Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan piştî 8 salan, bi berxwedana grevên birçîbûnê bi parêzerên xwe re hevdîtin kir. Di vê çarçoveyê de Ocalan di sala 2019’an de 5 caran bi parêzeran xwe re û 2 caran jî bi malbatê re hevdîtin kir. Ocalan ji Şengalê heta Rojava, ji şerê li bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê heta gelek mijarên din nirxand. Ocalan di peyamên xwe de peyama çareseriya demokratîk û aştiya civakî dan
Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Colemêrgê Leyla Guven ji bo bidawîkirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û azadiya Ocalan, di 8’ê mijdara 2018’an de li Girtîgeha Tîpa E ya Amedê dest bi greva birçibûnê ya bêdem û bêdorveger kir. Piştre jî endamê HDP’ê Nasir Yagiz li Nûnertiya HDP’ê ya Hewlerê, 14 çalakvanan li Strasbourgê û Îmam Şîş jî li Gallerê di 16’ê kanûna 2018’an de dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger kir. Endama Koordînasyona Meclisa Îştarê Fadîle Tok li Mexmûrê û li Kelar a Germiyanê jî Herêm Mehmûd dest bi grevê birçîbûnê kir. Di 1’ê adarê de bi hezaran girtî li girtîgehên Tirkiyeyê dest bi greva birçîbûnê kirin.
Çalakiyên greva birçîbûnê
Piştî di 2’yê gulanê de parêzer çûn Îmraliyê û bi Ocalan re hevdîtin kirin, Leyla Guven di roja 200’an de, Nasir Yagiz di roja 187’emîn de, li Strasbourgê 14 çalakgeran û li Gallerê Îmam Şîş di roja 161’an de, girtiyên li girtîgehên bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê di roja 162’yan de, endama Koordînasyona Meclisa Îştarê Fadîle Tok di roja 127’an de, Herêm Mehmûd di roja 92’yan de, bi hezaran girtiyên di 1’ê adarê de dest pê kirin jî di roja 87’emîn de çalakiya xwe bi dawî kirin. Dîsa 15 girtiyên li girtîgehên cuda yên di 30’ê nîsanê de dest bi rojiya mirinê kirin û koma 2’yemîn a 15 girtiyên di 10’ê gulanê de dest pê kir, li ser banga Ocalan çalakî bi dawî kirin.
8 kesan çalakiya fedaî pêk anîn
Li bajarê Krefeld ê Almanyayê jî di 20’ê sibatê de Ugur Şakar li dijî tecrîdê agir berda bedena xwe û di 22’yê adarê de jiyana xwe ji dest da. Zulkuf Gezen (33) di 17’ê adarê de li dijî tecrîdê li Girtîgeha Tîpa F-2 a Tekîrdagê, Ayten Beçet (24) di 23’yê adarê de li Girtîgeha Gebzeyê, Zehra Saglam (23) di 24’ê adarê de li Girtîgeha Tîpa T ya Oltuyê û Medya Çinar (24) di 25’ê adarê de li Girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê dawî li jiyana xwe anîn. Yonca Akici di 29’ê adarê de li Girtîgeha Jinan a Şakranê çalakî pêk anî û di 1’ê nîsanê de jiyana xwe ji dest da. Siraç Yuksek di 2’yê nîsanê de li Girtîgeha Tîpa T-2 ya Osmaniyeyê û Mahsum Pamay jî di 5’ê nîsanê de li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Xarpêtê bi heman armancê çalakî pêk anîn û jiyana xwe ji dest dan.
Hevdîtinên destpêkê
Parêzerên Ocalan ji 27’ê tîrmeha sala 2011’an heta niha nikarîbûn hevdîtin pêk bianiya. Lê piştî çalakiyên greva birçîbûnê, di serlêdana 810’an a di 2’yê gulanê de li Girtîgeha Tîpa F ya Bi Ewlehiya Bilind a Îmraliyê hevdîtin kirin. Parêzerên Ocalan ji 27’ê tîrmeha 2011’an heta niha her dem bi hinceta ‘Muxalefeta hewayê heye’, ‘Keştî xerabe ye’, ‘Keştî di tamirê de ye’ û ‘OHAL heye’, 810 caran serlêdanê wan hatibû redkirin. Herî dawî parêzerên Ocalan di 2’yê gulanê de hevdîtin pêk anîn. Ocalan piştî çalakiya greva birçîbûnê di 2-22’yê gulanê de, 12-18’ê hezîranê de û di 7’ê tebaxê de bi muwekîlê xwe re hevdîtin kirin. Malbatan jî di 5’ê hezîran û 12’ê tebaxê de hevdîtin kirin. Parêzer ji 7’ê tebaxê heta niha her çend serlêdan kiribin jî serlêdan bêbersiv hatin hiştin. Malbat jî ji 12’ê tebaxê heta niha serlêdanên wan hatine redkirin. Herî dawî li Ocalan û sê girtiyên siyasî yên li Îmraliyê di 21’ê cotmehê de cezayekî nû yê disiplînê birîn. Parêzerên Ocalan anîn ziman ku ceza tê veşartin û naveroka wê nizanin.
Serlêdan tên redkirin
Ji parêzerên Ocalan, Newroz Uysal, Faîk Ozgur Erol, Cengîz Yureklî û Mazlum Dînç ji bo ku bi muwekîlê xwe re hevdîtin pêk bînin, dîsa serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê dan. Lê dîsa bê bersîv hate hiştin.
Ji malbata Ocalan, birayê wî Mehmet Ocalan û wasiyê wî Mazlum Dînç ji bo ku li Girtîgeha Tîpa F ya Ewlehiya Bilind a Îmraliyê hevdîtinê bi Ocalan re bikin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê dan. Lê serdozgeriya Bursayê bi lez bersiv da malbata Ocalan û daxwaza hevdîtinê red kir. Birayê Hamîlî Yildirim, Polat Yildirim, birayê Omer Hayrî Konar, Alî Konar û xwişka Veysel Aktaş, Sabîha Aslan jî bi heman armancê serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê dabûn. Serdozgerê Komarê ya Bursayê daxwaza van malbatan jî red kir. Malbatên girtiyên li Îmraliyê herî dawî di 5’ê hezîranê û di 12’yê tebaxa 2019’an de çûbûn hevdîtinê.
Dewletê bi şer bersiv da Ocalan
Abdullah Ocalan piştî bi parezeran re hevdîtin kir, dîsa ji bo çareseriya demokratîk û siyaseta demokratîk bang li hêz û rêxistinên demokratîk, rayedarên dewletê kir û xwest ku her kes berpirsiyariyê bide ser xwe û siyaseta nerm bimeşînin. Lê piştî Ocalan diyar kir ku ew ji bo çareseriyê amade ye û xwest hikûmet gavan bavêje, hikûmetê di 19’ê tebaxê de dest bi tayînkirina qeyûman kir û di 9’ê cotmehê de jî li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dest bi şerê li dijî kurdan kir û bi şer û qeyûman bersiv da Ocalan. Heta niha qeyûm tayînî 31 şaredarên HDP’ê kirin û bi dehan hevşaredar û siyasetmedar jî girtin. Dîsa piştî şerê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Serêkaniyê û Girê Sipî hat valakirin û bi sedan welatiyên sivîl hatin kuştin. Bi sedhezaran mirov jî koçber bûn.
Hevdîtinên di sala 2019’an de hatine kirin wiha ne:
Di 16’ê tebaxê de malbat çû Îmraliyê
Birayê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Mehmet Ocalan bi munasebeta Cejna Qurbanê di 12’ê tebaxê de çû Girava Îmraliyê û Ocalan ziyaret kir. Mehmet Ocalan têkildarî hevdîtinê wiha got: “Dema ez çûm Serok ji min re got; ‘Ez ne li benda we bûm.’ Ocalan li ser Bakur û Rojhilatê Sûriye ev tişt ji min re got; ‘Ev tişt bi şer nabe. Dê hem Tirkiye zirarê bibîne û hem jî gelên di nava hevde dijîn dê zirar bibînin. Ev tişt bi şer nabe. Divê aştî pêş bikeve. Ketina Tirkiyeyê ya Sûriyeyê çareserî nîne. Ya rastî ew e ku şer ji bo gelan tiştekî baş nîne. Ez 20 salan li Sûriyeyê mam. Ez gelê wir baş nas dikim. Ez eşîrên ereb ên li wir baş nas dikim. Têkiliyên min hebûn. Silavên min li eşîrên ereb û gelên li wir bike. Pirsgirêk divê bi demokrasiyê çareser bibe. Tu carî bi şer pirsgirêk çareser nabin. Ji bo çareseriya pirsgirêka kurd em rol û erka xwe pêk tînin. Operasyona Pençe tê wateya şer. Tevgera şer e. Ev mesele bi rijandina xwina mirovan çareser nabe. Em her dem ji bo aştiyê amade ne. Em ê her dem li dijî şer bin. Divê li şûna şer aştî hebe. Tirkiye bêyî Herêma Federal a Kurdistanê nikare bi ser bikeve. Bêyî Herêma Federal a Kurdistanê tevger dê pir zor be. Ev tevger dê darbeyekê li yekitiya gelê kurd bixe. Divê her kes ji bo yekitiya gelê kurd di nava liv û tevgerê de be. 60 wekîlên wan hene. Di vê hilbijartinê de şaredarî jî stendin. Min cara din jî got. Ger ku ez li derve bûma, min dê kolan paqij kiribûna. Divê wekîl 24 saetan di nava gel de bin. Partî saziya herî mezin a demokratîkbûnê ye. Divê xizmeta gel bike. Gel vîna xwe teslîmî wan kiriye. Ew jî divê xizmetkarên vî gelî bin.”
Hevdîtina parêzeran a di 7’ê tebaxê de
Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Asrinê têkildarî hevdîtina parêzerên wan ku li gel Ocalan di 7’ê tebaxê de hevdîtin pêk anî daxuyanî da raya giştî û ev agahî dan: “Me di 7’ê tebaxa 2019’an de bi muwekîlê xwe birêz Abdullah Ocalan re hevdîtin kir. Birêz Ocalan de rojeva sereke yên pêşketinên dîrokî, têkiliyên kurd-tirk, gotubêjên li ser rewşa şer û rageşiyê axivî. Têkiliyên kurd-tirk ên ji Ahlat û Malazgirtê dest pê kir heta Destûra Bingehîn a 1921’ê hate nirxandin, diyar dike ku têkildarî vê mijarê bi hestiyar hemû derdor divê li gorî wê tevger bike. Dixwaze xwe bi Kemalîst, dixwaze jî bi Osmaniyên Nû îfade bike, her du hişmendî jî divê li gorî dîrok û têkiliyên kurd-tirk rast û helwestekî erênî nîşan bide. Birêz Ocalan ji israra polîtîkayên şer û rageşiya heyî bi fikar e. Bal kişand ser windahiyên mirovî, siyasî û aborî yên çil sal in pêk tên, israra di vê polîtîkaya li herêmê de dê encamên hêj girantir bi xwe re bîne, divê her kes vê yekê bibîne. Hewldanên demokratîk ên wî di demê Ozal de heta niha ji aliyê kontra gerîlayan ve hatine sabotekirin; hêzên dijî çareseriyê îro jî ji bo heman tişt pêk bê di asteke ya şer derbixin de gihiştine potansiyelekê. Gotina Ozal a sala 1993’yan a ‘Bi şer çareserî nabe’ bibîr xist, tevî parastina rastiya vê rewşê jî îro biryardariya Ozal nîşan dide, vîna wê ku lêpirsîn dike heye.’
Birêz Ocalan bi hewldaneke pir bi heybet dema dewlet û aqilê dewletê analîz dike; li dijî dîroka derew, mijûlkirin û sext ya ku aqilê şovenîstiyê ye, li gorî têkiliyên kurd-tirk ên dîrokî û dîroka rast ji bo kurdan cih dixwazim vekim. Di vê çarçoveyê de tu pêwîstiya kurdan bi dewleteke din nîne; lê pirsa ‘Gelo ma pêwîstî bi hiqûqekê ya kurdan jî heye an na?’ kir. Her timî lêgerîn li ser jiyana azad, mirovê azad û civaka azad a çil salî dom dike kir, diyar kir ku aqilê Kurdan ava dike.
Birêz Ocalan der birî ji serdema Ozal heta roja îro lêgerîna ji bo aştî û demokrasiyê didome. Birêz Ocalan diyar dike ku tecrîda 20 salî ya li dijî wî bi şerên îro diqewimin ve girêdayî ne. Her wiha got ew tevî van hemû zoriyan jî li dijî vê yekê bîst sal in li ser xeta aştiyê li ber xwe dide û dê ji vê yekê re dibe bersiv. Bi vî awayî birêz Ocalan dibêje; ‘Ez ji kurdan re cih vedikim. Werin em pirgirêka kurd çareser bikin. Ez dibêjim ku ez ê di hefteyekê de rewşa şer û îhtîmala şer ji holê rakim. Ez ê çareser bikim. Ez bi xwe bawerim. Ez ji bo çareseriyê amade me. Ancak dewlet jî û aqilê dewletê jî divê tişta pêwîst bike.’ Di heman demê de bi wesîleya cejnê hemû gelê me yê ji bo têkoşîna aştî û demokrasiyê ked û dil daye jî silav kir û cejna gelên me pîroz kir. Ji girtîgehan re silavên xwe yên taybet şand.”
Hevdîtina di 18’ê hezîranê de
Daxuyaniya Buroya Hiquqê ya Sedsalê ku bi nivîskî parve kirin wiha ye:
“Me bi muwekilê xwe birêz Abdullah Ocalan re di 18’ê hezîrana sala 2019’an de li Îmraliyê hevdîtina parêzeran kir. Birêz Ocalan wekî hevdîtinên berê di vê hevdîtinê de jî der barê gelek mijaran de nirxandin kir. Nerînên xwe parve kirin. Ev mijar bi giştî; grevên birçîbûnê, têkiliyen kurd û tirk, dîroka kurdan, kesayetî û çanda kurdan, rewşa Sûriye û Bakurê Sûriyeyê û tiştên pêkan, derfet û rêbazên siyaseta demokratik-tifaqa demokratik, siyaseta rojane ya li Tirkiye û geşedanên pekan axivî.
Birêz Ocalan di heman demê de li ser siyaseta rojane û geşedanên pêkan nivîs nivîsiye. Xwestiye vê metnê û naveroka hevdîtinê berî her tiştî bi muxatabê wê yê sereke HDP’ê re em parve bikin û niqaş bikin. Me jî li ser daxwaza birêz Ocalan, nivîs û nirxandinên ku wî kiribûn, bi rêveber û rayedarên HDP’ê re parve kir. Me plan kir ku roja înê di 21’ê hezîrana 2019’an de bi raya giştî re parve bikin. Bi taybet em dixwazin bînin ziman ku ji xeynî vê parvekirina bi muxataban re me bi tu kesên din re parve nekiriye.
Hevdîtina Ozcan a bi Ocalan re
Me li gorî plana xwe hevdîtin dikir û hewl da daxuyaniyê bidin. Di vê navberê de me parvekirinên kesê bi navê Alî Kemal Ozcan di saetên êvarî de dît. Di saetên êvarî de bi parêzerê buroya me re jî hevdîtin kir û îdia kir ku hevdîtin kiriye. Em ne xwedî agahî bûn ku ji xeynî parêzeran kesekî din bişînin Îmraliyê. Ji 2’yê gulanê heta niha hemû hevdîtinên ku em bi muvekîlê xwe re dikin, ewil em bi muxataban re parve dikin û piştre em bi raya giştî re parve dikin. Em di ferqê de ne ku sekn û gotina muwekilê me hemû civakê û qada polîtîk eleqeder dike. Em hewl didin ku daxuyaniyên xwe li gorî vê berpirsiyarê bînin cih. Ji ber vê yekê ji hevdîtina di 2’yê gulanê heta niha li dijî hemû kes û komên ku der barê Îmrali û muwekilê me de dixwazin bi mere têkevin nava dan û stendinê em bi baldarî û berpirsyarî tev digerin. Xisûsên ku Ozcan têkildarî hevdîtinê anî ziman û şiklê parvekirina bi raya giştî re, gotinên anîn ziman tenê wî eleqeder dike. Beyî ku em bi muwekilê xwe re hevdîtinê bikin, em nikarin teyît bikin û bersiv bidin. Rewşa me ya em bersiv bidin tune ye.
Em peyama birêz Ocalan a di hevdîtina me ya di 18’ê hezîrana 2019’an de pêk hat û nivîsa ku nivîsandiye di pêveka daxuyaniyê em bi raya giştî re parve dikin. Her hevokeke metnên birêz Ocalan bi qasî pirtûkekê ye û bi naveroka metnê re pêşniyar û nêrînên divê bên nirxandin kir.
Wê peyamên wî yên berfirehtir ên der barê çareseriyê de hene. Wî bi xwe jî ji vê yekê re got ‘hêvî ye.’ Di hevdîtinên beriya niha de jî behsa zimanê berberiyê kiribû. Dîsa vî zimanê berberiyê dubare kir. Diyar kir ku divê rêya sêyemîn bê parastin. Birêz Ocalan di çarçoveya nîqaşên rojane de diyar kir ku tifaqa demokrasiyê divê di dîlema alî û taliye de neyê kirin. Birêz Ocalan dibêje ku HDP rêya sêyemîn esas bigire û vê yekê biparêze. Diyar kir ku ev her du halên berberîbûnê ji destpêka avakirina komarê ve heye. Anî ziman ku di van şertan de tifaqa demokrasiyê, weke xeta sêyemîn jî avakirina partiyeke weke HDP’ê û birêvebirina wê talûke bû û ev karê wêrekiyê bû. Bi me re parve kir ku divê partiyeke weke tifaqa demokratîk ku katalîzorek wêrekî û bi aqilî ya HDP’ê banga demokratîkbûnê li hemû rêxistinên siyasî bike û pêwîste siyaseteke muzakere û çareseriyê bi pêş bixin.
HDP dê biryarê bide
Birêz Ocalan got divê HDP feraseta tifaqa demokratîk ku di xwe de ava kiriye, neke nîqaşên hilbijartina rojane û nebe aliyê nîqaşên rojane. Ocalan bal kişand lihevkirina civakî û xwest nebe xwê û îsota berberî û dubendiyê.
Ocalan destnîşan kir ku siyaseta berberiyê û gotinên heqaretê ya bi rêya demagojiyê, siyaseta pevçûn û şer e û xwest HDP rêya xwe biparêze. Xwest em van xisûsan bi HDP’ê re parve bikin û bê nîqaşkirin. Dîsa diyar kir ku HDP partiyeke siyasî ye, ew bi xwe xebatên xwe dike û ew bi xwe biryarên xwe dide û dê HDP biryarên xwe bide.
Birêz Ocalan anî ziman ku feraseta tifaqa demokratîk a ku di nava HDP’ê de şênber bûye divê nebe sparteyeke ji nîqaşên rojane yên hilbijartinê re û diyar kir ku mebesta wî lihevkirina civakî ye, tevnedana dubendîtiyê ye. Di wê nêrînê de ye ku siyaseta bendîtiyê bi gotinên xwe yên heqaretê û demagojiyê siyaseta şer dimeşîne, HDP divê rêya xwe biparêze. Anî ziman ku divê ev xisûs bi HDP’ê re bê nîqaşkirin û diyar kir ku tevî vê yekê jî HDP xebatên xwe bi xwe dike û biryarên xwe dê bi xwe bide.
Birêz Ocalan xwedî wê nêrînê ye ku HDP partiyeke tifaqa demokratîk û danûstandinên demokratîk e, ji bo pêkanîna vê yekê jî HDP ku partiya tifaqan e divê bi tifaqên xwe siyaseta xwe xurtir bike. Anî ziman ku ji rêxistiniya herî biçûk a civakê, ji gund heta asta herî jor gelek pirsgirêk hene, giştiya van pirsgirêkan jî qada siyasetê ye û siyaset divê çareseriyeke demokratîk biafirîne.
Tifaqa Destûra Bingehî a Demokratîk
Destnîşan kir ku divê li ser sê hîman; lihevkirina demokratîk, siyaseta azad û hiqûqa gerdûnî siyaseta demokratîk bê afirandin û ji bo hiqûqa gerdûnî jî pênaseya Tifaqa Destûra Bingehîn a Demokratîk pêşniyar kiriye. Diyar kir ku di nava hiqûqa gerdûnî de çareseriya destûra bingehîn a demokratîk dikare bê peydakirin. Bi bîr xist ku di belavoka ji heft xalan de xeta Tifaqa Demokratîk jî hatiye destnîşankirin.
Di mijara têkiliyên tirk-kurd de mîna hevdîtinên dawî nirxandinên xwe domandiye. Weke ku beriya niha gelek caran anî ziman, diyar kir ku têkiliyên kurd-tirk beramberî hev in, kurd nebûna tirk nedibûn, yên ku deriyên Anatoliyayê li Malazgîrtê li tirkan vekirin kurd bûn. Osmaniyan her wiha li Çaldiran û Mercîdabiqê bi lihevkirina bi kurdan re bi pêş ve çûn. Destnîşan kir ku heman rewş yekalî nîne û ji bo kurdan jî derbas dibe. Li gorî birêz Ocalan divê bê lêpirsîn û aşkerakirin ku ev hevgirtina kurd û tirkan ji aliyê kê ve çawa û kengî hatiye qedandin û kîjan hêz bûye sedemê vê yekê. Anî ziman ku piştî ev hevgirtin bi dawî bû gelek raperînan rû dan, qirkirinên mezin pêk hatin û destnîşan kir ku rêbaza wî cuda ye, tevî bûyerên ku di nava çil salên dawî de qewimîn her tim komkujiyên mezintir asteng kiriye û her kes bi vê zane.
Xebatên şaredariyên demokratîk mereq dike
Birêz Ocalan di hevdîtinê de têkildarî rêbaza siyaseta xwe jî diyar kir ku heta îro bi fikirîn, hilberîn û siyaseta afirenerî ji pirsgirêkan re çareseriyê geriyaye. Weke di çalakiya greva birçîbûn û rojiya mirinê de jî derket holê, li gel hebûna bi hezaran kesên girêdayî xwe hebûna pirsgirêkên civakî ku divê bên çareserkirin û rawestandina ewqas kar qebûl nake. Dayina hemû bar a ser piştî wî û fedakariya bi tena serê xwe rexne dike û diyar dike ku bi hişmendî, afirînerî û siyaseta ku pirsgirêkan çareser bike, herkes dikare li ser tiştan biponije. Mînak, gelek mereq dike ku weke rojev dema pêşiya me de dê Şaredariya Demokratîk çiqas were pêşxistin.
Birêz Ocalan di mijara Sûriyeyê de jî esasgirtina siyaseta înşayê ya kurdan a bi ereb û gelên din re qanihkirina dewleta Sûriyeyê ya çareseriya makeqanûnî girîng dibîne. Rêya bîngehîn a pêşîlêgirtina qelandin û hilweşandineke muhtemel vê yekê dibîne.
Dîsa weke berdewama parvekirinên xwe yên di hevdîtinên beriya niha de di mijara dîrok, kesayet û çanda kurdan de nirxandinên xwe yên li ser Cizîr û Destana Mem û Zînê berdewam kir. Diyar kir ku li gel derbasbûna dîroka 400 salî jî siya Mem û Zîn hê jî li ser Cizîrê ye. Li ser dîrok, erdnîgarî û çanda Cizîrê jî nirxandina kir û bi ser ‘Keça êzdî ya kurd’ Berîvan ku di dîroka Cizîrê de kesayeteke girîng e jî nêrînên xwe yên der barê êzdiyan parve kir. Birêz Ocalan da zanîn ku çanda kurdan rast nayê hînkirin û nehînkirina kurdî ya kurdan a zarokên xwe weke rewşe tirsnak nirxand.
Peyama Ocalan
Peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a ku di 18’ê hezîranê de nivîsandiye û Buroya Hiqûqê ya Sedsalê parve kir wiha ye;
‘Di mijara înîsiyatîfa takekesî ku min bi wesîleya bidawîkirina çalakiyên greva birçîbûnê û rojiya mirinê girt de geşedanên muhtemel ên pêk werin jî li ber çav girt û pêwîst dît ku vê daxuyaniyê bidim. Der barê pêvajoya çareseriyê de min qala helwesteke zelaltir û kûrtirkirî kiribû. Min bi vê perpektîfê li geşedanên heyî nerî. Uslûba şer û dubendiyê ku mora xwe li pêvajoya piştî bidawîbûna pêvajoya çareseriyê da û dubendiya kevneşop a Tirkiyeyê derbas nekir, derketiye holê ku di serî de pirsgirêka kurd û hemû pirsgirêkên civakî girantir kiriye. Tifaqa Demokratîk ku xwe di HDP’ê de dibîne û girêdayî vê yekê opsiyona muzakereya demokratîk ku li dijî rastiya tifaqên Cumhur û Millet e ji xwe re weke navend çareseriyê esas girtiye.
Divê were dîtin ku dema bê wê pirsgirêkên civakî yên navxweyî, pirsgirêkên herêmî û global girantir bibin, lewma gelekî girîng û bi wate ye ku ev helwesta rêya sêyemîn bê parastin. Di vê çarçoveyê de feraseta Tifaqa Demokratîk a ku di nava HDP’ê de şênber bûye, nabe ku bibe mijara nîqaşa rojane ya hilbijartinê. Divê girîngiya Tifaqa Demokratîk û wateya wê ya dîrokî angajeyî dubendiyên berdest neke û weke heta niha kirî, di hilbijartinê jî li ser xeta xwe ya bêalî raweste.
Xeta li ser bingeha sê hîmên; lihevkirina demokratîk, siyaseta azad û hiqûqa gerdûnê platforma siyasî ya herî rast û hilberandina encamê ye. Bang li hemû hêzên pêwendîdar dikim ku di vê çarçoveyê de baldar bin.
18.06.2019 Girtîgeha Girtî ya Îmraliyê
Abdullah Ocalan’
Hevdîtina di 12’ê hezîrana sala 2019’an de
Daxuyaniya Buroya Hiqûqê ya Asrînê wiha ye:
“Wekî Buroya Hiqûqê ya Asrinê me di 12’ê hezîranê di roja çarşemê de li Îmraliye bi muwekîlê xwe birêz Abdullah Ocalan re li gorî çarçoveya zagonan hevdîtin kir. Di vê hevdîtinê de birêz Ocalan berî her tiştî ji bo çalakgerên di greva birçîbûnê û rojiya mirinê de li ser banga wî dawî li çalakiya grevê anîne, spasî û silavên xwe ji çalakgeran re pêşkêş kiriye. Dîsa ji bo peyama spasiyê bigêje destê wan nameya spasiyê şandiye. Birêz Ocalan ji bo hemû sazî û kesên di vê pêvajoyê de helwesta xwe diyar kirine, ev hewladan wan pir bi nirx dîtiye û spasî û silavên xwe pêşkêş kirine. Peyama birêz Ocalan a der barê çalakgeran de em di pêvekê de parve dikin.
Di vê hevdîtina bi birêz Ocalan re hatiye kirin bi cewherî ev daxuyanî derketine pêş; birêz Ocalan diyar kiriye ku dibe grevên birçîbûnê bên kirin, lê wekî rêbaza tekoşîna sereke nabîne û pêşniyar nake. Pozîsyona xwe wekî siyaseta jiyandinê digire dest û pênase dike. Li dijî mirinê, parastina jiyanê pênase kir. Diyar kiriye ku ya esas digire tekoşîna jiyan û jiyandinê ye.
Mirina trajîk a Hallaci Mansur mînak da û diyar kir ku li gel vê mirina wî ya trajîk dest ji lêgerîna heqîqetê bernedaye û bal kişand ser nirxên heqîqeta jiyanê. Li gorî vê yekê li gel rewşa xwe ya giran dîsa teqez dest ji tekoşîna lêgerîna edalet, azadî û lêgerîna heqîqetê bernedaye. Dîsa diyar kiriye ku teqez dest ji vê tekoşînê bernade.
Birêz Ocalan têkildarî pirsgirêkên polîtîk û civakî çavdêrî û der barê vê yekê de jî pêşniyarên xwe yên çareseriyê di her firsendê de anîne ziman û di vê hevdîtinê de jî anîne ziman. Me careke din dît ku sekna xwe ya israra li ser bingeha siyaseta demokratîk û aştiya bi rûmet dubare nîşan daye.
Ocalan da zanîn ku li gorî nîşana dîrokê, tirk beyî kurdan û kurd jî bêyî tirkan nikarin bijîn. Dema li Mezopotamyayê kurd hatin xelaskirin, li Anatoliyayê li ser navê tirkan tu tişt namîne. Diyar kir ku hebûn û pêşketina kurdan û hebûna tirkan bi hevve girêdayî ye. Divê li gorî vê rastiyê tev bigerin. Ev yekitiya kurd û tirkan, dê rê li ber jiyana aştî û demokratîk a gelên li Rojhilata Navîn jî veke. Me dît ku pêşengîyê dide çareseriya demokratik û ji bo vê yekê jî girîngiyê dide guhertinen qanûnî û Makeqanûnî. Ji bo vê yekê jî diyar dike ku guhertina demokratîk û fikrî enceq bi tevlêbûna hemû beşên civakê pêkan e.
Ya esas û çareser bike siyaseta demokratîk e
Destnîşan kir ku di tarza siyaseta heyî de valahiya bîrdozî û teorîk xuya dibe û bi tarza malbatî, kabîletî û eşîrî siyaseta rast nayê meşandin. Bibîr xist ku ya esasî û çareseriyê siyaseta demokratîk e. Berê jî qala mînaka Gandhî kiribû. Dîsa heman minak bibîr xist û xwest rêbaza sivîl û rêbazên afirîner ên çareseriyê pêş bixin. Bal kişand ser pêdiviyên siyaseta muzakereyên demokratîk, rebazên aqil, polîtîk û hêza çandî û têkoşîna sivîl. Xwest ev rêbaz bên pêşxistin. Anî ziman ku bi vê rebazê dikarin bingeha çareseriya demokratîk ava bikin.
Di mijara Sûriyeyê de balkişand ser girîngiya feraseta siyasî ku tevahiya Sûriyeyê temsîl dike, wekî carên berê dîsa bal kişand ser mîsogeriya makeqanûnê û pêşniyara demokrasiya herêmî. Dibêje polîtîkayên derve-hundir ên Tirkiye û Sûriyeyê girêdayî hev in û ne mimkun e ji hev cûda bên destgirtin.
Qetilkirina jinan
Di mijara jinan û li hemberî hesasiyetên têkoşîna azadiya jinan û di van mijaran de têkildarî keçên di temenên zaroktiyê de tên zewicandin, qetilkirina Ozgecan, têkiliya navbera jin û mêran de hinek nirxandin kir. Destnîşan kir ku ji serdema Neolotîkê heta niha 15 hezar sal in koletiya jinê ku mînaka koletiya teqez e, di genetîka civakê de bi cih bûye. Qetilkirina jinan berhema heman hişmendiyê ye û ji ber vê yekê jin êrîşên li hemberî hemcinsên wan pêk tên, wekî ku li hemberî wan pêk hatiye dibînin û got ku pêwîst e jin bi vê hişmendiyê tevbigerin. Qetilkirina jinan di mijarên pirsgirêkên civakî, aborî û sosyolojîk de her yek divê tena serê xwe wekî mijara şoreşê nirxand û tenê pirsgirêka mijara keçên ku di zaroktiya xwe de tên zewicandin weke sedema pêkhatina deh şoreşan îfade kir. Nebûna siyaseta ku van pirsgirêkan çareser bike wekî mijara bingehîn ya rexneyê binav kir.
Di mijara çareseriya pirsgirêkên civakî de pêşxistina hilberînê, afirînerî û li ser bingeha avakirinê şaredariyên demokratîk wekî hewcedariyê aniye ziman û da zanîn ku divê di van mijaran de HDP rola katalîzora demokrasiyê bigire ser xwe.
Her wiha dema ku hinek pirtûk û nivîskar dinirxand anî ziman ku sosyalîzmê esas digire û li dijî dogmatîzmê, avakirinê pêş dixe. Li dijî hişmendiya reel sosyalîst, li ser vê bingehê li Rojhilata Navîn nêrîna xwe li ser esasê çareseriyê destnîşan dike.
Peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a ji bo bidawîkirina çalakiyên greva birçîbûnê nivîsandibû jî wiha ye;
‘Rêhevalên hêja;
Li ser pêşniyara min we dawî li çalakiya xwe ya greva birçîbûnê û rojiya mirinê anî. Ev helwest xwedî girîngiyeke dîrokî û bi wate bû. Ez weke helwesteke pir binirx dibînim û spasiya we dikim.
Hêvîdarim ku bi taybet jî rêhevalên ku pêvajoyê bi ruhekî kûr hîs dikin, di hêla beden, zêhn û ruhî de li xwe baş binêrin. Li ser bingeha dersên ku ji pêvajoya rexne û rexnedayînê hatine derxistin, ji we re serkeftinê dixwazim.
Ez bi taybet jî dixwazim destnîşan bikim ku ev helwesta di çarçoveya înîsiyatîfa şexsî de pêş ket, divê weke helwesteke li gorî dewletê yan jî weke tawîzdayînê neyê nirxandin. Li gorî hêvî û pêjna min, di wê baweriyê de me ku dê encamên erênî bi xwe re bîne. Ez vê hêviya xwe diparêzim. Hêvî dikim ku ji vir û şûnde li ser bingeha felsefeya hebûnê, hûn di hêla beden, ruh û zîhnî de xwe pêşve bixin. Silav û hezkirinên xwe yên daîmî ji we re dişînim.
Abdullah Ocalan
12 Hezîran 2019
Girtîgeha Îmraliyê / Bursa”
Hevdîtina Ocalan a di 5’ê hezîrana 2019’an de ya bi malbatê re
Di 5’ê hezîranê de birayê Ocalan, Mehmet Ocalan, birayê girtiyên li Îmraliyê Hamîlî Yildirim, Polat Yildirim, birayê Omer Hayrî Konar, Emîn Konar û xwişka Veysî Aktaş, Sabîha Aslan ku ji bo cejnê çûn Îmraliyê, hevdîtin kirin. Mehmet Ocalan piştî hevdîtinê têkildarî naveroka hevdîtinê axivî. Mehmet Ocalan anî ziman ku li gel Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li ser meseleya Şengalê û siyaseta Tirkiyeyê axivîn. Mehmet Ocalan têkildarî hevdîtinê û naveroka hevdîtinê agahî dan û ev tişt anî ziman: “Birayê min Ocalan di ber dewama hevdîtinê de bal kişand ser rewşa Şengalê, greva birçîbûnê û rewşa Bakurê Sûriyeyê. Min got gelê Şengalê pir ji te û Tevgera Azadiyê hez dike. Wî jî got; ‘Raste ez jî ji wan pir hez dikim. Ji bo azadiya Şengalê mirov dikare qala du bûyeran bike. Bûyera yekemîn Derwêşê Evdî ye. Bûyera duyemîn jî têkoşîna hevalên me ye. Ji Şengalê heta Reqayê gelê êzdî li qadeke pir fireh rastî komkujiyê hat. Lê me hemû kesên li vê qadê komkujî kirin tar û mar kirin. Em di tolhildana gelê êzdî de bi ser ketin. Ji ber vê yekê em kêfxweş in. Ez ji gelê Şengalê re hurmet û rêzdariyên xwe yên bêdawî dişînim. Bila êdî ew nekevin nava fikaran. Bila ew êdî avakirina jiyana xwe ya azad berdewam bikin.’. Serok xwest ku êdî gelê êzdî nekevin nava fikaran.
Di berdewamê de jî Mehmet Ocalan bal kişand ser nerîna Ocalan a der barê rewşa Bakurê Sûriyeyê de û wiha got: “Birayê min li ser meseleya Bakurê Sûriyeyê jî got; ‘Divê gelê Bakurê Sûriyeyê ji bo azadiyê bêhtir têbikoşe. Lê divê hemû gelê Sûriyeyê tev li vê têkoşîna azadiyê bike. Gelên din jî tev li vê tekoşînê bike. Divê ji bo yekitiya Sûriyeyê hemû gelên Sûriyeyê jiyana hevpar ava bikin. Ger ku vê yekê pêş bixin û bi ser bikevin tu hêz nikare bi wan.’ Her wiha xwest gelên li Sûriyeyê bi hevre têbikoşin.”
Grevên birçîbûnê
Mehmet Ocalan destnîşan kir ku Ocalan bal kişandiye ser grevên birçibûnê û wiha lê zêde kir: “Got; ‘Çalakiyên greva birçîbûnê rêbazekê têkoşînê ye. Lê ev heta cihekî ye. Piştî demekê û şûnde ger ku berdewam bike zirarê dide bedenê. Ji ber vê yekê divê çalakiyên gel ên demokratîk bên pêşxistin. Tirkiye ketiye pêvajoyeke ku xitimiye. Ji ber vê yekê dewleta Tirkiyeyê bi polîtîkayên înkar û îmhayê nikare encam bistîne. Ji ber ku Tirkiye nikare bi polîtîkayên înkar û îmhayê encam bistîne divê hem devlet û hem jî PKK ji bo çareseriyê serî li rê û rêbazên nû bide. Divê rêbazên nû pêş bixe. Li ser kuştin û mirinê çareserî pêş nakeve. Ji bo çareseriyê aştiyek bi rûmet girîng e. Ji ber vê yekê divê rê û rêbazên ku aştiya bi rûmet ava dikin pêş bixin. Polîtîkayên îmhayê ne çareserî ne.’ Ocalan dîsa ji ber kesên di têkoşîn û çalakiya grevê de jiyana xwe ji dest dan xemgîniya xwe anî ziman.”
Ji malbatan re sersaxî xwest
Bi domdarî jî Mehmet Ocalan destnîşan kir ku Ocalan yek bi yek ji hemû malbatên kesên di çalakiya greva birçîbûnê de jiyana xwe ji dest dane sersaxî xwest û wiha pê de çû: “Têkildarî kesên jiyana xwe ji dest dane wiga got; ‘Van kesên jiyana xwe ji dest dan zirareke mezin dan min û malbatan. Ev ne rast e. siyaset heta cihekî li ser çalakiyên grevê tê meşandin. Piştre nameşe. 8 hevalan dawî li jiyana xwe anî. Hem li Ewropa, hem li başûrê Kurdistanê û hem jî li girtîgehên Tirkiyeyê ketin grevê. Yên girtî jixwe di nava çar dîwaran de ne. Nikarin li vir siyasetê bikin. Di nava şert û mercên pir dijwar de ne. Lê yên li derve xwedî şert û mercên zêde ne. Dikarin li derve rêxistina xwe xurt bikin. Bila di vê qadê de bertekên xwe yên demokratîk pêş bixin. Ev rêbazek hîn rastir e.’ Xwest ku li derve bertekên demokratîk pêş bixin.”
Ocalan da zanîn ku birayê wî Abdullah Ocalan bal kişandiye ser rêya çareseriyê û wiha domand: “Birayê min got; ‘Ger derfet bên dayîn ev rêya xitimiye wê vebe. Ger ku derfetê bidin em dikarin vê rêya vekin. Ev tişt bi şer û kuştinê çareser nabe.’ Dîsa têkildarî pirsa wê li Îmraliyê hevdîtin bidomin an na? jî wiha got; ‘Ne ez dikarim bêjim hemû rêyên hevdîtinê hatiye vekirin û ne jî dikarim bêjim hatine girtin. Divê em hinek bipên. Ger ku hin qanal bi temamî vebin dê ev ji bo her kesî erênî bike. Lê ger ku rê bên girtin dê ji bo her kesî pêşketinên neyînî bin.’ Birayê min qala hilbijartina 23’yê hezîranê ya Stenbolê nekir. Birayê min herî dawî bi wesîleya Cejna Remezanê cejna hemû kesan pîroz kir.”
Hevdîtina parêzeran a di 22’yê gulana 2019’an de
Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 22’yê gulanê de bi muwekîlê xwe re hevdîtin kirin. Parêzeran têkildarî hevdîtina 22’yê gulanê ya li Îmraliyê daxuyaniyek dan. Parêzeran 7 xalên ku di hevdîtina 2’yê gulanê û 22’yê gulanê parve kirin. Ji parêzerên Ocalan Îbrahîm Bîlmez der barê hevdîtina Ocalan de agahî parve kirin û got: “Di hevdîtina bi Ocalan re xal û rojeva sereke çalakiyên greva birçîbûnê û rojiya mirinê bû.”
Parêzera Ocalan Newroz Uysal peyama Ocalan a der barê rojiya mirinê û çalakiyên greva birçîbûnê de xwend. Peyama Ocalan wiha ye:
“Hevrêyên Rêzdar,
Di serî de hevalên ku bedena xwe dane ber rojiya mirinê û greva birçîbûnê û hevalên din, di çarçoveya ku du parêzerên min bi berfirehî agahiyan bide ez li bendê me ku hûn dawî li çalakiya xwe bînin. Ez bi rehetî dikarim bibêjim ku meqseda we ji bo min diyar e. Ez spasî û hezkirinên xwe yên herî kûr pêşkeşî we dikim. Ya girîng, ez hevî dikim û li bendê me ku ji niha û şûnde hûn bi awayekî têr û bi vîneke xurt hevkariyê bi min re bikin.
Bi silav û hezkirinên min ên bêdawî.
22 gulan 2019, Girtîgeha Îmraliyê
Abdullah OCALAN!”
Piştî 8 salan hevdîtina destpêkê
Parêzerên Ocalan ku ji 27’ê tîrmeha 2011’an heta niha nikarin hevdîtinê bikin, piştî serlêdana 810’an, di 2’yê gulanê de li Girtîgeha Tîpa F ya Ewlehiya Bilind a Îmraliyê hevdîtin kirin. Parêzerên Ocalan Faîk Erol, Newroz Uysal û Rezan Sarica daxuyanî dan. Prz. Faîk Erol diyar kir ku 4 parêzer ji bo bi Ocalan re hevdîtin bikin, serî li serdozgeriyê dane. Lê tenê Newroz Uysal û Rezan Sarica karîne hevdîtinê bikin.
Metna Îmraliyê, ji hêla parêzer Newroz Uysal ve bi raya giştî re hate parvekirin. Uysal diyar kir ku ev metn ne metnê muzakereyê ye û ne jî metnê mutabaqatê ye. Prz. Uysal anî ziman ku Ocalan û girtiyên li Îmraliyê ev peyam dan: “Ev pêvajoya ku em têre derbas dibin pêvajoyeke dîrokî ye. Di vê pêvajoyê de pêdivî bi lihevkirineke kûr a civakî heye. Ji bo me aştiya bi rûmet û siyaseta demokratîk esas e.”
Daxuyaniya ku bi îmzeya Ocalan û 3 girtiyên din wiha ye:
“Di vê pêvajoya dîrokî de pêwîstî bi lihevkirineke kûr a civakî heye. Ji bo çareserkirina pirsgirêkan, pêwîstiyeke xurt bi rêbazeke danûstandinên demokratîk heye, ya dûrî çanda dijberbûn û şer. Em dikarin pirsgirêkên Tirkiyeyê û yên herêmê, ne bi şer û amûrên şîdeta fîzîkî, lê bi hêza nerm, yanî bi hêza aqil, polîtîk û çandî çareser bikin. Em di wê baweriyê de ne, di çarçoveya Hêzên Sûriyeya Demokratîk de, pirsgirêkên li Sûriyeyê dûrî çanda şer, di rewşa ku tê de ne di çarçoveya yekparebûna Sûriyeyê de bi perspektîfa demokrasiya xwecihî ya bi Destûra Bingehîn hatiye ewlekirin divê bên çareserkirin. Di vê çarçoveyê de divê hesasiyetên Tirkiyeyê jî bên dîtin.
Em hurmetê nîşanî berxwedana hevalên li girtîgehan û li derve didin, lê dixwazin bi taybetî destnîşan bikin ku divê negihînin asta ku rewşa wan a tenduristiyê bixe nava metirsiyê û rê li ber mirinê veke. Ji bo me, tenduristiya aqlî, fîzîkî û ruhî ya wan berî her tiştî ye. Her wiha em di wê baweriyê de ne ku nêzîkatiya herî bi wate, xurtkirina sekna zîhnî û ruhî ye. Sekna me ya li Îmraliyê, biryardariya ji bo kûrkirina rêbaza ku di Danezana Newroza 2013’an de hate ragihandin û domandina wê bi rengekî aşkera ye. Aştiyeke bi rûmet û çareseriya siyaseta demokratîk ji bo me esas e. Em her kesên ku ji ber sekna me ya li Îmraliyê meraq dikin û helwestê nîşan didin, bi rêzdarî bi bîr tînin û di asta herî bilind de spasdarên wan in.
Abdullah Ocalan, Hamîlî Yildirim, Omer Hayrî Konar û Veysî Aktaş.”