Piştî hilweşîna rejîma Esed û êrîşên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wî DAIŞ-SMO yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jiyaniya yekitiya Kurdan raxist ber çavan. DI vê pêvajoyê de hat dîtin ku di nav hin partiyên siyasî yên Kurdî de hinek nakokî hebin jî, di vê pêvajoya dîrokî ya ji bo biserxistina doza Kurdî ya di destûra nû de hewldanên çareserkirina pirsgirêka Kurdî derket pêş. Kongera Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) ji bo yekrêziya Kurdî, di demeke nêz de “Konferansa Şêwra Neteweyî” li dar dixe. KNK’ê ev proje bi daxuyaniyeke çapemeniyê ragihand. Cîgira Hevserokatiya KNK’ê Hêvî Mustefa têkildarî vê konferansê ji JINHA’yê re axivî.
Hêvî Mustefa di destpêka axaftina xwe de anî ziman ku ev 25 sal in hewldanên KNK’ê ji bo xurtkirina yekrêziya Kurdî hene û helwestan nîşan bide. Hêvî Mustefa wiha got: “KNK’ê di sedsaliya Lozanê de konferansek li dar xist. Yek ji biryarên ku di konferansê de hatin stendin; lidarxistina Konferansa Şêwra Neteweyî ya li ser asta Kurdistanê û li ser axa wê bû. Lê belê ji ber mercên ku Kurdistan tê re derbas dibe, zehmet bû ku di wê demê de ev plansazî pêk bê. Ji ber vê yekê biryar hat girtin ku her hêleke Kurdistanê, bi awayekî serbixwe konferansê li dar bixe.”
Hêvî Mustefa diyar kir ku KNK li Rojavayê Kurdistanê nêzî mehekê ye li ser vê konfernasê dixebite û wiha lê zêde kir: “Komîteyeke amadekar hat avakirin. Tê de nûnerên partiyan cih digirin. Her wiha me girîngî da hebûna rêxistinên civaka sivîl, nûnerên ciwanan, jinan, rewşenbîr û saziyên malbatên şehîdan. Di heman demê de kesayetên serbixwe jî tê de cih digrin, ên ku di nav civakê de xwedî bandor in û ji hêla wan ve tên hezkirin .”
Hêvî Mustefa destnîşan kir ku piştî hilweşîna rejîma Esad, wan pêwîstî bi lezbûna avêtina gavan dîtine û wiha dewam kir: “Pêvajoya ku Sûriye tê re derbas dibe pir girîng e, hesas e û tê de xeterî li ser Kurdan heye. Di heman demê de ji bo doza Kurdî ya li Sûriyê, derfetên dîrokî di destê me de hene. Eger di vê demê de em nebin yek û helwesta me ne yekane be, wê çaxê dê rewşa me di xeteriyê de be. Herkes dê di konferansê de amade be û nêrînên xwe bi azadî bînin ziman û daxwazên xwe diyar bikin.”
Hêvî Mustefa da zanîn ku ew dixwazin berî ku sala 2024’an bidawî bibe, konfernasê li dar bixin û wiha derbirî: “Divê ku partiyên siyasî nakokî û berjewendiyên xwe yên taybet bidin milekî û ji bo berjewendiyên gelên xwe tevbigerin. Em ê rengên çareseriya pirsgirêka Kurd û xetên xwe yên sor di konferansê de diyar bikin. Em ê hemû hewldanên xwe bikin da ku konfernas di dema xwe de were lidarxistin û nêrînên gelê xwe bidin ber çav.”
Hêvî Mustefa anî ziman ku hebûn û rola jinan di pêvajoya nû ya Sûriyeyê de girîng e û destnîşan kir ku parastina destkeftiyên jinan yek ji xetên wan ên sor in û axaftina xwe wiha bidawî kir: “Bêguman şoreşa Rojavayê Kurdistanê bi şoreşa jinan tê naskirin. Temsîla jinan di konferansê de û rola wê ya girîng, nîşaneyek e. Helbet di hemû rengên çareseriyê de dê rola jinan berbiçav be.”