Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...
Pazartesi - 8 Temmuz 2024

Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Hevrêtiya Binevş û Mizgîn

Binevş Agal û Hozan Mizgîn ku li heman cografyayê, li gundên nêzî hev ji dayik bûn, heta ku şehîd bikevin li qadên cuda yên têkoşînê yên Tevgera Azadiyê ya Kurd gihîştin hev

Têkoşîna çekdarî ku 15’ê Tebaxa 1984’an bi pêşengiya Partiya Karkerên Kurdistan (PKK) destpê kir, guhertinên bingehîn li nava civaka kurd çêkir. Jin û mêr ên ji komên cuda yên baweriyan, ku berê bi hev re rûnedineniştin, li nava heman refên Têkoşîna Azadiyê ya Kurd gihîştin hev, di heman çeperê de şer kirin û şehîd bûn.

Binevş Agal (Bêrîvan) û Gûrbet Aydin (Hozan Mizgîn) ên ji komên cuda yên baweriyan bûn, du jinên kurd ên şoreşger bûn ku li heman cografyayê ji dayik bûn û di salên 1980’î de gelek caran li hev rast hatin. Binevş Agal li gundê Bazîwan ku gundekî êzidiyan e, yê li navçeya Qûbînê ya Êlihê di sala 1966’an de ji dayik bû. Hozan Mizgîn jî li gundê Bilêyder ku gundekî misilmanan e ku bi 30 kîlometreyî dûrî vî gundî ye, di sala 1962’an de ji dayik bû.

Bûyera sereke ya ku ev herdu jin li hev rast anî ew bû ku cografya lê ji dayik bûn, Êlih yek ji navendên destpêkê yên rêxistinbûna Şoreşa Kurdistanê bû.

Keleha destpêkê ya şoreşê: Êlih

Êlih, ku ji gund, bajarok û bajarên derdorê koçberî ber bi wê ve çêdibû, wê demê ji bo provaya şoreşeke sosysalîst a li Kurdistanê bingeheke bêhempa bû. Li Êlihê ku ji kadroyên pêşeng ên PKK’ê Hakî Karer, piştre jî Mazlûm Dogan lê kar kir, di demeke kurt de ji her beşa civakê, bi taybetî jin û mêr ên ciwan xwe li nava Têkoşîna Azadiyê ya Kurd bi rêxistin kirin. Fermandarê efsanewî yê Pêngava 15’ê Tebaxê Egîd (Mahsûm Korkmaz) jî yek ji van ciwanan bû.

Di sala 1979’an de di hilbijartinên serokatiya şaredariyê de namzetê tevgera PKK’ê Edîp Solmaz bi ser ket û bi vî rengî rêxistiniya li vî bajarî gihîşt asta herî bilind. Tevî ku 29 roj piştî hilbijartinê ji aliyê kontrayên dewleta tirk ve hat kuştin jî Edîp Solmaz li gorî serokên din ên şaredariyan xwedî sekneke cuda bû. Weke pêşengekî gel di demeke kurt de li nava misilman û êzidiyan deng veda.

Li Ewropayê careke din li hev rast hatin

Hozan Mizgîn ku wê demê 17 salî bû, li gel temenê xwe yê ciwan tev li nava refên azadiyê bû. Hîn dema ku ne hunermendeke profesyonel bû, bi dengê xwe bandor li her kesî kiribû. Hozan Mizgîn piştî darbeya 12’ê Îlona 1980’î bi biryara ‘derketina qada Rojhilata Navîn’ a PKK’ê re yek ji wan ciwanan bû ku ji Êlihê derket. Piştî ku xwe gihand Rojhilata Navîn tevlî yek ji perwerdeyên destpêkê yên îdeolojîk ên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bû.

Di sala 1983’yan de Hozan Mizgîn tevî hevrêyê xwe yê hunermend Hozan Sefkan (Celal Ercan) ji Ewropayê re hatin şandin. Wezîfeya herdu hunermendên şoreşger ew bû ku li Ewropayê bi taybetî jî li Almanyayê hunermendên kurd bi rêxistin bikin, tev li şoreşê bikin û bibin dengê tevgera azadiyê.

Binevş Agal jî çend sal piştî Hozan Mizgîn berê xwe dabû Ewropayê. Wê demê ji ber zexta giran a cûnta faşîst a tirk a 12’ê Îlona 1980’î malbatên dawî yên êzidî yên li Qûbînê jî neçar mabûn xaka xwe biterikînin. Malbata Agal jî yek ji wan malbatan bû û beş bi beş xwe gihandibû Almanyayê. Bi giranî jî li bajarê Celleyê bi cih bûbûn. Di vê navberê de şoreşgerên destpêkê yên êzidî yên tev li nava PKK’ê bûn Zekî Şengalî, Abdullah Sevgat û Ahmet Ergîn li sirgûnê ev baweriya kevn a Kurdistanê gihand Tevgera Azadiyê ya Kurd û ji bo vê karekî xurt kirin.

Di sala 1982’yan de hemû endamên malbata Agal gihîştin Almanyayê. Hingî salvegera çaremîn a damezrandina PKK’ê li Hambûrgê hat pîrozkirin. Pîrozbahî veguherî kombûna destpêkê ku êzidiyên li Celle û PKK gihand hev. Nayê zanîn ku Hozan Mizgîn tev li wê pîrozbahiyê bû û derkete ser dikê yan na, lê belê yek ji beşdarên wê pîrozbahiyê Binevş Agal bû.

Binevş Agal pirtûkên Tevgera Azadiyê ya Kurd di demeke kurt de xwend, hewl da şoreşa Kurdistanê fêhm bike û sala 1984’an dema ku bû 18 salî beşdarî meşa dirêj a navbera Hannover-Bonnê bû ku çalakiya yekemîn a herî girseyî ya wê demê bû. Piştre jî biryar da ku tev li nava refên PKK’ê bibe. Tevlibûna wê li nava têkoşînê di nava civaka êzidî de gelekî deng veda.

Şagirtên akademiyê yên li gel hev

Binevş Agal sala 1985’an tev li karên ‘Qada Rojhilata Navîn’ ên PKK’ê bû, piştî demekê derbasî rojavayê Kurdistanê bû û li wir karên destpêkê yên tevgera jinan yên PKK’ê meşand. Demekê li herêma Cizîra Botan ma û di demeke kurt de li nava civakê hat hezkirin. Ya ku êzidiyên li Rojava destpêkê bi rêxistin kir û ji bo şoreşa Kurdistanê çû gelek malan, ew bû.

Hozan Mizgîn jî wê demê pêşengî ji karên Hunerkom û Koma Berxwedan re dikir, di pîrozbahiyên Newrozê û ‘şevên partiyê’ de bi dengê xwe yê bedew bal dikişand. Nifşek bi dengê wê, bi stranên “Çemê Hêzil”, “Gundîno Hawar” û “Egîd” bi stranên şoreşê mezin dibû.

Di vê navberê de PKK’ê di Cotmeha 1986’an de kongreya xwe ya sêyemîn lidar xist û biryar da bi navê fermandarê efsanewî yê Kurdistanê Mahsûm Korkmaz (Egîd) ê ku 18’ê adara 1986’an şehîd bû, akademiyekê ava bike. Ev herdu şoreşgerên jin ên ciwan ên li gundên nêzî hev ji dayik bûn, vê carê wê li Akademiya Mahsûm Korkmaz li hev rast bihata.

Hozan Mizgîn ji Ewropayê, Binevş Agal jî ji Rojava hat û bûn şagirtên destpêkê yên vê akademiyê. Di nava wêneyên şagirtên Akademiya Mahsûm Korkmaz de ku li arşîva rojnameya Serxwebûn hene, di wêneyekî de Binevş Agal û Hozan Mizgîn li kêleka hev rûniştine. Piştî dewreya perwerdeyê ya li akademiyê Binevş Agal û Hozan Mizgîn berê xwe dan qada têkoşîna giran qada bakurê Kurdistanê.

Binevş Agal ji Rojava nameya dawî ya ji malbata xwe re di 16’ê nîsana 1988’an de nivîsî û kelecana xwe ya ji bo têkoşîna li xaka lê ji dayik bû wiha dianî ziman:”Ez ji vê qadê cara dawî nameyê ji we re dinivîsînim. Min di nameya xwe ya beriya niha de gotibû ku ez ê biçim welêt, em niha amadekariyan dikin ku biçin welêt. Piştî 8 salan ez ê careke din li Kurdistana xwe ya bedew vegerim, lewma gelekî kêfxweş im. Jiyan jî mirin jî li Kurdistanê xweş e…”

Yek jê sembola serhildanê, ya din jî dengê şoreşê

Binevş Agal ku weke Bêrîvan dihate naskirin di bihara 1988’an de ji Cizîrê ya Rojava derbasî Cizîrê ya Bakur bû. Wê êdî navê ‘Zozan’ li xwe kiribû û ew êdî gerîlayeke bajêr bû ku tev li karên rêxistiniya gel bû. Salih Cizîrî (5’ê hezîrana 2021’ê di êrîşa hewayî ya dewleta tirk de şehîd bû) ku wê demê li Cizîrê tevî wê beşdarî nava karên rêxistiniya gel bû, di sala 2014’an de ku ji ANF’ê re axivî, wiha qala rojên Cizîrê yên Binevş Agal kiribû: “Bêrîvan yek ji gerîlayên destpêkê yên jin bû ku li herêma Cizîrê tev li karên gel bû. Bi jinan re civînên destpêkê lidar xist. Li Cizîrê gundek nema bû ku neçû, li her gundî derdora hefteyekê dima. Li gorî her qadê tevdigeriya. Mînak li Cizîrê jinan wê demê bi giranî çarşef li xwe dikirin, wê jî çarşef li xwe dikir. Ew mîna jineke Cizîrî bû. Her wiha radihişt zarokekî û mêrek jî bi xwe re digerand. Ji bo kifş nebe, ji bo li ber pêş çavan nebe, ji bo li gorî irf û adetên civakê bijî, tevdigeriya. Nedigot ‘Ev çarşef çi ye?'”

Bajarê kevnar ê Kurdistanê Cizîr di havîn û payîza 1988’an de bi ‘Efsaneya Bêrîvan’ geş bû. Hêzên dewleta tirk li her derê li pey vê gerîlaya bajêr bûn. Di 18’ê çileya 1989’an de hêzên dewleta tirk avêtin ser mala ku lê dima. Xwediyê malê Emîn Elçîtorûn wê sibehê çûbû nan bîne. Dema ku vegeriya, li hemberî hêzên dewleta tirk destê xwe bi nan rakir hewayê, lê tevî vê yekê jî lê reşandin û ew qetil kirin. Hêzên dewleta tirk wê piştre nanê di destê Elçîtorûn de jê bistanda û li şûna wê kalaşnîkov bixista destê wî û bi vî rengî wêneyê wî bikişanda.

Li gorî hin şahidan, Binevş Agal bi birîndarî kete dest û ji ber ku teslîmiyet qebûl nekir, hate kuştin. Li gorî hin şahidan jî heta fîşeka xwe ya dawî şer kir û şehîd bû. Dewleta tirk pê hesiya ku li hemberî şehadeta wê xelkê Cizîrê bû xwedî hêrseke mezin ku li ber teqînê bû. Lewma jî neçar ma ku cenazeyê Binevş Agal bide gel. Cenazeyê Binevş ku dayik û bavê wê bi bandora destana eşqê ya kurd ‘Cembeliyê Mîrê Hekkarî û Binevşa Narîn’ lê kiribû, li warekî din ê lehengên destaneke din a eşqê ya kurd Mem û Zîn, li goristana dîrokî ya li Cizîrê hat veşartin. Eşqa wê ya ji bo şoreşê piştî salekê di Newroza 1990’î de bû ronahî ji gelê Cizîrê re ku rabû serhildanê.

Sala ku Binevş Agal şehîd bû, Hozan Mizgîn (Gûrbet Aydin) dest ji mîkrofonê berda û rahişt çekê. Hozan Mizgîn vê carêk weke fermandara ARGK’ê destpêkê li Mêrdînê piştre jî li eyaleta Xerzanê kete nava gel. Mîna Binevş Agal dema ku karên rêxistiniya gel dikir, li Tetwanê di 11’ê Gulana 1992’an de li malekê asê ma û ji bo nekeve destê dewleta tirk bi fîşeka xwe ya dawî şehîd bû.

Ev jinên kurd ku li Êlihê li gundên nêzî hev di salên 1960’î de yek li nava malbata misilman, yek jî li nava malbata êzidî ji dayik bûn, bi şehadeta xwe re di salên 1990’î de deriyê serdemeke nû ya têkoşînê ya Kurdistanê vekirin. Binevş Agal li Cizîra Botan çirûska agirê serhildanê pê xist. Hozan Mizgîn jî bi deng û awazê xwe bû dengekî nayê jibîrkirin ê Kurdistanê.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar