzeyê, hevdîtinên bi CPT û NY OHCHR’ê ku îmze radestî wan kirin re hatin kirin û tecrîda girankirî ya li ser Ocalan didome ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) axivî.
Saîd, diyar kir ku li Îmraliyê tu qanûnên hiqûqê nayên bicihanîn û wiha got: “Qanûnên li Tirkiyeyê jî li Îmraliyê nînin. Sedema nebicihanîna qanûnan bi pirsgirêka kurd re têkildar e. Serok Apo ji bo azadiya kurdan barekî giran hilgirt ser milê xwe. Bi rêya tecrîdê dixwazin felsefeya Serok Apo ji gel dûr bixin. Dixwazin têkoşîna azadiyê ya kurdan a li Îmraliyê biqedînin . Dixwazin Serok û gel ji hev veqetînin.”
‘Serok Apo li ber xwe dide’
Saîd, destnîşan kir ku tiştên li Îmraliyê diqewimin li dijî Danezana Gerdûnî ya Mafên Mirovan a NY’yê û Rêziknameya Nelson Mandela ye û wiha got: “Serok Apo ji hemû mafên xwe bêpar hatiye hiştin. Li Îmraliyê lêgerîna şikandina vînê heye. Lê belê li dijî vê berxwedaneke bi heybet heye. Serok Apo li ber xwe dide. Ne tenê li ser navê xwe, li ser navê bi milyonan kurdan jî li ber xwe dide. Li hemberî yek hişmendiyê barekî pîroz hilgirtiye ser milê xwe. Li Îmraliyê şerekî mezin heye. Serok Apo vî şerî ji bo tevahiya gelên Rojhilata Navîn dimeşîne.”
‘Hemû nêrînên cuda bûn yek’
Saîd, behsa avakirina Înîsiyatîfa ji Abdullah Ocalan re Azadî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir û axaftina xwe wiha domand: “Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hin konferans hatin lidarxistin û Însiyatîfa Ji Abdullah Ocalan re Azadî li Bakur û Rojhilatê Sûriyê hat avakirin. Hemû kêmnetew di înîsiyatîfê de cih digirin. Di nava însiyatîfê de komîte hatin avakirin û ev komîte derî bi derî geriyan. Nêzî du mehan 2 milyon û 646 hezar û 211 îmze hatin komkirin. Kesî negot ku îmzeyê naavêje. Her kesên ku gihiştinê bê teredût îmze kirin. Her çend ji nêrîneke cuda ya nava gel be jî ji bo Serok Apo îmze kirin, xwest tecrîd bi dawî bibe û azadiya fîzîkî pêk were. Ji bo Serok Apo hemû nêrînên cuda bûn yek.”
CPT’î dê civîn pêk bîne
Saîd, diyar kir ku hevdîtinên bi CPT û OHCHR a NY re erênî derbas bûne û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Me weke şandeyê di 8’ê tebaxê de bi rayedarên CPT’yê re hevdîtin kir. Me îmzeyên di çarçoveya kampanyayê de hatin komkirin û nameyek ku rewşa Serok Apo vedibêje radestî rayedaran kir. Em bi wan re li ser tecrîda Îmraliyê axivîn. Me ji rayedaran re got, ‘tenê hevdîtin û pêşniyarên we têrê nake’. Yek ji rayedarên CPT’yê ku tev li hevdîtinê bûyî, yek ji wan kesan bû ku berê çûbû Îmraliyê û bi Serok Apo re hevdîtin kiribû. Me got bi Serok re hevdîtin kiriye û nameyên ji Îmraliyê tên her tim li ser aştî û çareseriyê ne. Tiştên me gotin pejirandin. Me ragihand ku kurd êdî tehamula wê nakin. Rayedarên CPT’yê diyar kirin ku ew jî xemgîn in û ew ê di navbera xwe de li ser mijarê civînekê pêk bînin.”
‘Herdîtin erênî derbas bûn’
Saîd, diyar kir ku wan îmze û name di 9’ê tebaxê de radestî rayedarên ONCHR NY’yê kirine û wiha têkildarî hevdîtinê wiha got: “Me Danezana Gerdûnî ya Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî, Peymanên Cenevreyê û Rêziknameya Nelson Mandela anî bîra wan. Me destnîşan kir ku ew bi xwe jî aliyên peymana ne, îmze kirine lê li Îmraliyê pêk naînin. Me xwest şandeyekê bişînin Îmraliyê. Her du saziyan jî anîn ziman ku kurd di têkoşîna xwe de mafdar in. Her du hevdîtin jî erênî derbas bûn. Her tiştê ku diviya bû bibêjin me gotin. Me hest û fikrên 2 milyon û 646 hezar û 211 kesên îmze avêtin ji wan re ragihandin.” Saîd da xuyakirin ku ji bilî tecrîdê wan binpêkirinên mafên mirovan ên dewleta tirk ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî ji rayedarên CPT û OHCHR’ê re ragihandine û wiha pê de çû: “Me vegot ku dewleta tirk zilmeke çawa dike. Hevseroka Înîsiyatîfa Hiqûqnasên Sûriyeyê Xanim Ayo ku di nava heyetê de cih digirt ji Sêrekaniyê ya dagirkirî ye şahidiyên xwe vegot. Tiştên me gotin bal kişandin û gotin dê eleqedar bibin.”
Bertek hatin nîşandan
Saîd, bal kişand ku hêzên navnetewî ji bo berjewendiyên xwe ji êrîş û tecrîdê re çavên xwe digirin û wiha pê de çû: “Di qanûnên NY û welatên endamên Yekîtiya Ewropayê de qala mafên mirovan tê kirin, lê tenê di gotinan de dimînin. Ji bo berjewendiyên xwe hem ji êrîşên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hem jî ji tecrîdê re çav û guhên xwe digirin. Qetilkirina mirovên li dijî DAIŞ’ê şer dikin, wan aciz nake. Wê rojek were û dîrok dê wan darizîne. Weke kurdan me zilm li kesî nedikir. Me cîhan ji belaya DAIŞ’ê rizgar kir. Bi vî rengî dewam nake. Em ê li her qadê têkoşînê bidomînin. Azadiya Serok Apo azadiya mirovahiyê ye. Ji bo vê divê hemû gel rabin ser piyan.”
Saîd ê got ku “Weke înîsiyatîf heta ku azadiya fîzîkî ya Serok Apo pêk were em ê têkoşîna xwe bidomînin” axaftina xwe bi van gotinan bi dawî kir: “Ji bo belavkirina bîrdoziya Serok Apo em ê her tim di nava xebatan de cih bigirin. Em ê li her qadê di nava têkoşînekê de bin. Em ne bi tenê ne. Em bi milyonan in ku ji Serok Apo re hez dikin. Em ê bi hev re zincîrên zilmê bikşînin.”