Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...
Cuma - 5 Temmuz 2024

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

‘Hevrê Helmet sekna milîtaniya herî bedew di kesayeta xwe de şênber kiribû’

Komîteya Rêveber a PKK’ê bi boneya yekemîn salvegera şehadeta Diyar Xerîb Muhammed (Helmet) daxuyaniyeke nivîskî da û bi bîr anî.

Daxuyaniya Komîteya Rêveber a PKK’ê wiha ye:

“Yekemîn sala şehadeta endamê Komîteya Navendî ya PKK’ê hevrê Helmet (Diyar Xerîb Muhammed) bi dawî dibe. Weke ku tê zanîn, hevrê Helmet di 5’ê tîrmeha 2019’an de ji aliyê dewleta tirk ve bi piştgiriya hevkar û hêzên xayin bi êrîşeke hewayî li Herêmên Parastinê yên Medyayê tev li karwanê şehîdan bû. Di serî de hevrê Helmet, şehîdên me yên ku ji bo azadiya Kurdistanê canê xwe feda kirin, gelê me bi pêşengiya partiya me hîn bêhtir li dora doza me ya mafdar dicivînin û daxwaza me ya têkoşînê zêdetir dike. Em ketine serdemeke welê ku ji bo bicihanîna armancên şehîdên me gelê me wê têkoşînê mezin bike, ala azadiyê bi serkeftinê tacîdar bike.

Di her şert û mercî de bû hevrêyeke mînak

Hevrê Helmet 25 salan li nava refên şoreşê cih girt, li hemû qadên têkoşîna me kar kir, serxistina her wezîfeyê danî pêşiya xwe. Weke ku tê zanîn hevrê Helmet endamê Konseya Serokatiya Giştî ya KCK’ê bû. Bi hişmendiya berpirsyariya dîrokî ya vê wezîfeyê kar hemû bi rê ve dibir. Her tim û di nava her şert û mercî de bû hevrêyekî mînak û mohra xwe li her karî xist. Hevrê Helmet sekna milîtaniya herî bedew û milîtanî ku wezîfeyên şoreşê bi rengekî yekgirtî dinirxand û yekgirtî dimeşand, di kesayetiya xwe de şênber kiribû. Ji aliyekî ve weke fermandar û rêveberekî baş berpirsyarî dabû ser milê xwe, li aliyê din jî weke gerîlayekî baş şer dikir. Li aliyekî weke rewşenbîr-akademîsyenekî nivîs dinivîsand, ders dida, li aliyê din jî li qada civakî di asta pêşengiyê de wezîfe girt ser milê xwe. Li her qada kar, bi sekna xwe ya têgihiştî, bi kûrahiya feraseta xwe, bi taybetmendiya xwe ya mezin a empatiyê li her kesî guhdarî dikir, perspektîfeke yekgirtî diafirand û her tim di nava her şert û mercî de çareserî hildiberand.

Fehmkirina Rêber Apo û kûrbûna di paradîgmaya Rêbertî de kir ku hevrê Helmet xwe bigihîne rastiya Rêbertî û vê rastiyê pêk bîne. Di her kêliyê de jiyana bi felsefeya Rêbertî ji xwe re kir esas, lewma bû yek ji wan hevrêyan ku bi Rêbertî re meşiya. Bû yek ji avakar, lêgerîner û afirînerê modernîteya demokratîk. Kelecana mezin a paradîgmaya neteweya demokratîk a Rêber Apo kir ku ew hîn bêhtir berê xwe bide dîroka Kurdistanê, di vê mijarê de ders da û lêkolînên xwe dewlemendtir kir. Bi têgihiştina cudahiya navbera xeta azadiyê û xeta xiyanetê ya li Kurdistanê, ji bo dîroka azadiyê biafirîne gelekî ked û hewl da.

Bersiva pirsa ‘Mirovê azad divê çawa bijî’ jiyana bi rengê Helmet e

Hevrê Helmet kûrahiya hişmendiya xwe ya dîrokî bi hişmendiya civakî, bi têgihiştina hunerî, bi hezkirina xwezayê û feraseta gerdûnî ya yekbûyî re kir yek û bû milîtanekî mînak, mirovekî mînak. Bi hezkirin û hurmeta li hevrêtiyê, bi kûrahiya dilnizmiya xwe, bi hewldana xwe ya ji bo hînkirinê, bû hevrêyê hevrêyan. Lewma bersiva li pirsa ‘mirovê azad divê çawa bijî?’ jiyana bi rengê Helmet e. Ev rastî, wateya ku em ji şehîdan fêhm dikin, nîşaneya wêjeya şehîdan e.

Başûrê Kurdistanê bi pêşengiya PKK’ê bi rengekî mezin li azadiyê hişyar bû. Di nava şoreşa azadiyê ya 30 salan de Dr. Sîrwan, Cotyar Hewlêrî, Şêx Kameran Hîranî, Aram Kerkûkî, Geşbîn, Rêda, Genco Xoşnaw, Destîna Qendîl, Viyan Caf, Derya Zêbarî, Helwêst Partîzan, Bîlal Şeqlaweyî, Xogir Gezneyî û gelek fermandarên pêşeng ên mîna wan derketin û têkoşîn bilind kirin.

Ji bo ruhê Raperînê bi ser bixîne bi daxwazeke mezin kar kir

Hevrê Helmet, xeta PKK’ê û karên şoreşê yên PKK’ê yên li başûrê Kurdistanê, li gorî dilsoziya bi şehîdan re têkoşîna bênavber û serkeftin di ser her tiştî re didît. Hevrê Helmet baweriya bi îradeya şoreşê û hêza gelê başûrê Kurdistanê bi îdiayeke mezin nû kir û xist meriyetê. Ji bo ruhê Raperînê bi ser bixîne û yekitiya neteweyî ya demokratîk a gelê Kurdistanê pêk bîne bi daxwazeke mezin kar kir. Ji bo jiyana bi hev re ya gelan, ji bo pêkhatina paradîgmaya neteweya demokratîk û jiyana azad a mezheb, bawerî û komên etnîkî hemûyan, bi hemû hêza xwe kar kir. Ji serkeftina xwerêveberiyê bawer kir ku xwe dispêre xweseriya demokratîk a Kurdistanê û bi vê baweriyê bi rengekî bêdawî hewl da. Daxwaz û biryardariya herî mezin a hevrê Helmet pêkanîna Rojhilata Navîn a demokratîk bû. Lewma bi qasî li başûrê Kurdistanê li tevahiya Kurdistanê hate naskirin, bû pêşeng û bi şopa kûr a li pey xwe hişt bû mirovekî fikrî yê mezin, bû pêşengekî mezin ê şoreşê û avakarê civakê.

Di hemû karên xwe de jin weke pêşengên şoreşê dît

Hevrê Helmet baş têgihiştî bû ku şertê bingehîn ê hevrêbûna Rêber Apo dilsoziya bi têkoşîna azadiyê ya jinê ye û bû yek ji hevrêyên pêşeng ku ev hişmendî xiste meriyetê. Hevrê Helmet bi gotina ‘Hîndekara herî mezin a jiyana min, dayika min e’ nîşan dida ku çanda xwedawendiyê xwe re kiriye esas, rastiya partiya jinê ya PKK’ê bi vê hişmendiya dîrokî, bi vê exlaq û felsefeya jiyana azad re kir yek. Di karên xwe hemûyan de jin weke pêşengên şoreşê û têkoşînê dît, ev yek ji xwe re kir esas. Ji gotina ‘Şoreşa Başûr şoreşa jinê ye’ ya Rêber Apo bawer kir û bi vê baweriyê têkoşiya û bû pêşengê gelê me yê başûrê Kurdistanê.

Partiya me bi pêşengiya şehîdan dimeşe

Mîna ku Rêber Apo pênase dike partiya me partiya şehîdan e. Çawa ku damezirandina partiya me gaveke azadiyê ya ji bo bîranîna hevrê Hakî Karer e, her şehîdekî me jî bû armancek ji bo avêtina gavên mezin, têkoşîn mezintir kir û gelê Kurdistanê hîn bêhtir nêzî azadiyê kir. Partiya me ku bi pêşengiya şehîdên me dimeşe îro li Kurdistanê û tevahiya Rojhilata Navîn veguheriye partiya pêşeng. PKK a ku bi vê pêşengiyê dimeşe, li Kurdistanê li dijî xeta xiyanetê li her cihî û her tim li ber xwe da û di heman demê de veguherî tevgera pêşeng a gelên Rojhilata Navîn.

Niha li Kurdistanê têkoşîneke mezin a azadiyê tê meşandin û dîroka azadiyê ji nû ve tê nivîsandin. Li pêşberî vê têkoşîna azadiyê, xeta xayin û noker li pêşberî mêtingeriya tirk bi lawazî tevdigere û di serî de xiyanetê li gelê xwe dike. Wezîfeya dawî ya hevrê Helmet ku beriya şehîd bikeve dimeşand, weke ku raya giştî ya Kurdistanê pê dizane; li dijî mêtingeriya tirk afirandina yekitiya neteweyî û xurtkirina berxwedanê bû.

Dijminên gelê kurd îro li Bradost, Asos, Şêladizê, Şarbajar û Heftanînê êrîşên xwe didomînin. Lê belê hêzên azadiyê yên Kurdistanê li dijî van êrîşan di serî de li Heftanînê li tevahiya Behdînanê, li Xakurkê, li Başûr, Bakur û tevahiya Kurdistanê li ber xwe didin. Bêguman ev berxwedan wê bi ser bikeve.

Soza serkeftin û azadiyê

Helwesta herî xurt a li dijî xeta xiyanet û hevkariyê ew e ku di pêşengiya hevrê Helmet de têkoşîn bê mezinkirin, hişmendiya neteweya demokratîk bê geşkirin û li ser bingeha azadîparêziya yekitiya neteweyî têkoşîn bê xurtkirin. Ev têkoşîn li dijî êrîşên qirker û hewldanên dagirkeriyê bi pêşengiya partiya me PKK’ê dimeşe. Gerîla li tevahiya Kurdistanê bi lehengî li ber xwe didin. Bi qasî çiyayên Kurdistanê bajar, gund, tax hemû jî veguherîne keleha berxwedanê û derbên giran li dijmin tên xistin. Têkoşîneke welê ye ku li tevahiya Rojhilata Navîn têkoşîna yekbûyî ya gelên kurd, ereb û tirk bi pêş ve diçe û gelên herêmê digihîne azadiyê. Tu hêz nîne ku ev berxwedan, bawerî û daxwaz nikaribe pê. Ev bawerî û têkoşîn wê bi pêşengiya Rêber Apo kûrtir bibe, şoreşê bi ser bixîne û gelê Kurdistanê di dîroka mirovahiyê de li şûna ku mafê xwe ye bi cih bike. Bêguman ev daxwaz û biryardariya têkoşînê soza serkeftinê ye ku ji hevrê Helmet û şehîdan hemûyan re hatiye dayin. Şehîdên me yekane rastî ne ku di xeta Rêber Apo de daxwaza me ya têkoşînê û hişmendiya azadiyê mezin dike.

Sersaxî ji malbat û gelê kurd xwestin

Li ser vê bingehê di salvegera 1’emîn a şehadeta wî de em hevrê Helmet bi rêz û minet bi bîr tînin û li pêşberî bîranîna wî bejna xwe bi rêzdarî ditewînin. Ji bo bîranîna hevrê Helmet em soza xwe ya ji bo pêkanîna yekitiya neteweyî ya demokratîk a gelê Kurdistanê dubare dikin. Em careke din ji malbata wî û tevahiya gelê me re sersaxiyê dixwazin. Kêmkirina êşa wî û xwedîderketina li bîranîna wî mezinkirina partiya me PKK ye, avakirina Kurdistana azad a bi pêşengiya PKK’ê ye. Li ser vê bingehê em bang li tevahiya ciwanên Kurdistanê dikin ku bi rengê Helmet serhildanê mezin bikin, li hemberî xiyanet û hevkariyê pêngava azadî û tolhildanê bigihînin asta herî bilind û bi ser bixînin.” BEHDÎNAN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar