Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

‘Hêviya hemû kurdan yekitiya neteweyî ye’

Mamostayên Zanîngeha Soran a ser bi Hewlêrê, têkildarî girîngiya yekitiya neteweyî û lidarxistina kongreya neteweyî ya kurd axivîn.

Mamostayên Zanîngeha Soran Mehdî Stûnî diyar kir ku di dîrokê de gelê kurd ji serdema nebûna yekgirtin û yekitiya neteweyî nekarîne li hemberî dijmin û di guhertinên siyasî de bigihîn armancên xwe û wiha got: “Lewma kurdan nekarîne xewnên xwe yên dîrokî pêk bînin ku avakirina dewletê û serbixweyî ye. Ji ber ku nekarîne di yekgirtinê de serkeftinê bi dest bixin û di çarçoveya neteweyî de xwe kom bikine.”

Stûnî aşkera kir ku pêwîst e şêwaza kongreya neteweyî were diyarkirin ku wê kongre çawa, li kengê û li ku derê were kirin û çawa kar ji bo were kirin û daxwaz ji hemû kurdan kir ku li her çar parçeyên Kurdistanê kar ji bo serxistina kongreya neteweyî bikin.

Mamoste Şemal Hemze jî da zanîn ku kongreya neteweyî yek ji hêviyên her kurdekî ye û ev tişt anî ziman: “Li gel vê jî pêkan e û divê her were lidarxistin. Kongreya neteweyî çiqas ji bo navxweyî ya gelê kurd girîng e, ewqas jî wiha li me dike ku li beramberî welatên cîran bi hêz û xwedî îrade derkevin.”

Her wiha Hemze diyar kir ku tişta ku heta niha pêşiya yekitiya neteweyî asteng berjewendiyên hizbî û şexsî bûne û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Niha hinek aliyên  siyasî hene, li beramberî kongreya neteweyî xwe zerermend dibînin, lê nahizirin ku wê pêşerojê hemû gel di bin sêwana vê kongreyê kom bibe. Lewma pêwîst e zemînsazî û şert û merc ji bo kongreya neteweyî werin afirandin û hemû hevdu bipejirînin.” SORAN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar