Tirkiyeyê di 23’yê nîsana 2021’an de li dijî herêmên Zap, Metîna û Avaşînê yên Herêma Kurdistanê, operasyona leşkerî dabû destpêkirin. Operasyona ku saleke ji bejahî û hewayî ve berdewam dike hê encam negirtiye. Tevî alîkariya hêzên taybet ên girêdayî Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) jî Tirkiye pêşketinek bi dest nexistiye. Operasyonên Tirkiyeyê yê ku bi piştgirî û hevkariya PDK’ê didomin bi xwe re nerazîbûnan jî tîne.
Bi hevkariya PDK’ê re heta niha li herêmê bi dehan baregehên Tirkiyeyê hatin bicihkirin. Trafîka ku di navbera Hewlêr û Enqereyê de jî di demên dawî de zêde bû. Tê gotin ku bi van hevdîtinan re tê armanckirin ku di demên pêş de dê bi hevkariya PDK’ê operasyonek bê lidarxistin. Ji aliyê din ve piştî ku “Peymana Şengalê” ya di 9’ê Cotmeha 2020’an de ku di navbera Hewlêr û Bexdayê de hatiye îmzekirin êrişên li ser herêmê jî zêdetir kir. Peymana ku beyî vîna civaka êzdî hatiye îmzekirin, niha gav bi gav dixin meriyetê.
Yek ji van pêkanînan jî çêkirina diwarê di navbera Şengal û Rojavayê Kurdistanê de ye. Diwarê ku bilindahiya wî 3 mîtroyan, 75 santîmîtroyan stûr û bi dirêjahiya 250 kîlomteryen tê çêkirin, armanc dikin ku danûstandina Rojava û Şengalê bê qutkirin. Hevserokê Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) Ahmet Karamus derbarê geşedanên dawî yên li Başûrê Kurdistanê de ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re axivî.
Karamus, diyar kir ku hevdîtinên Hewlerê yên bi Tirkiyeyê re zirareke mezin dide destkeftiyên gelê kurd û wiha got: “Îro li Başûrê Kurdistanê li dilê me be û ne dilê me be statûyek heye. Pêwîste ku pêwendiyên wan li gel welatên derdorê hebe. Pêwendî bi armancên cuda cuda çêdibin. Lê dema ku em lê dinêrin tehemûla dewleta Tirkiyeyê ya li hemberî statûya gelê kurd a li Başûr, Rojava û Bakur nema ye. Jixwe dewleta tirk ev çend salên dawî ne bi awayeke berfireh li dijî kurdan şerek daye destpêkirin. Di vî şerî de tu berjewendiyeke gelê kurd tune ye. Danûstandinên PDK’ê yên bi Tirkiyeyê re fikar û metirsîdar in. Di van hevdîtinan de tu deskeftiyên gelê kurd tune ne. Em aloziyên di nava gelê kurd de û hevkariya PDK’ê ya bi Tirkiyeyê re metirsîdar dibînin. Em van hevdîtinan erênî nabînin. Her çiqas rayedarên dewleta tirk û hikûmeta herêmê di daxuyaniyên xwe de bibêjin ku ev hevdîtinên li ser bazirganiyê tên kirin jî ne wisa ye. Armanca dewleta tirk ji wê zêdetir tişteke dine. Ji xwe dewleta tirk ser erd û bin erdê Kurdistanê hemû talankirine.Hevdîtinên PDK’ê yên di asta leşkerî de, daxuyaniyên wan,vekişandina hêzên wan têkçûyina deskeftiyên gelê kurde.Eger di vî warî de pêwistiya bi pêwendiyê hebe, ji xeynî Tirkiyeyê dikarin ku ji rêxistin û partiyên herêmê re bicivin. Peyman û hevdîtinên dewleta Tirkiyê û PDK’ê yê weke mînak peyman nefta Kurdistanê ya 50’î salî cihê metirsiyê ye. Agahiya hêzên başûrî jî ji vê peymanê tune ye. Naveroka danûstandinên Tirkiyeyê û PDK’ê ji van nêz ve tune ye. Li herêmê li hemberî hevdîtinên PDK’ê yên bi Tirkiyeyê re bertekek cidî heye.Ev jî cihê metirsiyariyê ye. Ev hevkariyeke ne rewa ye. Ev hevdîtine dibe sedemê têkçûyina deskeftiyên gelê kurd. Dewleta tirk di vî warî de helwesta xwe bi aşkere dide nîşandin. Wezîrê Ewlehiyê yê Tirkiyeyê di daxuyaniya xwe de got ku hebûna Kurdistanê bi tu şêwazî qebûl nakin. Dema ku hebûn, statû û deskeftiyên te neyên qebûlkirin bi çi awayî hûn bi wan re hevdîtin dikin. Yan jî ev hevdîtine wê li ser çi esasî tên kirin?”
Karamus, da zanîn ku armanca hevdîtinan tunekirina deskeftiyên gelê kurd e û wiha berdewam kir: “Di van hevdîtinan de her aliyekî daxwazeke wan heye. Ji xwe dewleta tirk dide diyarkirin ku sînorên xwe yên Misak-î Mîllî hin berfirehtir bikin. Erdogan di axiftineke xwe de bi nexşeyeke destnîşan dike û em di wê nexşeyê de baş dibînin ku herêma başûr beşeke gelek mezin xistiye bin sînorê xwe yê bi navê Mîsak-î Mîllî de. Dixwazin ku plana xwe ya 2023’yan pêk bînin. Ji xwe daxwaza wan a berê jî ya li ser Kerkûk û Musilê ji aliyê dîrokî ve jî di bin sînorê dewleta tirk de ye. Dixwazin van herdu herêman jî bixin bin kontrola xwe. Di vir de hedefeke Tirkiyeyê û PDK’ê ya hevbeş heye. Di vir de armanc tasfiyekirina tevgera azadiya Kurdistanê ye. Armanca sereke ya dewleta tirk ew e ku Herêma Kurdistanê dagir bike.”
‘Dixwaze herêmê bixe bın sînorê Mîsak-î Mîllî’
Karamus, bi lêv kir ku li herêmê her kes ji hevdîtinên PDK’ê yên bi Tirkiyeyê re neraziye û wiha axivî: “Hedefa dewleta tirk ne xêrxwaziya kurd û Kurdistanî ye. Hedefa wê ew e ku herêmê carekî de bixine bin kontrola xwe. Li Musil, Kerkûk û cihên din bicihkirina hêzên dewleta tirk perçeyeke vê konseptê ye. Rewşa Rojavayê Kurdistanê jî ji vê ne cudatire. Ji Efrînê bigire heta ku Bradostê dixwaze korîdoreke ku ji kurdan bê paqijkirin ava bike. Dixwaze ku serweriya xwe liv an deveran pêk bîne. Heke dewleta tirk derfet hebûya wê tevahiya herêma Rojavayê Kurdistanê jî dagir bikira. Armanca wê ne tenê dagirkirina Başûrê Kurdistanê ye, dixwaze Rojavayê Kurdistanê û Şengalê jî dagir bike. Her hêzeke siyasî yê herêmê van hevdîtinan weke deskeftiyên gelê kurd nabînin û weke têkçûyinê şîrove dikin.”
‘Wê şerê navxweyî rû bide’
Karamus, bal kişand ser operasyoneke gengaz a li dijî Başûrê Kurdistanê û got: “Heke operasyoneke muhtemel bi hevkariya PDK’ê çêbibe wê zirareke mezin bi xwe re bîne. Ji xwe demeke dirêje operasyonên dewleta tirk ên li dijî herêmê berdewam in. Ji bo ku karibin herêmê carekî din dagir bikin, serî li her rêbazî didin. Di van du sê salên dawî de bi awayeke aşkere xuya bû ku dewleta tirk ne bi tena serê xwe, bi hevkariya PDK’ê van operasyona pêk tîne. Heke tevlibûna PDK’ê di van operasyona de û hewlên dagirkeriyê de neba wê tenê bi daxuyaniyekî bida xuyakirin. Tirkiyeyê li herêmê bi dehan baregehên xwe yên leşkerî, îstîxbaratî bi tevahiya Kurdistanê bi cih kirine. Ev ne tenê bi biryara Tirkiyeyê bi hevkariya PDK’ê pêk tên. Heke operasyoneke nû çêbibe, wê ev bibe berdewam operasyona 23’ê Nîsana 2021’an.Armanca dewleta tirk ew bû ku di van operasyonan de serkeftinekî bi dest bixe. Lê beramberî van hewlên dagirkeriyê berxwedaneke behempa ya mezin hate nîşandan. Di van operasyonan de encamên ku dewleta tirk dixwest bi dest bixe lê bi dest nexist. Lewra heta astekî hêzên PDK’ê li başûr fîîlî tevli şer nebûne. Lê di van geşedanên dawî de armanc dikin ku hêzên leşkerî yê başûr jî tevli bikin. Heke şerê kut ê texmînkirin bê destpêkirin, bêşik û bêgûman wê şerekî kurdan ê navxweyî rû bide. Heke PDK li hemberî van hewledan û hedefên Tirkiyeyê helwesteke netewî nîşan nede wê encam gelek xerab bin. Ev wê hebûn û statûya gelê kurd li çar perçeyan bixe metirsiyê. Di şerekî navxweyî de tu kurd bi ser nakeve. Ev tê wateya têkçûyina deskeftî û statûya gelê kurd. Jixwe dewleta tirk dixwaze di vê qonaxa nû de ku şereke navdewletî yê cîhanî ku di navbera Rusya û Ukrayna ku dinya gişt pê mijûl bûye bêdengî operasyoneke pir berfirehtir pêk bîne.”
‘Dixwazin ku Şengalê bikin girtîgeheke berfiıreh’
Karamus, bal kişand ser çêkirina diwarê ku di navbera Şengal û Rojava de û got: “2 sal beriya niha di navbera hikûmeta navendî û PDK’ê de peymanek çêbû. Em aşkere diyar dikin ku bi fîîlî îmzeya dewleta tirk di bin wê peymanê de tune ye. Lê belê ji bo ku statûya Şengalê ji holê rabe piştgiriyê dide vê peymanê. Ji xwe metirsî ew e ku bi hevkariya dewleta tirk û piştgriya hikûmeta navendî û PDK’ê statûya Şengalê ji holê bê rakirin. Îro hikûmeta Iraqê di navbera Şengal û Rojava de diwaran çêdike. Ne di dema Seddam de û ne jî di dîrokê de nehatiye ditin ku di navbera Rojava û Şengalê de diwareke bi vî rengî hatiye çêkirin. Ev konsepteke dewleta tirk e. Weke Bakûrê Kurdistanê û Rojava ji Efrînê bigirin heta Cizîr û Silopiyayê diwareke ku bi carekî peyvendiyên gelê kurd ên serxetê û binxetê ji hevûdin qut bike ava dike. Dixwaze ku Şengalê bifetisînin. Stratejiya wan ew e ku Rojava û Şengalê ji hev qut bikin û dûr bixe. Ev konsepteke dewletên konilyalîst in. Helwesta me eşkere ye. Şengaliyan bi bedelên mezin deskeftiyên baş bi dest xistine. Pêwîste ku em piştgiriyê bidin Şengalê. Dixwazin Şengalê bikin girtîgeheke berfireh. Ev plan ji bo ji holê rakirina civaka êzdiyan e. Pêwîste ku her kes helwesta xwe nîşan bide.”
‘Wê zirareke mezin bide civaka êzdî’
Karamus, destnîşan kir ku avakirina diwarê di navbera Şengal û Rojava de konsepta şerek nû ye û ev bang li hêzên kurd kir: “Avakirina vî diwarî wê zirareke mezin bide civaka êzdî. Ev diwareke qirkirinê ye û tunekirina baweriyekî ye. Êzdiyatî dîroka kurdan a resen û zindî ye. Di vî warî de hebûna civaka êzdî tê fetisandin û wê danûstandina wan ya bi cîhanê re bê qutkirin. Ew fermanên din ku encamên bi dilê wan bi dest nexistine, dixwazin bi vî rengî bi dest bixin. Di heman demê de bi çêkirina vî diwarî pêwêndiyên her çar perçeyên Kurdistanê ji hev qut dikin. Jixwe konsepta dewleta tirk ya nû ew e ku bêdengî herêmê bixe bin kontrola xwe. Ev konsepte dibe ku xeyalî be, lê dewletên dagirker wê ne tenê ji têkbirina serhildana razî bin, ew dixwazin şereke topyekûn bidin destpêkirin û di carekî de tune bikin. Em weke KNK bang li her çar perçeyên Kurdistanê dikin ku, hêj nebûye dereng helwesteke netewî nîşan bidin. Pêwîste ku em konsepta dewleta tirk têk bibin. Em bangawaziya diyalog û muzakereyê dikin.”