Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Cuma - 20 Eylül 2024

Hevdîtinên ‘Dema azadiyê’ didomin: Yekane muxatap Ocalan e

Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk ê bi nûnerên rêxistinên civaka sİvîl ên Colemêrgê re civiya wiha got: “Heya ku pirsgirêka kurd çareser nebe, wê pirsgirêkên heyî çareser nebin. Di warê çareserkirina pirsgirêka kurd de yekane muxatap Ocalan e.”

Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Berdan Ozturk û Hevseroka Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Salîha Aydenîz, di çarçoveya kampanyaya ‘Dema azadiyê ye’ de, li Colemêrgê bi hêzên ked û demokrasiyê re civiyan. Bernameyê hevdîtinê li avahiya Platforma KESK’ê hat lidarxistin. Endam û rêveberên Baroya Colemêrgê, Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD), Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), Platforma KESK’ê ya Colemêrgê û gelek kes beşdarî civînê bûn.

Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk li vir axivî û diyar kir ku desthilatdariya tifaqa AKP û MHP’ê ji bo ku serweriya xwe dewam bikin, sûcên giran dikin.

Ozturk bal kişand ser têkoşîna li dijî desthilatdariya faşîst û wiha got: “Li dijî desthilatdariya faşîst divê em xwe bi hêztir bikin û gavan bi hev re biavêji. Ger em bi hev re gav biavêjin, em ê zûtir bigihêjin armanca xwe.”

Çareserkirina pirsa kurd

Ozturk dest nîşan kir ku heya pirsa kurd çareser nebe, tu tişt çareser nabin û ev bang kir: “Me pirsa kurd li her derê anî ziman. Tekane muxatabê vê birêz Ocalan e. Birêz Ocalan berê jî her tişt bi fedekariyek mezin kir. Ji bo ku xwîn bê rawestandin, Tirkiye demokratîk bibe, divê hemû sazî û dezgeh rolê xwe bi cih bînin. Ger pirsa kurd çareser bibe, dê pirsgirêka demokrasî û hiqûqê jî çareser bibin.”

Hewldanên Ocalan a çareseriyê

Hevseroka DBP’ê Salîha Aydenîz jî diyar kir ku birêz Ocalan dixwaze pirsgirêk bi rêyên demokratîk bên çareserkirin û ev tişt anî ziman: “Dewlet û desthilatdariyê, ji bo ku pirsa kurd çareser nebe, polîtîkayên şer li dijî kurdan birêve bir. Desthilatdariya AKP û MHP’ê dixwaze bi înkarkirina pirsa kurd, pergala xwe ya dîktatoriyê ava bike. Desthilatdariyê di salên 90’î de gelek komkujî pêk anîn. Îro dixwazin vê komkujiya li ser kurdan zêde bikin. Li çar aliyên Kurdistanê şer dewam dike. Li Tirkiyeyê , potîkayên dijminantiya kurdan û êrîşên nijadperest dewam dikin. Divê me li dijî vê bibin yek û peywira xwe bi cih bînin.”

Civîn dûre ji çapemeniyê re girtî dewam kir. COLEMÊRG

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar