Di sala 2015’an de li 16 bajarên bakurê Kurdistanê, gelek rêxistinan Xweseriya Demokratîk ragihandibûn. Piştî ragihandina xweseriyê walitiyên van bajaran jî qedexeyên derketina derve ragihandibûn û bajar bi polîs û leşkeran hatibûn dorpêçkirin. Ev dorpêçkirin, bi mehan domandibû. Bajar û navçeyên ku bi mehan bê av û ceyran hatibûn hiştin, bi hovîtî û texrîbateke mezin re rû bi rû mabûn. Bi vê re gelek sivîl hatibûn qetilkirin, birîndar bûbûn û bi hezaran kes jî koçber bûbûn.
Yek ji van bajaran jî navçeya Cizîr a Şirnexê bû. Piştî ku li navçeyê qedexe hatibû ragihandin, li jêrzemînên du avahiyan zêdetirî 250 sivîl hatin qetilkirin. Li navçeyê yek ji pêşengê vê berxwedana ku li dijî tahde û zilma dewletê li ber xwe dabû jî hevseroka Meclisa Gel a Cizîrê Mehmet Tûnç bû û di jêrzemîneke navçeyê de hatibû şewitandin û qetilkirin.
Bi boneya salvegera pêncemîn a hovîtiya li jêrzemînên navçeyê hevjîna Mehmet Tûnç, Zeynep Tûnç axivî.
Ji ajokariyê ber bi pêşengiyê ve
Zeynep Tûnç, anî ziman ku dilê Mehmet Tûnç her tim ji bo berxwedanê lê dida û wiha got: “Mehmet, mirovekî pir cuda bû. Mirovekî karker, kedkar û têkoşer bû. Jiyana wî hemû bi zehmetiyê derbas bû. Mehmet, 5 caran qeza kir. Gelek caran ji mirinê filitî. Di qeza dawiyê de her kesî digot miriye. Piştî wê qezayê bavê wî jê re got, ‘Êdî ajokariyê neke.’ Di qezaya dawî de ji lingê xwe birindar bûbû û emeliyat bûbû. Ji ber ku birindar bûbû nedikarî derbikeve. Me jê re got, ‘Tişt nabe, em ji birçîna bimirin jî em ê nehêlin ku tu êdî vî karî biki.’ Piştî wê qezayê betal ma. Sebra wî nedihat. Lingê wî hîn baş nebûbû. Rojekî dotmama wî hat malê û ji me re got, ‘Ser xêrê be.’ Me jî got,’ Xêr be?’ Got,’ Mehmet, bûye hevserokê BDP’ê yê navçeyê.’ Çawa wisa got, em matmayî man. Çimkî em malbata wî bûn û ji me re negotibû. Mehmet, êvarê hat malê. Diya wî jê re got,’ Rast e, tu bûyî hevserokê navçeyê?’ Got,’Erê rast e.’ Mehmet, beriya bibe hevserok jî welatparezekî birêxistin û zana bû. Ji zarokan re zarok û ji mezinan re jî mezin bû. Dema ku Mehmet tev li partiyê bû 6 zarokên me hebûn. Diya wî her tim jê re digot, ‘Zarokên te hene, ev doz ne dozeke ji rêze ye û tu guneh î.’ Lê guh nedida van gotinan. Dema ku diçû carina qet nedihat malê. Rojên ku dihat malê jî bi hevalên xwe re dihat. Ez pir diqehirîm. Ez gelek caran jê hêrs dibûm û min jê re digot, zarokên te biçûk in dev jê berde. Lê li ber çavê wî dozeke ew qas şirîn bû, te çi jê re bigota paşguh dikir. Çend salan hevserokatiya navçeyê kir û pişt re di doza KCK’ê de hat girtin û 4 sal û nîvan di girtîgehê de ma. Cara ewil bû ji mala me kesek dihat girtin. Heta wê rojê em qet neçûbûn girtîgehê. Min nedizanî girtîgeh çi ye. Rojekî em çûn girtîgehê, ji bo hevdîtinê. Hevalên wî gişt ji ber me rabûn. Mehmet, hevalên xwe nîşanî me dan û got, ‘Hûn dibînin ev hemû ji ber ku gotine em kurd in hatine girtin.’ Bi vî awayî moral da me. Bi saya vê rêxistinê em ji gelek tiştan hîn bûn.”
‘Piştî ku rêxistinê nas kir gelek guherî’
Tûnç di berdewama axaftina xwe de diyar kir ku Mehmet Tûnç rojekê jî navber nedaye têkoşînê û rêxistinê bi awayekî erênî Mehmet guherand û ev tişt anî ziman: “Piştî ku Mehmet hat berdan me jê re got, ‘Êdi ji xwe re karekî bibîne û bixebite.’ Li wî ji me re got, ‘Bi Xwedê Zeyneb, min soz daye vê dozê û ez ê soza xwe pêk bînim. Hûn nizanin ku dozeke çiqas şîrîn e û tişta ku dikeve ser milê min ez ê pêk bînim.’ Her carê henek bi min dikirin û digot, ‘Zeyneb zarokên te mezin bûn, tu têra xwe dikî û min ji xwe re hesab nekin, ez ne yê we me.’ 3 meh derbas bûn û pişt re qedexeya derketina derve hat ragihandin. Piştî ku qedexeya derketina derve hat îlankirin, xatir ji min xwest. Min jî jê re got, ‘Xwedê alikariya te û hevalên te bike.’ Piştî ku qedexe hat îlankirin jî carina dihat serdana zarokan û pişt re diçû. Mehmet, piştî ku rêxistin nas kir, gelekî guherî. Bi taybetî jî nêzikatiya wî ya li hemberî jinan pir guherîbû û gelek zêde pêşketibû.”
‘Min nexwest ji Cizîrê derkevim’
Tûnç bi bîr xist ku gava qedexe dest pê kiribûn navçe bi temamî hatibû dorpêçkirin û wiha domand: “Piştî ku qedexeya derketina derve dest pê kir em 7 rojan di malê de man. Mehmet jî derbasî Taxa Cûdiyê bû. Piştî van 7 rojan Cizîr hat dorbêçkirin û şer û pêvçûn dest pê kirin. Li ser her girekî hêzên taybet hatibûn bicihkirin. Her roj Cizîr dihat bombebarankirin. Hin ji Cizîrê derketin û hin jî man. Em 7 rojan li malê man û pişt re depoya me ya avê teqandin. Yadê Esmer ji min re digot, ‘Zarokên xwe bibe û derbikeve.’ Min nedixwest derbikevim. Piştî 7 rojan em ji malê derketin û derbasî taxeke din bûn. Lê li vir jî her mal hedef dihatin nîşandan. Me bê av, bê ceyran û bê xwarin hiştin. Êdî derûniya zarokên me xerabû. Gotin bila 30 kes ala spî bigirin destê xwe û derkevin. Dayika Mehmet ji min re got, ‘Zarokên xwe bibe derkeve.’ Ji ber zarokên xwe ez derketim. Min ji heval Mehmet re negot, em diçin. Wekî ku hîs kiribû em derdikevin, ez geriyam û ji min re got, ‘Zeyneb hûn li ku derê ne?’ Min jî got, ‘Ez û zarokên xwe derdikevin û diçin Şirnexê.’ Ji ber ku ez derketim ez qet xwe efû nakim. Piştî ku ez çûm Şirnexê ez qet nesekînim. Kengî ku tev li televîzyonê dibû, bêhna min dihat. Mehek bi şûn de ez derbasî Sîlopiyayê bûm û ji wir jî hatim Cizîrê.”
‘Em ê serê xwe netewînin’
Her wiha Tûnç anî ziman ku dê her tim li pey têkoşîna Mehmet Tûnç û hevalên wî bin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Pişt re ez li Mehmet geriyam. Kengî min jê re bigota, ‘Hûn çawa ne?’ Her tim digot, ‘Em gelekî baş in.’ Min jê re got, ‘Em ji we re çi bikin?’ Got,’Gel kom bikin bila werin van birîndaran rizgar bikin. Şehîdên me hene.’ Min li ser telefonê qîr da û got, ‘Ma kî di Cizîrê de maye ku bê hawara we?’ Her ku ez lê digeriyam digot, ‘Bila gel kom bibe û van birîndaran rizgar bike.’ Em hatin Cizîrê jî lê tiştek ji destê me nedihat. Tişta ku me dît û hat serê me bila neyê serê tu mirovan. Xwedê bîne serê wan ê ku ev tişt anîn serê me. Ew leşker û tîmên ku li Cizîrê hatin bicihkirin taybet bûn û ji wan re ferman hatibû ku çi jin, çi zarok û çi kal ferq nake, bikujin. Bi Xwedê em ji wan natirsin û em ê tu carî serê xwe li ber zilma wan netewînin. Bi qasî ku em sax bin, em ê li pey doza xwe bin û em ê li pey xwîna şehîdên xwe bin. Em ê ji neviyên neviyên xwe re jî vê komkujiyê bibêjin û em ê tu carî nedin jibîrkirin. Ev birînên me wê tu carî neyên pêçandin.” ŞIRNEX