Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Hevkarî cesaretê dide darbekaran

Li ser darbeya qeyûman 17 roj derbas bû. 17 roj e gelê kurd li hemberî darbeyê li ber xwe dide û îradeya xwe diparêze. Kurd li gel hemû êrîşan, astengiyan li Amed, Wan, Mêrdin û gelek deverên din nobedariya demokrasiyê dikin.

Gelê Tirkiyeyê jî roja ewil ve talûkeya mezin a darbeyê û berfirehiya çepera darbeyê dît. Hin hewldanên hevkariyê jî derketin holê. Ji CHP’ê heya Partiya Saadetê, partiyên siyasî, saziyên demokratîk nerazîbûn nîşan didin. Nûnerên CHP’ê li Mêrdîn, Amed û Wanê hevşeraderan ziyaret kirin. Serdana şaredarê Stenbolê Ekrem Îmamoglu ku çû Amedê deng veda.

Ev helwdana demokratîk girîng e. Lê belê tu derdor nikarin dijberiya darbeyê di asta hevkariyê de hildin dest û binirxînin. Hemû kesekî ku maf û azadiyan diparêze, xwedî li demokrasiyê, xwedî li îradeya gel derdikeve, armanca darbeyê kî/ê dibe bila bibe neçar e ku li hemberî darbeyê derkeve. Derdorên ku li hemberî darbeyê bêdeng dimînin, şirîkê darbeyê ne.

Di vê çerçoveyê de pêwîstî bi têkoşîna li hemberî darbeyê heye. Û divê ku ev têkoşîn xurt be, bêfikar be, bêdûdilî be. Di vê warê de li hemberî darbeyê têgeha hevkariyê xelet e. Kî/ê hevkariya çi û bi kê re dike? Gotina hevkariyê, tê wateya “Hûn xwediyê têkoşîne ne û em jî alîgir in.” Rast e hedefa yekemîn a darbeyê destkeftiyên gelê kurd e. Lê belê mûxatabê darbeya ku li gel îradeya gel hatiye lidarxistin hemû derdorên ku rewatiya xwe ji îradeya gel digrinin. Tu darbe sînoran nas nake. Li cîhekî nasekine. Dema ku destpêkir dike ku hemû îradeyên gel desteser bike, wekî ûrekî li her deverê bela dibe.

Jixwe îşaretên vê yekê derketin holê. Ev darbe niha ber bi AKP’ê ve berfireh dibe. Serokwezîrê berê Ahmet Davutoglu û ekîba wî ji AKP’ê tên qewirandin. Abdullah Gul, Alî Babacan û ekîba wan di menzîla Erdogan de ne. Mafê siyasetê nadin AKP’iyan jî. Erdogan du roj berê baroyên mûxalîf tehdît kir û dê gavên desteserkirina baroyan biavêjin. Di 31’ê adarê de bi darbeyekî hilbijartinên Stenbolê betal kirin. Ji 23’yê hezîranê vir ve jî Ekrem Îmamoglu û şarederiyên CHP’ê tehdît dikin.

Di vê warê de rêbaza desthilatdaran qet naguherin. Ewil hemû rêbazên zordariyê li ser kurdan diceribînin û pişt re jî li gelemperiya Tirkiyeyê belav dikin. Darbeya qeyûman û desteserkirina îradeya gel jî wisa ye. Û herî dawî darbe serê xwediyên xwe jî dixwe lê dîsa jî rêveberên pergalê dev ji vê rebazê bernadin.

Lewma ‘hevkarî’ li hemberî van yekan hem ne çare ye û hem jî şerm e. ‘Hevkariya pasîf’ cesaretê dide darbekaran. Pêwîstî bi nerazîbûnek xurt, têkoşînek li hemberî darbeyê heye. Kes jî vê têkoşînê ji bo kesî nake, di serî de ji bo xwe, ji bo rûmeta li hemberî îradeya gel dike.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar