Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

‘Hevkariyeke xurt ya kurd-ermen wê tirkan bide sekinandin’

Şêwirmendê serokkomarê Atrsaxê Davîd Babayan destnîşan kir ku pêwîst e hevbendiyek û hevkariyeke xurt di navbera gelê kurd û ermen de hebe û got: "Ev hevkarî dê pirsgirêkên kevn çareser bike ku tirkan di navbera kurd û ermenan de fîtne belav kir.” 

​​​​​​​

Bi rasthatina salvegera 108`an a komkujiyên osmaniyan li dijî ermenan re ku di encamê de nêzî milyonek û 500 hezar ermenî hatin kuştin, êdî 32 dewletên cihanê ev komkujî nas kir û bi jenosid bi nav dikin

her sal di 24`ê nîsanê de, cihan ev komkujî bi bîr tîne ku osmaniyan pêk anîn û hîna bi destê Erdogan berdewam e. Ev komkujî bi jenosida yekemîn di serdema 20`an de hat binavkirin.

Tevî ku komkujî wek jenosidek hat naskirin, lê dewleta tirk hîna komkujiyên din li dijî ermen û kêmneteweyên din mîna ereb, kurd, yewnan, sûriyeyiyan û ermenên li Qerebaxê didomîne.

Şêwirmendê serokkomarê Artsaxê Davîd Babayan ji ajansa ANHA re têkildarî mijarê axivî: “Jenosida li dijî ermen, kurd, asûr, êzidî û yewnan de ji aliyê dewleta tirk ve pêk hatî, di dîroka mirovahiyê de ya herî xetere ye.”

Babayan wiha domand: “Siyaseta qirkirinê ya ku dewleta tirk li dijî ermen û kurdan pêk tîne, berdewam in. Em dikarin bêjin ku di dîrokê de ev jenosida herî demdirêj e.”

Babayan ev li gotinên xwe zêde kir: “Tirkiye û hevkarên wê, komkujî û koçberkirina ermen û kurdan li herêmên cuda didomînin. Li rex wê Tirkiye van komkujiyan înkar dike, dewletên yan jî rêxistinên van komkujiyan nas dikin, şerê wan dike. Artsax yek ji armancên herî girîng ên qirkirinê ye ku Tirkiye û Azerbeycanê bi hev re pêk anî.”

Der barê rêbazên rawestandina siyaseta qirker a deweta tirk Babayan bang li civata navneteweyî kir ku Tirkiye û Azerbeycanê bi pêkanîna komkujiyan, sûcdar bikin û fişarê li wan bikin da ku ji bo ku wan komkujiyan nas bikin û wiha pê de çû: “Di pratîk de, ev ne gengaz e ji ber ku niha, berjewendî esas tên girtin. Gelek dewlet û hêz rasterast û nerasterast piştgiriya Tirkiye û Azerbeycanê dikin. Wê diparêzin û dehf didinê.”

Li gorî Davîd Babayan, meşandina xebatê bi delwet û rêxistinên cuda re cewhera dozê ye ji bo ku ev komkujî werin naskirin. Babayan di heman demê de bang kir ku hemwextî wê, xetên din bên vekirin û hevbendiyek û hevkariyeke xurt di navber mexdûran û welatan de ji bo ku bi hev re li hember jenosidên Tirkiye û Azerbeycanê bisekinin.

Babayan, destnîşan kir ku pêwîst hevbendiyek û hevkariyeke xurt di navbera gelê kurd û ermend hebe û got: “Her du gelan bi destê Tirkiye êş û zehmetiyên mezin kişandin. Hevbendiya xurt jî di vir de xwezayî ye.”

Babayan di dawiyê de wiha anî ziman: “Ev hevkarî, dê bi xwe re hevkariyeke ermenê xiristiyan û kurdê misilman bi xwe re çêke. Sûcê li dijî mirovahiyê ol nas nake, ji aliyê hemû olan ve nayê qebûlkirin, bi taybet ji bo mîna van olên cihanî. Ev hevkarî dê pirsgirêkên kevn çareser bike ku tirkan di navbera kurd û ermenan de fîtne belav kir.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar