Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

‘Hevrêyên me bi zanebûn hatin qetilkirin’

Komîteyên Zindanan ên PKK û PAJK’ê diyar kir ku li girtîgehan di nava hefteyekê de 3 hevrêyên wan hatine qetilkirin û wiha got: “Bi rengekî aşkera, zanebûn, xwestek û plankirî hatin qetilkirin.”

Navenda Nûçeyan |

Komîteyên Zindanan ên PKK û PAJK’ê ragihand ku bûyerên mirinê yên li girtîgehan zêde bûne, parçeyek ji polîtîkaya qirkirina kurdan e.

Daxuyaniya komîteyê wiha ye:

“Desthilatdariya AKP-MHP’ê ya faşîst qirker, li her derê bi rengekî bêperwa êrîşî gelê me û nirxên me yên têkoşînê dike. Ji bo têkçûna xwe ya li Herêmên Parastinê yên Medyayê binixumîne, tecrîda li ser Rêberê me giran dike, di serî de bikaranîna çekên kîmyewî li dijî gerîla bi her awayî sûcên şer dike, li Şengalê êrîşê dibe ser pêşengên rêveberiya xweser, li Rojava êrîşî mirovên me yên welatparêz dike, li zindanan jî girtiyên şoreşger ên welatparêz qetil dike. Ji ber têkçûna li hemberî têkoşîna me, bi bêçaretiyê van êrîşan hemûyan dike. Lê belê ev êrîş wê nikaribin pêşî li hilweşîna faşîzmê bigirin, berevajî wê kîn û hêrsa me mezintir bike û li ser bingeha berpirsyariya li pêşberî şehîdan wê bibe wesîle ji mezinkirina têkoşînê re.

Yek ji qadên ku ev êrîşkariya faşîst bi rengekî hovane lê tê meşandin zindan e. Bi deh hezaran mirovên me yên welatparêz û şoreşger ku li ser bingeha qirkirina kurdan li zindanan hatine girtin, ji bo bên teslîmgirtin, îradeya wan bê şikandin û ji têkoşînê bên dûrxistin, bi her awayî polîtîkaya zext û îşkenceyê tê meşandin, zindan veguherandine navendên tolhildanê û îşkenceyê. Her roj agahiyên şehadetê ji van navendên zilm û îşkenceyê tên, girtî yek bi yek tên qetilkirin. Di hefteya dawî de hevrêya me Garîbe Gezer, 15’ê kanûnê jî hevrêyên me Halîl Guneş û Abdulrezak Şûyûr hatin qetilkirin.

Zext û îşkenceya li hevrê Garîbe hat kirin berê di çapemeniyê de hatibûn weşandin. Karakterê desthilatdariya AKP-MHP’ê ya dijminatiya li kurdan û polîtîkaya qetilkirinê ya li zindanan a bi îşkenceyê, bi xemsariya me yên li derve re bû yek û hevala me Garîbe li pêş çavan hat qetilkirin. Nebûna qeyda dîmen a kêliya şehadetê, her tiştî radixe pêş çavan. Eger xwekuştin bûya ji xwe wê dîmen yekser li çapemeniyê bihata belavkirin, mijar bihata girtin. Bi rengekî aşkera, zanebûn, bi daxwaz û plankirî hat kuştin.

Bi heman rengî Halîl Guneş hevrêyekî me bû ku di pêvajoya berxwedana zindanan a nêzî 30 salî de xwedî pirsgirêkên giran ên tenduristiyê bû. Ji ber van pirsgirêkên tenduristiyê li nava raya giştî weke yek ji girtiyên nexweş dihat naskirin. Sekna hevrêyê me Halîl a li zindanê bi temamî sekneke fedayî bû. Hevrêyê me Halîl li hemberî nexweşiya kanserê û li dijî zext û îşkenceya faşîzma AKP-MHP’ê bêyî dudilî li ber xwe da, li gorî ruh û kevneşopiya berxwedanê ya 14’ê Tîrmehê tevgeriya û di dilê wî de ev berxwedan xwedî cihekî mezin bû. Hevrêyê me Abdulrezak Şûyûr jî li dijî her cûre polîtîkayên teslîmgirtin û êrîşan ên faşîzmê bi biryardariyeke mezin li ber xwe da, bû xwedî jiyan û sekneke bi rûmet.

Her sê hevalên me bi zanebûn û li ser bingeha polîtîkaya qirkirina kurdan hatin qetilkirin. Ev hevrêyên me ji her alî ve ewladên bedew ên gelê me, milîtanên mezin ên têkoşîna me ne. Îro hîn jî ji bo kuştina bi hezaran girtiyên nexweş, îşkence jî di nav de bi her cûreyî kiryarên xerab tên kirin. Lê belê divê were zanîn ku sekn û biryardariya van hevrêyên me ji bo me moral e, hêzê dide me. Em ê ji vê desthilatdariya faşîst a ku hevrêyên me qetil dike her roj hesab bipirsin, qat bi qat hesab bipirsin.

Bi vê wesîleyê em sersaxiyê ji malbatên hêja yên hevrêyên me yên şehîd bûne, ji hevrêyên xwe yên li zindanan hemûyan re, ji gelê me yê welatparêz re dixwazin û li ser bingeha dilsoziya bi bîranîna hevrêyên me yên şehîd bûne re em soz didin ku li dora azadiya Rêber û gelê xwe em ê bicivin û têkoşîna xwe li ser xeta serketinê bimeşînin. Em bang li gelê xwe yê welatparêz dikin ku xwedî li cenazeyên hevrêyên me yên şehîd derkevin, bi rengekî girseyî tev li merasîmên sersaxiyê bibe û berdêla xwe çi dibe bila bibe li dijî van komkujiyan dakevin qadan. Em bang li hêz û derdorên demokrat û rewşenbîr, parêzvanên mafên mirovan, saziyên çep û sosyalîst, mirovên xwedî wijdan ên li Tirkiyeyê dikin ku li ber van komkujiyan rabin, dengê xwe bilind bikin, bibin deng ji berxwedêrên li zindanan re, bibin nefes ji berxwedêran re û bi baweriya ku wê ev nêzîkatî bê nîşandan silav û hurmetên xwe pêşkêş dikin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar