Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Hevkariya gemarî û plana hevpar a ji bo dagirkirina Rojava

Hevdîtinên di navbera MÎT û Muhaberatê yên bi navbeynkariya Rûsya û Îranê zêde bûn. Tê gotin ku tê gotin ku di hevdîtinan de hatiye destnîşan kirin ku divê bakurê Sûriyeyê bê dagirkirin û piştre di çarçoveya Mûtabaqata Edeneyê de bê parvekirin

Desthilatdariya faşîst a AKP-MHP’ê ku ji bo dagirkirina bakur û eojhilatê Sûriyeyê li pey firsendane, tê gotin ku bi navbeynkariya Rûsya û Îranê hevdîtinên xwe yên bi rejîma Sûriyeyê re zêde kirine. Hate ragihandin ku hevdîtin li Tehran, Moskov, Bexda û Hmeymîmê hatin kirin. Tê gotin ku di gelek hevdîtinan de Musteşarê MÎT’ê Hakan Fîdan jî amade bû û hevdîtin di çarçoveya Mûtabaqata Edeneyê de hatine kirin.

Weke ku tê zanîn dewleta tirk di 5-6-7’ê tebaxê de peymana ‘Mekanîzmaya Ewlekariya Sînor’ ku bi navbeynkariya DYA’yê re bi Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê re qebûl kir, di serî de peyman erênî nirxand. Lê piştî ku serokê giştî yê AKP’ê Tayyîp Erdogan di 27’ê tebaxê de li Moskovê hevdîtin kir, bi rengekî ku peymanê nas nake tevgeriya û ji bo dagirkirina herêmê sînyal da. Gotinên ji bo dagirkirinê piştî civîna navbera Erdogan, Putîn û Rûhanî ya li Enqereyê zêdetir bûn.

Hevdîtinên li Hmeymîm, Tehran û Moskovê

Li gorî agahiyan, rejîma Erdogan ku heta niha bi rêya hin navbeynkaran hevdîtin dikir, piştî civîna li Enqereyê hevdîtinên xwe zêdetir kir. Hevdîtinên ku Hakan Fîdan jî tê de amade bû li Hmeymîm, Tehran û Moskovê hatin kirin. Di çapemeniyê de hate weşandin ku serokê meclisa dewleta tirk Mûstafa Şentop jî li Bexdayê bi rejîmê re hevdîtin kiriye.

Xala hevpar: Dijminatiya li dijî kurdan

Tê gotin ku rejîma Erdogan hevdîtinên xwe yên bi serokdewletê Sûriyeyê Beşar Esad re zêde kirin. Rejîma ku di got ‘Kujer Esed’ û welatê Sûriyeyê hilweşand û şewitand, niha ji ber dijminatiya xwe ya bi kurdan re jê re dibe hevalbend. Ji bo dagirkeriyê jî Mûtabaqata Edeneyê ku di sala 1998’an hatibû amadekirin, bûye nuqteya hevpar ku li ser li hev kirine. Baskê avrasyayî û ergenekonî yên rejîma Erdogan dibêjin ku  pêkanîna Mûtabaqata Edeneyê dê têrê bike ku destketiyên kurdan ji holê bên rakirin.

Hevdîtin bi navbeynkariya Rûsya û Îranê pêk tên

Çavkanî dibêjin ku di hevdîtinên MÎT’ê û Muhaberatê de ku bi navbeynkariya Rûsya û Îranê pêk tên, soz hatiye dayin ku operasyona Tirkiyeyê ya li herêmê ‘dê ne ji bo parçekirina xaka Sûriyeyê be. Dê ji bo jihevbelavkirina kurdan be û piştî ku DYA ji herêmê hate vekişandin jî dê di çarçoveya Mûtabaqata Edeneyê de xwe vekişîne xeta sînor a ji 5 kîlometreyî.’”

Herêm li xwe parve kirin

Her wiha tê gotin ku di hevdîtinan de hatiye destnîşankirinku piştî ku artêşa tirk dest bi êrîşê kir, dê deverên Dêrazor, Tebqa û Hesekê bikevin bin kontrola rejîmê û Tirkiye jî li deverên ku bikevin nav wê dê demek piştre xwe jê vekişîne xeta sînor a ji 5 kîlometreyî. Her wiha tê gotin ku ev plana ji bo ‘rojhilatê Firatê’ tê kirin, tê nirxandin ku ji bo Cerablus, Ezaz, Bab, Efrîn û Idlib ên ji aliyê Tirkiyeyê ve hatine dagirkirin jî bikeve meriyetê.  Rûsya û Îran ku dixwazin hêzên koalîsyonê ya bi pêşengiya DYA’yê ji herêmê derxînin, piştevaniya planê dikin. Li gorî agahiyan, Rûsyayê mînak daye ku piştî dagirkirina Efrînê hin taxên li Helebê yên di bin kontrola YPG/YPJ’ê de bûn û Şehba ketiye kontrola rejîmê.

Di careke din de gotinên xwe guherandin

Ev plana ku di hevdîtinên navbera dewleta tirk û rejîma Sûriyeyê de hate nirxandin, nayê zanîn bê ka hatiye qebûlkirin an na. Lê belê Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov hefteya din wiha di got: “Fikarên ewlekariyê yên Tirkiyeyê mafdar in. Divê pirsgirêk di çarçoveya Mûtabaqata Edeneyê de bê çareserkirin.” Her wiha rejîma Sûriyeyê jî HSD weke ‘terorîst’ pênase kir. Bi awayeke hemwext jî serokomarê Îranê Rûhanî jî Mûtabaqata Edeneyê referans nîşan dabû.

Çavkanî: Ersîn Çaksû/ HESEKÊ – ANF

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar