Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Pazartesi - 8 Temmuz 2024

Hevpeymana civakî ya Rêveberiya Xweser nûneriya her gelan dike

“Ev peyman dê li ser rêya lihevhatinan ne tenê di navbera gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de di nav hemû gelê Sûriyeyê de bibe destpêka pêngava yekem.”

Peymana civakî mîna qonaxekê ku piştî çeteyên DAIŞ’ê ji herêmê hat paqijkirin, her çawa ku qonaxeke bi ewle û lihevhatî dixwaze ava bike, ev hemû lihevhatin di navbera hemû pêkhateyên herêmê de kurd, ereb, misilman, xiristiyan, êzidî, suryanî, keldanî û aşûrî tê dîtin.

Di vê çarçoveyê de, nûnera Meclisa Sûriya Demokratîk Leyla Mûsa a li Misirê ji ANF’ê re axivî û wiha got: “Der barê ji nû ve destpêkirina civînên Komîteya Destûrî de lihevkirin nîne. Ji ber vê yekê peymaneke civakî bi hewl û îradeya gelê Sûriyê bê destwerdaneke derve û bê îrade û ji hundirê Sûriyeyê hatiye tacîdarkirin. Ev bi serê xwe destkefta herî mezin a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye. Derxistina vê peymana civakî piştrast dike ku gelê Sûriyeyê xwedî îrade û biryar in, bi îradeya xwe peymana xwe ya civakî pêk tînin û ji bo birêvebirina herêmên xwe ku dûrî her ferman û destwerdaneke derve be kar dikin. Ev peyman dikare ji bo Sûriyeya paşerojê bibe modelek û li herêmên mayî jî were belavkirin. Peymana civakî hêza xwe jê distîne. Ev peyman dê li ser rêya lihevhatinan ne tenê di navbera gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de di nav hemû gelê Sûriyeyê de bibe destpêka pêngava yekem.”

Di heman demê de lêkolînerê siyasî yê Misirê Hanî El-Gemal jî diyar kir ku ragihandina Peymana Civakî ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo berfirehkirina bandora xwe li ser vê erdnîgariyê, gaveke girîng e. Hanî El-Gemal wiha got: “Cihê ku ji bo parastinê têdikoşe, rûbirûbûna rejîma Sûriyeyê û piştre jî komên terorîst, bi taybetî rêxistina terorîst a DAIŞ’ê, ku min li dijî wê ji bo parastina mîrata mirovî ya vê herêmê şer kir. Guhertina navê Rêveberiya Xweser li ser navê Rêveberiya Xweseriya Demokratîk li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê piştrast dike ku ev mijar li heft bajarên girêdayî wê rêveberiyê yên cuda, bi awayekî yekgirtî ye. Lê rêveberiyê piştrast kir ku ew ê ne di rewşeke cudabûna tam ji Komara Sûriyeyê de be, lê ew pergaleke federalî yan konfederal li gor peymanê ava dike. Rêveberiya xweser di vê çarçoveyê de dibe ku ji ezmûna Iraqê yan jî ezmûna federalîzmê li Swîsreyê werbigire.

Di gelek xalên peymana civakî de teqezî li ser mafên jinan, parastin û wekheviya zayendî hatiye kirin û em di nav malbata demokratîk de xwedî îradeyeke azad. Ev mijar di encama fikrên Rêber Abdullah Ocalan û balkişandina wî ya li ser piştgirî û rêzgirtina ji statû û mafên jinan pêk tê û di biryargirtin û avakirina jiyana siyasî de hevparê rast e.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar