Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Hêviyên yekitiyê di nîvço de hiştin

Mûnzûr Dersîm

Ji her demê zêdetir, pêwîstiya gelê kurd di pêvajoya ku em têde derbas dibe de bi yekitiya netewî hebû. Lê belê li gorî em temaşe dikin hêviyên yekitiya netewî ji aliyê hinek partiyên kurdî ve yên wek PDK’ê di nîvço de hatiye hiştin.

Gelê kurd bi salane dinav zor û zehmetiyan de derbas dibe. Di aliyekî de faşîzm û dîktatoriya şefê AKP/MHP`ê Erdogan ya ku li ser gelê kurd dide meşandin, hatiye asta herî jor. Di aliyek din de jî zext û propagandayên PDK`ê yên li dijî kurdan û partiyên kurdan di astekî jor deye. Di heman demê de ev yek li hemberî yekitiya netewî ya ku gelê kurd bi salane hêviya wê ya herî mezin ne.

Bi dehan sale ku li ser daxwaza Rêber Apo ji bo pêkanîna yekitiya netewî ya kurd hewildanên pir mezin tên kirin. Di heman demê de bi dehan car di nava hêz û aliyên siyasî yên her çar parçeyên Kurdistanê civîn, şêwir û hevdîtin hatine pêkanîn. Lê belê heya niha ev hewlên ji bo yekitiya netewî negihiştine encama ku gelê Kurd û Kurdistanê ku bi hêviyekî bilind li bendê ye.

Bê guman yekitiya netewî ku wê di sala 2011’an de ku hêviya hemû gelê kurd û çar parçeyê Kurdistanê bû wê li bajarê Hewlêrê hatiba li darxistin, ji ber xemsariya hinek partiyên kurdî ev yek hat rawestandin û bi hêcetên vale vale hat sekinandin. Ji ber ku bendewariya gelê Kurd û Kurdistanê yekitiya netewî bû, lê belê ji ber zext û gefên hikumeta tirk û Erdogan yên li ser partiya gaşo kurd PDK’ê û başûrê Kurdistanê ev yek di nîvço de hişt û dest bi qirkirin, talan û oparasyonên li dijî gelê kurd hat kirin.

Her çendî ji aliyê partiyên siyasî yên kurd bangên yekbûna kurdan jî hat kirin, lê belê partiya PDK guh neda van bangan û dîsa li aliyê hikumeta faşît a tirk cih girt. Gelo ev tê çi wateyê?

Ev tê wê wateyê ku li hemberî yekitiya kurd, komên û partiyên siyasî yên kurd dest bi dijminatiyek demdirêj û qirkirina netew, çand û dîroka gelê kurd kiriye. Ji ber vê çendê jî partiya PDK’ê ya ku ji aliyê mala barzan ve tê bi rêvebirin, em dikarin bêjin tu hest û fikrekî kurdewarî li gel tuneye.

Her çendî li başûrê Kurdistanê hewilên ji bo yekitiya netewî tên kirin jî, lê belê ev hewil ji aliyê PDK ê ve tên paş guhkirin yan jî asteng kirin. Ji ber ku PDK partiyek wisane ku dijminahiyê li hemberî çand, xweza, dîrok û kurdîtiya gel dikeye. Em dibînin ku tenê ji bo yekitiya netewî pêkneyê çi ji destê wê tê dike. Li aliyekî li gel dewleta tirk dijminiya kurdan dike, li aliyê din jî tenê ji bo berjewendiyên malbat û şexsên ku girêdayî wan xebatê dike. Ji ber vê yekê hêviyên gelê Kurd yên Yekîtiya Netewî qaşo ku di aliyê partiya PDK’ê ve dihatin bi rêvebirin di nîvço de man.

Ji hemû deman û gavan zêdetir di pêvajoya ku niha em têde derbas dibin de pêwîstiya gelê kurd bi yekitiyê heye. Ji ber ku di vê pêvajoyê de dijiminê gelê kurd dixwaze gelê kurd di qirkirinekî dîrokî re derbas bike. Yên ku vê pêktînin jî, ji yekrêziya mala Kurdî pir acizin û dixwazin vê yekê bi kurdên Başûr û partiya PDK’ê bidin kirin. Ji ber kiryarên mala barzan û partiya wan PDK’ê yên li ser gelê başûr, nêzîkatiyên wan li hemberî KNK, dijminiya wan a li hemberî PKK, hevkariya wan a li gel dewleta tirk û dagirikirina Başûrê Kurdistanê û dijminiya li hember gelê Kurd û li hemberî yekitiya netewî tevahî hêviyên yekitiya netewî di nîvçû de hiştin.

 

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar