Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

‘Hevkariya MÎT û PDK’ê’

YBŞ û hêzên ewlekariyê yên Şengalê li dijî tora sîxûran operasyoneke hevpar kirin û şebekeya sîxûran a MÎT û PDK’ê derxistin holê. Kesên hatin binçavkirin li xwe mikûr hatin ku ji bo MÎT’ê dixebitin. Her wiha rola PDK’ê ya di vê torê de jî derket holê.

Tirkiye ji sala 2017’an heta niha bi hevkariya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) êrîşên hewayî li dijî Rêveberiya Xweser û pêşengên Şengalê dike. Hêzên taybet ên girêdayî Yekîneyên Parastina Şengalê (YBŞ) û hêzên ewlekariyê çendek roj berê li dijî tora sîxûran ên girêdayî PDK û MÎT’ê “Operasyona Tolhildanê” li dar xistin. Di encama operasyonê de gelemperiya şebekeya sîxûran derxistin holê û gelek êrîşên hatine kirin jî derxistin holê.

Gelek kesên di nava tora sîxûran de cih digirin bi operasyonê hatin girtin. Hinek sîxûrên hatine biçavkirin li xwe mikûr hatin ku ji bo PDK û MÎT’ê dixebitin û tev li sûcên li dijî Rêveberiya Xweser a Şengalê, yekîneyên berxwedanê û pêşengên civaka êzidî bûne. Sîxûran yek bi yek vegotin bê ka tora sîxûran li Şengalê çawa ava kirine, PDK ciwanên êzidî çawa dike dijminên xaka xwe û kîjan sozan dide wan.

Ji du qonaxan pêk tê

Beşa yekemîn a bernameya “Dijminên Kokê” ya Çira TV’yê hat weşandin. Li gorî lixwemikûrhatinên di bernameyê de; rola PDK’ê ya di avakirina vê tora sîxûran de bi zelalî derket holê ku sazî û dezgehên Rêveberiya Xweser, hêzên parastinê û civaka êzidî hedef digirin.

Li gorî vê; qonaxa yekemîn a tora sîxûran piştî ku planên dagirkirina Xanesorê têk çûyîn û pêşmergeyên PDK’ê di sala 2017’an de ji Heşdî Şabî reviyayîn hat avakirin. Qonaxa duyemîn jî di serdema Peymana Şengalê ya di 9’ê Cotmeha 2020’an de hatiye mohrkirin pêk hat ku rêbazên şerê taybet hatibûn zêdekirin. Di vê pêvajoyê de MÎT û PDK’ê lez dan avakirina tora sîxûran. Ji vê salê ve êrîşên hewayî yên hewayî û bejahî yên li dijî Şengalê zêde bûn. Kesên ketine tora sîxûran, bi rêya PDK’ê birin navenda Parastinê ya li Dihokê û hevdîtinên xwe yên ewil ên bi MÎT’ê re kirin. Piştre jî ji bo li dijî Rêveberiya Xweser û Şengalê bixebitin şandin Şengalê.

Tevahiya hûrgiliyan lixwemikûrhatinên endamên MÎT’ê jî dê di rojên pêş de di bernameya “Dijminên Kokê” ya Çira TV’yê de bên parve kirin.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar