Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Hêviya jinên bindest: YJŞ

YJŞ bûye hêviya gelê êzidî û tevahî jinên cihanê. Bi berxwedaniya xweya li dijî DAIŞ’ê ya li Şengal û Reqayê navê xwe didîrokê de da nivîsandin.

Berîya Fermanê

Beriya fermanê di rewşa jinên êzidî de aramîbuyûnek nebû. Jin di tarîtiya baviksalarî de hatibû hiştin.  Bandora feodalîzmê her çiqas di nav civaka êzidî de girtibunek avakirî be jî, taybet ev li ser jin hê zêdetir xwe da bû pêş. Jin, di çar aliyê dîwarên hûndir de girtî hatibû hiştin.  Jin, çi xwe çi jî derdora xwe nas kir. Bi awayekî bi navê xwe, bi dayîkbuna xwe, bi bermaliya xwe di nav malbata xwe de cih girt. Xwe naskirin, zanabûn, xwe parastin, têkoşîn meşandin, civak rêvebirin, ji bona jin ne derbasdar bû. Di nav civaka êzidî de jin di rêza dawî de cih girt. Bi fermana 74’an re asta jinê hê baştir derket holê. Jinên bê zana hatin hiştin, jinên xwe ji parastinê dûr û dibin komkujiyan re deras bûn di bazaran de hatin firotin.

Jinên êzidî, bê parastin, bê îrade, bê bersiv, bê xwestek, bê jiyan man, di encam de bi tûnebunê re rû bi rû man.

Piştî Fermanê

Li ser esasê fikirê Rêber Apo gerîlayên HPG-YJA STAR derbasî xaka Şengalê bûn. Bi hebûna gerîlayan ve gelê êzidî taybet jinên êzidî êdî kirasa tirsê ji ser xwe avêt û bi awayekî wêrek tevlî nav kar û xebatên civaka xwe parastinê bûn. Êdî jinên êzidî rewşa beriya fermanê ya ku bê zana, bê têkoşîn, bê îrade, bê wêrektî jiyan dikirin ji holê rabibû. Bi vî awayî jinên êzidî lez û beza xwe da xwe rêxistin kirinê, xwe parastinê.

Li ser vê esasê;

Ji bo êrişên deshilatdarî li ser jinê dûbare nebe, hêzekî parastinê bihata ava kirin. Despêkê bi komên biçûk ve xwe rêxistin kirin, xwe perwerde kirin. Piştre jî hêzêkî bi navê Yekîneyên Parastina Jinên Şingalê (YPJ-ŞENGAL) di 1’ê Çileya 2015’an de bi tevlîbuna 27 jinên êzidî û 17 şervanên YJA Star ve li Çiyayê Şingalê hat ava kirin. Di destpêkê de, jinên êzidî yên di nav Yekîneyên Parastina Jinên Şingalê (YPJ-ŞENGAL) de cihê xwe digirtin, hewcedariya xwe bi rêxistinbûyînekî hîn kûrtir û berfirehtir hîs kirin û biryara li darxistina konferansekê dan. Ev hîskirîn bû pratîk û 12’ê Sibata 2016’an bi tevlîbuna hejmarekî mezin ve li Çiyayê Şengalê cara yekem konferansekê ku îrade û têkoşîna jina êzidî di nîqaşên xwe de di hewand, hate li dar xistin. Biryar hat girtin û navê hêza jina êzidî bi navê Yekîneyên Jinên Şingalê (YJŞ) were bi nav kirin.

Encam û biryarên ku di konferansê de derketiye holê bu sedem ku sedan jinên êzidî bi hêz bibin û tevlî şerê rizgarkirina Şengalê bibin. Ew pêngav bû sedem ku jinên bi îrade di paqijkirina navenda Şengalê ji çeteyên DAIŞ’ê, rolek girîng û bingehîn bileyîzin. Berxwedaniya ku 11 mehan dom kirî di pêşengtiya jinên êzidî ve wateyek dîrokî ava kiribû.

2017’an bi navê Tolhildana Jinên Êzidî, YJŞ’ê tevlî pênagva Reqa yê bû. Pêngava rizgarkirina Reqa jî, bu sedema bingehîn a tunekirina çeteyên DAIŞ’ê. Di vê pêngavê de 148 jinên dîlgirtî hatin rizgarkirin. 155 çete hat tunekirin. Dema serkeftina meydana El Naîm di Reqayê de tacîdar bu ev qada wekî qada mirinê dihat zanîn, bu cenga tolhildana jinên êzidî û wekî sembola jiyana nû hat pênasekirin. Jina êzidî bi serkeftina xwe ve bi nav û deng bû. Êdî YJŞ’ê ne tenê xwe parastinê esas digirt, parastina jinên bindest, wek Jinên Efgan jî, erka xwe didît.

YPJ Şengal û YJŞ bi vekirina akademiya Şehîd Xanê ya Şervanên nû û bi akademiya bi navê Şehîd Binevş ve bi sedan jinên êzidî di derbarê çand û zanebûna leşkerî de perwerde kir. Heman demê di nav civakê de rêxistinbûna xwe ava kir. Saziyên xwe wekî ragihandina YJŞ’ê, tendurîsî û dîplomasîyê ava kir. Ev saziyane bi aktîf kar û xebatên xwe ji despêkê heta roja meya îro domandin.

Bi pêşketinên YJŞ’ê ve di nav civakê de guhertinên mezin çêbûn. Bi tevlîbûna YJŞ’ê ve jin xwe pêşxist, şer kir, îradeyekê jin a pêşde diçe derket holê. Êdî jinên êzidî, rol û misyona xwe radibin û xwe bi hêviyê zilam re nahêlin, êdî jin di qada navnetewî de, li Iraqê, li Şengalê de siyasetê dikin.

YJŞ’ê ji bo parastina jinên Şengalê di hêla ewlehî, hebûn û jiyanê ji xwere kir rêgezekê bingehîn. Ji bo jinên Iraq, Rojhilata navîn, jinên bindest têkoşîna xwe bidomîne. Îro berxewedaniya jinên êzidî buye berxwedaniya tevahî jinên cihanê.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar