Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Hevdîtina Trump û Erdogan

Hikûmeta tirk piştî êrîşa li dijî Rojava û bakurê Sûriyeyê û di nava raya giştî ya navneteweyî de zêdebûna nerazîbûnên li dijî van êrîşan hewl dide ku bi gefên li dijî Ewropayê wan welatan bê deng bike.

Gelek caran rayedarên hikûmeta tirk ji bo bêdengkirina saziyên navneteweyî û welatên Ewropayê bi vekirina deriyê xwe li pêşberî penaberan gefan li wan dixwe.

Niha jî dibêje em ê çeteyên DAIŞ’ê ên li girtîgehên Tirkiyeyê bişînin welatên wan. Ev jî wekî gefeke din e li hemberî welatên ewropayê lê armanca sereke ne tenê gefên li dijî Ewropayê ye ya rast tiştê ku niha dike xwe parastine.

Piştî kuştina serçeteyên DAIŞ’ê Ebû Beki El Bexdadî li ser sînorê Tirkiyeyê û li herêmeke di bin kontrola wê de pirsa têkilya di navbera hikûmeta tirk û DAIŞ’ê de di nava raya giştî ya cîhanê de cihekî berfireh girt.

Hikûmeta tirk di nava wê panîkê de di cih de dest bi hin operasyonan kir da ku berevajî bersivê bide vê pirsê. Hikûmeta tirk piştî çend rojan ji kuştina Bexdadî û alîkarê wî da xuyakirin ku wan xuşka Bexdadî û zavayê wî girtiye. Piştî vê daxuyaniyê jî got ku ew dê hemû çeteyên DAIŞ’ê yên li ba xwe bişînin welatên ku jê hatine.

Hikûmeta tirk bi vê yekê hem dixwaze li ser têkiliya xwe û DAIŞ’ê bigire hem jî dixwaze bêje ku vaye ez jî şerê DAIŞ’ê dikim. Ji aliyekî din ve bi gefa şandina çeteyên ji Ewroapyê hatine dixwaze ji welatê ewropayê re bêje divê hûn di dagirkirina Rojava de alîkariya projeya min bikin.

Ji aliyekî din ve Erdogan dixwaze beriya serdana xwe ya Amerîkayê û hevdîtina bi serokê wê Donald Trump re van kartên xwe yên nû bi xwe re bibe. Nexasim di vê dema ku Kongreya amerîkî hin dosyayên girîng ên sûcên şer ku hatine kirin û dosyayên ambargo û kirinên li dijî Tirkiyeyê amade dike.

Bi van kartên xwe yên nû ango girtina xuşka Bexdadî û gefa li dijî Ewropayê ku xwedî li çeteyên ji welatên wan hatine derkevin, dê atmosfereke xweş bide hevdîtinê. Ji ber Trump di hemû daxuyaniyên xwe de ji tirkan dixwest ku li dijî DAIŞ’ê şer bikin û ji Ewropayê re jî digot werin van çeteyên xwe bibin.

Êdî li şûna ku di wê hevdîtinê de behsa sûcên şer û binpêkirinên mafê mirovan û bikaranîna çekên qedexekirî ên di êrîşa li ser Bakur Rojavayê Sûriyeyê de werin nîqaşkirin dê li şûna wan Trump dest bi pesindayîna Trikiye bike û bêje hevalbendê me karên gelekî baş di tekoşîna li dijî DAIŞ’ê de kiriye. An jî bi kêmanî dê di hevdîtinê de bêtir ew xal derkevin pêş.  Ji xwe armanca qaşo (girtina) xuşka Bexdadî û hevjînê wê jî ev e. Piştî hevdîtinê jî dê kesek matmayî nemîne ku li şûna hesab xwestina ji ber sûcên şer, kuştina mirovan û hewldanên guhertina demografîk, her wiha li şûna ku pirse çima serokçete Bexdadî di hembêza te de bû,  dê piştî hevdîtinê serokdewletê Amerîkayê Trump derkeve pêşberî çapemeniyê û bêje Tirkiye hevkarê me yê NATO’yê ye û roleke girîng di şerê li dijî DAIŞ’ê de dilîze.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar