Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

‘Hêvî bû nîşaneya yekparebûna têkoşîna azadiyê’

Navenda Nûçeyan |

Fermandariya Giştî ya YPJ’ê ji ber şehadeta şoreşger Hêvî (Gulistan Aksoy) ku 26’ê Tîrmehê li paytexta Almanya Berlînê ji ber nexweşiyê tev li karwanê şehîdan bû, daxuyaniyek weşand.

Di daxuyaniyê de Aksoy bi rêzdarî û hezkirin hate bibîranîn û sersaxî ji malbata wê û gelê kurd re hate xwestin.

Daxuyaniya YPJ’ê wiha dewam kir:

“Hevrê Hêvî ya ku tevahî giyana xwe mîna findekê di ber têkoşîna azadiya gelê xwe de helandiye, di her henaseyeke jiyana xwe de bû çavkaniya coş, moral û hêviyê. Ji ber me hevrê û şoreşgerek wiha dilwêrek û mezin winda kir, em xemgîniya xwe bi malbata wê ya hêja û gelê xwe yê welatparêz re parve dikin. Lê em bi dilwêrekî û berxwedaniya wê ya bêhempa jî serbilind in. Mîna her hevalek şehîd, hevrê Hêvî jî erka xwe ya li hember şoreşê, li hember hemû jinan û gelê xwe bi serketî pêk anî û ev têkoşîna xwe dewrî me kir.

Çawa ku heval Hêvî di xebatên ciwanan de, di kar û xebatên çapemeniya azad de û di têkoşîna azadiya jinê de bû xwedî roleke diyarker û aktîf, li rojavayê Kurdistanê jî bû xwedî heman rolê. Ango di kêliyên herî dijwar de ku çeteyên DAIŞ û El Nûsra bi hovîtiyeke mezin berê xwe dabûn warê me rojavayê Kurdistanê û her der talan dikir, şoreşger Hêvî mîna bi sedan ciwanên kurd got; ‘Divê ez li wir bim’ û bi rastî di kêliyên herî zor de li hember dijwariya dagirkeriyê ji gelê xwe re bû mîna mertalekê.

Hêvî berê xwe da Rojava û ji wir jî berê xwe da eniyên herî pêş û bi wêrekiyeke mezin li rex şervanên YPJ û YPG’ê li dijî dagirkeran şer kir. Bi dilwêrekiyeke mezin cihê xwe di gelek pêngavên Rojava de girt. Di pêngava rizgarkirina Til Koçer de ji lingê xwe de birîndar dibe. Her çendî birîndar jî dibe lê dev ji hevrêyên xwe bernade û careke din mil bi mil tev hevrêyên xwe gelek êrîşên çeteyan dişkînin, vala derdixin. Di sala 2015’an de vê carê berê xwe dide warê berxwedana rûmetê Serêkaniyê lê mixabin ku mayîneke xedar a çeteyên DAIŞ’ê di wê de diteqe û bi rengek pir giran birîndar dibe.

Piştî wê birîndariya giran nêzî 2 salan li Rojava tedawiya xwe dît. Di nava van herdû salan de jî bi rastî li hember birîndariya xwe berxwedaniyeke mezin nîşan da. Bû yek ji gaziyên destpêkê yên şoreşa Rojava û wiha digot; ‘Em wek komîta Gaziyan ku komîta Rêber Apo ye, pêwist e em heya dawî xeta şehîdan di jiyan û têkoşîna xwe de zindî bihêlin’. Bi ruxmê ku nedikarî biaxive jî lê tu carî rûkeniya wê ya tije hêvî ji rûyê wê kêm nedibû. Ji ber ku di wan salan de derfetên dermankirinê pir sînordarbûn, ji bo tedawiyê derbasî Almanya bû û li wir ji ber birîndarî û nexweşiyên xwe yên giran çavê xwe li cîhanê girt û tevlê karwanên şehîdan bû.

Hevrêya me Hêvî, şoreşgera ciwan bi lêgerîn, têkoşîn, berxwedanî û şerê xwe di eniyên têkoşînê yên cur be cur de bû mînaka sekna şoreşgerî ya ku xwedî li erkên demê derdikeve. Bi kesayeta xwe ya pêşeng, bi coş û morala xwe ya jiyanê û bi hêrs û kîna xwe ya li hemberî dijmin, timî mînak bû. Ew bû nîşaneya yekparebûna têkoşînê. Dema pêwîstî dît, bû rojnemevan û êşên gelê xwe, têkoşîna giranbiha ya jinan ji bo azadiyê bi rêya objektîfa xwe ji cîhanê re ragihand, dema pêwist bû di kar û xebatên ciwanan de cihê xwe girt û ji ciwanên welatê xwe re, ji keçên ciwan re rêya rast a têkoşînê nîşanda. Dema pêwistî dît jî berê xwe da eniyên herî pêş ên cengê û li dijî hewldanên dagirkeriyê şer kir, li ber xwe da û ji bedeldayînê gav paşde neavêt.

Kedkara şoreşê, hêviya hêvrêyên xwe, bi ruxmê birînên wê yên giran heya henaseya xwe ya dawî bi coşeke mezin jiyan kir. Bi dehan caran meydan ji celadên mîna DAIŞ’ê re xwend. Di kesayeta xwe de sekna jina azad şênber kir, bû şopdara rasteqîn a hevrêyên xwe yên şehîd. Îro hevrê Hêvî mîna bi hezaran şehîdên ku canê xwe di ber vê axê de dane, bilindkirina tekoşînê ji me emir dike. Em jî wek Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) dibêjin ku wê sekna hevrê Hêvî, lehengî û berxwedaniya wê timî bibe nexşerêya jiyan û şerê me. Ji bo avakirina paşerojeke azad, em ê ala tekoşînê ya ku wan dewrê me kirî, bilindtir bikin û bi biryardariyeke mezintir xwedî li erkên demê derkevin. Em careke din di şexsê hevrê Hêvî de hemû şehîdên şoreşê bi rêzdarî bi bîr tînin û soza mayînde kirina jiyan û têkoşîna wan a ji bo jiyaneke azad nû dikin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar