Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...
Cuma - 5 Temmuz 2024

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

‘Hevrê Fazil fermandarekî Kurdistanê ye’

Fermandariya Biryargeha Navenda Parastina Gel (NPG) fermandar Fazil (Ahmet Şeker) bi rêzdarî bi bîr anî û got “Hevrê Fazil bû yek ji fermandarê Kurdistanê û heqîqeta Apogeriyê.”

Di daxuyaniya Fermandariya Biryargeha Navenda Parastina Gel (NPG) de ev tişt hate gotin: “Hevrêyê me Fazil (Ahmet Şeker) ku di Têkoşîna Azadiya Kurdistanê û şerê parastina rewa de xwedî ked û roleke mezin e, şehîd bû. Di serî de ji malbata hêja ya hevrê Fazil em ji gelê me yê Botanê, ji gelê Kurdistanê yê welatparêz re û ji hemû hevalên me yên li her qadê têdikoşin re, sersaxiyê dixwazin. Em di şexsê heval Fazil de, hemû şehîdên xwe bi rêzdarî bi bîr tînin.

Hevrê Fazil ku milîtanekî jêhatî, şervanekî leheng û fermandarê pêşeng bû yê ku fezîletên bilind ên mirovatiyê yên Apoyîbûnê di kesayeta xwe de dihewand, li gundê Gitê yê Botanê, li quntara Çiyayê Cûdî ku welatparêziya kurd lê kûr e, ji dayik bû. Gundê Gitê di navbera parçeyên Bakur, Başûr û Rojava yê welatê me de ye. Hevrê Fazil li gundê gundê Gitê di nav hawirdoreke çandî ya dewlemend de mezin bû. Gelê Botanê her dem piştgirî daye berxwedanên kurdan ên li her parçeyên Kurdistanê û bi awayekî çalak tevlî van berxwedanan bûye. Gelê Botanê xeyala Kurdistana azad her dem di dilê xwe de mezin kiriye, dema ku tevgera Apoyî li herêmê geş bû, têkiliyeke kûr a ji dil bi PKK’ê re danî. Dewleta tirk ji bo ku pêşiya tevgera azadiyê bigire xwestiye gundê Gitê kiriye cerdevan û wan bîne hemberî têkoşîna azadiyê lê gund welatparêziya xwe parast. Hevrê Fazil di zemîneke wisa civakî de, dest bi têkoşînê kir.

Wekî Fermandar Egîd bû fermandarekî mezin

Hevrê Fazil nirxên welatparêziya qedîm a gelê Botanê, cewhera wê ya civakî ya ku xera nebûye û di şexsê egîdiya gel de, bi îdeoloiya Apoyî re kire yek û bû qehremanê gel. Hevrê Fazil ku ji şervantiyê dest pê kir û di pratîka şer de gav bi gav mezin bû, hemû tecrubeyên xwe bi xwe ceriband û tecrubeyên xwe ji gelek hevrêyên xwe yên ku li kêleka wî şehîd bûne wergirt û bû fermandarekî ARGK’ê yê ku bi karakter û kesayetiya xwe ya çalakvan dihat nasîn. Pêşengiya bi sedan hevrêyên xwe kir û bû fermandarekî efsanewî yê Botanê. Wî ruhê fedayî yê Apoyî veguherand tarzê êrîşa giran, gelek derb li dijmin xist, rakirina çekên ji ser dijmin ji xwe re kir rêgez, wî îradeya xwe bi dijmin da qebûlkirin û rastiya şer bi awayê ku neyê înkarkirin danî holê. Li gelek herêmên Botanê di asta yekemîn de berpirsyarî stend, plansaziya gelek çalakiyên serkeftî kir û wî bi xwe ev çalakî kir. Wekî hevrê Kemal Pîr berxwedêr bû, di cihê xwe de nedisekinî, her dem li pêş bû û tevlêbûna nav xebatê ji xwe re dikir esas. Wekî Fermandar Egîd bû fermandarê me yê ku bi cesareteke mezin çû ser dijmin û bi ruhê tolhildanê derbên giran li dijmin xist.

Ew Apoyîyekî heqîqî bû

Wî têkoşîna bi felsefeyeya ‘loqmeyek, xirqeyek’ a ku hevrê Hakî Karer li tevgera Apoyî zêde kir, li çiyayên Kurdistanê kûr jiya û xiste pratîkê. Wî her nirx diparast, li ser esasê van bike bingeha têkoşînê, di demên herî zehmet de bi hevalên xwe re par ve dikir û ji bo nirxan mezin bike, têdikoşiya. Di her kêlîka jiyanê de bala wî li ser pêşerojê bû, wî hesabê têkoşîneke demdirêj dikir û wekî derwêşan bû. Bi kesayetiya xwe ya nefsbiçûk û bi karakterê xwe yê hevpar bû fermandarekî ku xwe ji hemû pêdiviyên hevrêyên xwe berpirsyar didît, bi her tiştê şervanên di bin fermana xwe de eleqedar dibû, dema ji hevrêyên xwe re xizmet dikir wî moral distend. Ji ber vê jî ew fermandarekî wisa bû ku hemû hevrêyên wî jê hez dikirin û hurmeteke mezin didan wî. Hevrê Fazil bi tecrube û danheviya salên xwe yên di nav têkoşînê de derbas kiriye re, ji Rêber Apo perwerde stendiye, wî xeta îdeolojîk, rêxistinî û polîtîk a PKK’ê fêm kiriye û ev tişt di şexsê xwe de kiriye wekî nasnameyekê. Bi helwest, tevger û jiyana xwe xîtabî dilê mirovan dikir. Ew Apoyîyekî heqîqî bû.

Bû fermandar û mîmarê têkçûna artêşa tirk

Hevrê Fazil yek ji fermandarên efsanewî yê ARGK’ê bû. Pêşengî ji gerîlatiya demê ya nû ya HPG’ê re jî kiriye. Fermandarekî me bû ku taktîkên nû û têgihiştina serkeftinê ya şer pêş dixist. Zanebûna wî ya leşkerî, zanebûna wî ya taktîk û evane hemû bi afirêneriyek mezin xist pratîkê û bû fermandarek bê hempa. Li ser esasê pêşxistina pêngava 1’ê Hezîrana 2004’an derbazî Heftanînê bû û berê xwe da Botanê. Pêşengî kir û berpirsyarî girte ser xwe. Piştre sala 2005’an derbazî herêma Colemêrgê bû û pêngava gihand pêvajoyek nû. Tevlî gelek çalakî û şeran bû û pratîkek serkeftî afirand. Hevalê Fazil hîna di sala 2007’an de girîngî dida xebatên şerê tunelan û keda wî bi xwe jî di nava van amadekariyan de hebû.

Ew bû fermandar û mîmarê têkçûna artêşa tirk a di salên 2008’an li Zapê de. Li Şkefta Birîndara li dijî êrîşên dijmin bi biryardariyek mezin sekinî û ne tenê êrîşên dagirkeriyê pûç kir, derbeyek dîrokî li artêşa tirk da. Li qadên herî zehmet qet bê çare nedima û dizanîbû ku hêviyê biafirîne. Ev yek ne tenê bi gotinê, bi keda xwe jî dixist pratîkê û dikir heqîqet. Hevrê Fazil di cewher, gotin, çalakî û pratîkê de hestiyarek mezin pêş xist û bûye navê fermandarî û gerîlatiya ku serkeftinê diafirîne. Her wiha hevrê Fazil sala 2011’an êrîşa hêzên Îranê ya li ser Qendîlê, bi sîstema parastinekê pûç kir.

Fedaiyê gelê xwe bû

Dema ku çeteyên faşîst li dijî gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê êrîşên qirkirinê pêk dianî, ji bo ku berxwedana gelê me mezin bike, di nava vê têkoşînê de cihê xwe bigire û tecrubeya xwe ya bi dehan salan bixe di bin xizmeta gelê me de, ketiye nava tevgerê. Bi rengekî fedayî tevlî vê têkoşînê bû. Zaniye bibe fermandarekî ku encam bigire û bi ser bikeve. Wezîfeyên xwe yên pêşengiyê bi layiqî bi cih dianî û bi hezaran şervan perwerde kirin. Êrîşên li dijî gelê me hatine kirin, bersivand.

Hevrê Fazil serkeftinên ku têra temenekî nakin, bi ser xist. Ji Botanê heta Zagrosan, ji Qendîlê heta Heftanînê, li her çar parçeyên Kurdistanê di asta bilind de berpirsyarî girtiye ser xwe. Gelek şer koordîne kirine, bi sedan şervan û fermandar perwerde kirine. Li ku derê pêdiviyek a têkoşîna me hebe, bêyî teredut û bi coşek mezin wezîfeyên li wir pêk aniye.

Li her dera Kurdistanê têkoşiyaye û bi ser ketiye. Hevrêyê me Fazil bi vî rengî kariye bibe Fermandarekî Kurdistanê. Ji jiyana xwe ya 54 salan, 34 sal bi têkoşînê derbas kiriye. Di nav gel û hevrêyên me de, şopên kûr ên nayên jibîrkirin hiştiye. Weke hevrêyên Fazil ku mil bi mil li cem wî şer kirine, em soz didin ku em ê her tim şopdarê hevrê Fazil bin, tarzê wî yê fermandariyê ji xwe re mînak bigirin û em ê gerîlatiya serkeftinê bikin heqîqetek û teqez armancên wî bi ser bixînin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar