Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...
Cuma - 5 Temmuz 2024

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

‘Hevrêyên me Herekol û Kurtay bi ruhê fedayî yê Apoyî bersiva dijmin dan’

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê ragihand ku Herekol Hezex bêyî teredut bi ruhê fedayî yê Apoyî bersiva dijmin da û şehîd bû, Kurtay Şerzan jî 17’ê mijdarê li qada Kemah a Erzînganê dema li ser wezîfeya xwe di encama xiyanetê de şehîd bû.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya Hêzên Parasina Gel (HPG) nasnameya 2 Gerîlayên Azadiya Kurdistanê yên bi navê Herekol Hezex (Yûnûs Ûras) û Kurtay Şerzan (Hayrettîn Guneş) ku di demek nêz de şehîd bûn, aşkera kir û destnîşan kir ku wê bibin şopdarê xeta şehîdan, heta ku armancên wan pêk tînin wê bê navber têbikoşin.

Daxuyaniya HPG’ê bi wiha ye:

“Me di daxuyaniya ku roja 6’ê kanûna 2023’yan dayî de, wiha gotibû: ‘3’yê kanûna 2023’yan li derdora bajarokê Deywan a navçeya Kerboran a Mêrdînê du hevrêyên me bi dijmin re ketine nava şer. Hevrêyên me li vir bi çekên ferdî bersiva artêşa Tirk a dagirker da û bi cesareteke mezin şer kirin. Di vî şerê dijwar de her du hevrêyên me ji bo ku bi saxî nekevin destê dijmin de, bi fedayiyane şehîd bûn. Ji hevrêyên me yên şehîd bûne, yek hevrê Rodî Nalîn e û heta agahiyên derbarê nasnameya hevrêyê me yên din jî tê zelalkirin, em ê bi gelê xwe yê welatparêz û raya giştî re parve bikin. Hat aşkerakirin ku hevrêyê me yê din ku 3’yê kanûna 2023’yan şehîd bûye, Herekol Hezex e.

Heval Herekol xwedî ruhekî fedayî yê Apoyî bû

Hevrêyê me Herekol ji bo parastina hebûna gelê Kurd, welatê me ji dagirkeriya dijmin rizgar bike û azadiya gelê me pêk bîne, tevlî nava refên gerîla bû. Ji Gabarê heta Herêmên Parastinê yên Medyayê û Mêrdînê li gelek deveran qasî 8 salan bêyî navber têkoşiya. Hevrêyê me Herekol xwedî ruhekî fedayî yê Apoyî bû, gerîlayekî vekirî û bi cesaret bû. Ji bo ku her berpirsyariya ku dikeve ser milê xwe pêk bîne, bêyî teredut têkoşiya. Hevrêyê me Herekol yek ji mînakên herî şênber a mîlîtaniya Apoyî û hevrêtiya sade bû. Bîranîn û şoreşgeriya mînak a hevrêyê me, wê ti carê neyê jibîrkirin û wê di serketina têkoşîna me de were jiyîn.

Bi van hestan di serî malbata wî ya hêja û gelê Hezexê yê welatparêz, em ji hemû gelê Kurdistanê yê welatparêz re sersaxiyê dixwazin û soz didin ku em ê bibin şopdarê xeta şehîdan û heta ku em armancên wan pêk tînin, em ê bê navber têbikoşin.

Agahiyên derbarê nasnameya hevrêyê me Herekol Hezex bi vî rengî ne:

Nasnav: Herekol Hezex
Nav û Paşnav: Yûnûs Ûras
Cihê Jidayikbûnê: Şirnex
Navê Dayik – Bav: Melahat – Çaçan
Cih û Dîroka Şehadetê: 3’ê Kanûna 2023’an / Mêrdîn

 

Tevlî serhildan û xebatên ciwanên şoreşger ên welatparêz bû

Hevrêyê me Herekol li Hezexê di nava malbateke welatparêz de ji dayik bû. Ji ber ku di nava malbat û derdoreke welatparêz de hat dinê, ji zarokatiya xwe ve Têkoşîna Azadiya Kurdistanê nas kir û mîna her ciwanekî Kurd xeyal kir ku rojekî bibe gerîla û bi vê xeyalê mezin bû. Ji ber ku di nava têkoşîna ku PKK’ê li Kurdistanê ava kirî de mezin bû, rastiya kurd û Kurdistanê, polîtîkayên qirkirinê yên faşîzma dewleta tirk û pêkanînên dijmin dît û fêm kir. Her çendî ku 8 salan li dibistanên dewleta tirk xwendibe jî, dît ku ev dibistan tenê ji bo bişaftina ciwanên Kurd hene. Lewma dest ji xwendina dibistanên dewleta tirk berda. Hevrêyê me Herekol bi doza azadiyê ya gelê me re eleqeder bû û tevlî serhildan û xebatên ciwanên şoreşger ên welatparêz bû. Piştre biryar da ku tevlî nava refên gerîla bibe ku xeyalê wî yê mezin bû û sala 2015’an li Gabarê tevlî nava refên gerîla bû.

Perwerdeya xwe ya destpêkê li Gabarê dît û tecrubeyên xwe li vir wergirt. Hevrêyê me Herekol li cihekî mîna Gabarê ku di têkoşîna me de cihekî pîroz û girîng e, ber bi gerîlatiyê ve gav avêt û ev yek bû sedem ku bibe mîlîtanekî bi manewiyatê dagirtî. Gabar ji fermandarê me yê mezin Egîd (Mahsum Korkmaz) bigire heta Kerîm Şirnex, Erdal (Engîn Sîncer), Huseyîn Mahîr, Xebat Dêrîk, Leyla Sorxwîn Amed, Adil Bilikî, Gulbahar, Bedran Efrîn, Gelhat Gabar, Axîn Mûş, Armanc Goşkar, Emgîhan û Bedran Koçeran warê bi sedan fermandarên me yên leheng e ku di dîroka têkoşîna me de şop hiştine. Hevrêyê me li Gabarê bi tecrubeya dehan salan xwe perwerde kir. Li devera Gabarê ya ku derfetên wê kêm, dijminê wê zêde, şert û mercên dijwar tecrubeya têkoşîna me ya gerîla, meziyetên mîlîtaniya Apoyî û xeyalê avakirina welatekî azad ji xwe re kir kilavuz û tevlî pratîkê bû. Hevrêyê me Herekol bi kesayeta xwe ya bi cewher, sade, dirûst û vekirî xwe fedayê têkoşîna şoreşger kir. Bi rengekî bêyî hesab tevlî bû û dînamîzma xwe ya ciwan û dilê xwe yê bi coş bi têkoşîna azadiyê ya Apoyî re kir yek. Tevlîbûna hevrêyê me Herekol a bêyî hesab û bi moral, ew kir mîlîtanekî Apoyî ku hemû hevrêyên wî jê hez bikin û rêz bidinê.

Bi serweriyeke mezin bi ser dijmin de çû û derbe lê xist

Hevrêyê me Herekol li dijî dewleta mêtinger û qirker xwedî kîn û hêrseke mezin bû. Xwe di devera şer de perwerde kir û bi derfetên kêm pêş xist û bû mîlîtanekî pispor. Tevlî çalakiyan bû ku derbe li dijmin xist û di amadekariya çalakiyan de cih girt û bi rola xwe rabû. Dema ku rastî dijmin hat, bi cesaret û serweriyeke mezin bi ser dijmin de çû û derbe lê xist. Sala 2017’an di şerekî de ji destê xwe birîndar bû. Tevî ku derfetên tedawiyê pir nebûn, di şert û mercên zehmet ên Bakur de îradeya xwe xurt kir û baş bû. Têkoşîna xwe bêyî navber domand. Hevrêyê me Herekol xwedî dilekî dewlemend, sekneke hêja û hestê şoreşgerî bû. Ti birîndarî û bêderfetî li hemberî têkoşîna me asteng nedît. Heta sala 2018’an li Gabarê ma û bi hezkirineke mezin pratîk meşand.

Sala 2018’an ji bo ku perwerdeya partiyê ya piralî bibîne û tedawî bibe, derbasî Herêmên Parastinê yên Medyayê bû. Hem di akademiya bîrdozî hem jî akademiya pisporiya leşkerî de perwerdeyên piralî dît û bi vî rengî xwe ji wezîfeyên mîlîtaniyê re amade kir. Bi sekna xwe ya ku baweriyeke mezin dida hevrêyên xwe û Partiyê, her çendî ku berpirsyariyên girîng girtibe ser xwe jî, ji bo biçe Bakurê Kurdistanê timî pêşniyar û israr dikir. Li ser gerîlatiya Modernîteya Demokratîk û taktîkên gerîla yên dema nû lêhêrbûn kir û berê xwe da Bakurê Kurdistanê. Bi hezkirin û xwestekek mezin tevlî têkoşîna li Bakurê Kurdistanê bû. Êrîşên piralî yên dijmin pûç kir û dema ku dem dihat bi wêrekî derbe li dijmin dixist.

Hevrêyê me Herekol 3’ê Kanûna 2023’an li derdora bajarokê Deywan a navçeya Kerboran a Mêrdînê bi hevrêyê me Rodî Nalîn re dema li ser wezîfeya xwe bû, bi dijmin re ketin nava şer, bêyî teredut bi ruhê fedayî yê Apoyî bersiva dijmin da, şer kir û şehîd bû. Rûkeniya hevrêyê me Herekol, hevrêtiya wî ya bi moral, dilê wî yê bi hezkirina welêt û gel dagirtî, dilsoziya wî ya mezin a bi Rêber Apo re, kesayeta wî ya bi îrade û cesareta wî, dê timî ji me re bibe mînak. Wê ala wî ya têkoşînê were bilindkirin û armancên wî teqez bên pêkanîn.

Hevrêyê me Kurtay Şerzan 17’ê Mijdara 2023’an dema ku li qada Kemah a Erzînganê ya herêma Dersimê li ser wezîfeya xwe bû, di encama xiyaneta kesê bi navê Aras de şehîd bû.

Hevrêyê me Kurtay li gelek deverên herêma Dersimê gerîlatî kir; bû mîlîtanekî ku bi sekna xwe, tevlîbûna xwe ya fedakar û hêrsa xwe ya li hemberî dijmin ji hemû hevrêyên xwe bû mînak û hemû hevrêyên wî dixwestin li cem wî şer bikin. Hevrêyê me Kurtay ji gava ku tevlî nava refên gerîla bû heta şehîd bûyî, bi tevlîbûna xwe ya di tempoya bilind de her tim li pêş bû. Ji Amed heta Dersimê, ji Karadenîzê heta Koçgiriyê bêyî sekin têkoşiya û şer kir.

Bi wesîleya şehadeta hevrê Kurtay ku yek ji mînakên herî şênber a îradebûna Apoyî ye, di serî de malbata wî ya hêja em ji hemû gelê Kurdistanê yê welatparêz re sersaxiyê dixwazin. Em soza xwe dubare dikin ku wê girêdayî bîranîna hevrêyê xwe Kurtay bimînin û teqez xeyalên wî pêk bînin.

Agahiyên derbarê nasnameya hevrêyê me Kurtay Şerzan bi vî rengî ne:

Nasnav: Kurtay Şerzan
Nav û Paşnav: Hayrettîn Guneş
Cihê Jidayikbûnê: Wan
Navê Dayik – Bav: Hamîde – Nurettîn
Cih û Dîroka Şehadetê: 17’ê Mijdara 2023’an / Dersim

Hevrêyê me Kurtay li Wanê di nava malbateke welatparêz de ji dayik bû. Hevrêyê me beşekî mezin ê jiyana xwe li devera gund a xwezayî domand, bêyî ku tevlî nava qirêjiya sîstema kapîtalîst bibe, girêdayî cewherê xwe mezin bû. Ji ber ku malbat û derdora wî ya nêz welatparêz bû, pir zû têkoşîna me ya azadiya ku bi pêşengiya partiya me PKK’ê tê domandin, nas kir. Lewma hîna di temenê biçûk de li hemberî gerîla bû xwedî sempatiyeke mezin û tevlîbûna nava refên gerîla kir xeyalê xwe yê herî mezin. Hevrêyê me heta dibistana amadeyî xwend û pir zû ferq kir ku dibistanên dewleta tirk ti sûdê nade wî. Ji bo vê yekê dibistan di nîvî de hişt û li gund alîkarî da malbata xwe. Ji bo ku hîn zêdetir alîkarî bide malbata xwe û fêr bibe li ser lingên xwe bisekine, çû metropolên cuda yên Tirkiyeyê û di gelek xebatên cuda de cih girt. Bi saya kesayeta xwe ya xebatkar û dirûst, di her xebatê de serketî bû. Hevrêyê me Kurtay dema ku li metropolan, derfet dît ku têkoşîna me ya azadiyê ji nêz ve nas bike û di nava xebatên ciwanan de cih girt. Lê belê sala 2007’an mamê wî û pismamê wî telî nava refên gerîla bûn. Hevrêyê me Kurtay ji vê yekê pir bandor bû û ket nava lêgerînan. Dema ku sala 2008’an mamê wî şehîd bû, hîn bi çalak tevlî nava xebatan bû. Hevrêyê me Kurtay ku demek dirêj di nava xebatên ciwanan de cih girt, her ku roj derbas bû dilsoziya xwe ya bi Partiya me re xurttir kir. Hevrêyê me bi taybetî ji têkîliyên hevrêtiyê ku yek ji bingehên esas ê Partiya me ye, bandor bû û ji bo hem xwedî li bîranîna şehîdên me derbikeve hem jî bibe hevrêyekî baş ê şehîdan, timî ket nava lêgerîn û hewldanan.

Hevrêyê me Kurtay ji bo tevlîbûna nava refên gerîla ev lêgerîn û hewldanên xwe hîn zêdetir kir. Sala 2012’an xwest tevlî nava refên gerîla bibe, lê ji ber hin pirsgirêkan negihişt vê armanca xwe. Lê belê hevrêyê me têkoşîna xwe bêyî navber domand. Bi taybetî dema ku çeteyên DAÎŞ’ê bi alîkariya dewleta tirk êrîşî Şoreşa Azadiyê ya Rojava û Kobanê kir, bi rengekî çalak tevlî protestoyan bû. Hevrêyê me di nava van protestoyan de rastiya dijmin hîn zêdetir fêm kir û hîn zelaltir dît ku dewleta tirk li kuderê dibe bila bibe tehemûlî ti destkeftiyên Kurdan nake. Hevrêyê me Kurtay fêm kir ku li dijî rastiya dewleta tirk a ku xwe li ser qirkirin û înkara Kurdan ava kirî, encex bi tevlîbûna nava refên gerîla dikare bibe bersiv û sala 2015’an ji Amedê tevlî nava refên gerîla dibe.

DI tevlîbûna jiyanê de pir bi xwestek û bi înîsiyatîf bû

Hevrêyê me li qada Amedê mehek û nîv perwerdeya xwe ya destpêkê dît û ji bo fêrbûna jiyana çiya û gerîla zehmetî nekişand. Hevrêyê me li hemberî jiyanê pir bi hestiyar bû û di demeke kurt de geşedanên girîng ava kir. Hevrêyê me di tevlîbûna jiyanê de pir bi xwestek û bi înîsiyatîf bû. Ji hevrêyên xwe yên pêre perwerde dîtî re bû mîlîtanekî mînak. Hevrêyê me Kurtay xwe di warê leşkerî û bîrdozî de her tim ji şerekî piralî re amade dikir. Bi pêşniyara hevrêyên xwe derbasî herêma Dersimê bû. Hevrêyê me li vir hîn zêdetir li Munzuran gerîlatî kir û li herêma Dersimê di serî de şehîd Baran Dersim bi gelek hevrêyên me yên hêja re di heman çeperî de têkoşiya. Bi perspektîfên ku ji hevrêyên xwe wergirtî, li Munzuran bû xwedî tevlîbûneke çalak û di pratîka xwe ya destpêkê de di nava çalakiyan de cih girt. Hevrêyê me Kurtay di her xebatê de û piştî her çalakiyê diket nava lêhêrbûnan û ji xwe re ders derdixist. Di demekî kurt de tecrubeyên girîng qezenc kir. Hevrêyê me timî xwe di çarçoveya paradîgmaya Rêbertî de pewerde dikir û ket nava lêgerîn û hewldanan da ku ji pêvajoya şerê dijwar re bibe bersiv.

Sala piştre hevrêyê me bi hevrêyên xwe re ket nava nîqaşan û anî ziman ku ew dixwaze di nava komên ku biçin Karadenîzê de cih bigire. Piştî ku ev pêşniyara wî hat qebûlkirin, derbasî herêma Karadenîzê bû. Hevrêyê me Kurtay li vir hîn zêdetir li ser xeta Gîresûn û Trabzonê gerîlatî kir û heta sala 2018’an li vê qadê têkoşiya. Hevrêyê me ji pratîka Karadenîzê dersên girîng derxist û tecrubeyên mezin bi dest xist. Êdî bi rengekî hîn bi pispor û ji xwe bawer, tevlî nava xebatan bû. Hevrêyê me demekî kurt li qada Koçgiriyê ma û piştre car din vegeriya Munzuran. Hevrêyê me Kurtay her tim li dijî operasyonên dijmin amade bû û hingî ku derfet didît, tevlî çalakiyên li dijî dijmin bû. Di gelek çalakiyên ku gelek dagirker têde dihatin cezakirin de cih girt û wezîfe û berpirsyariyên xwe yên demê bi cih anî. Hevrêyê me Kurtay di warê akademîk de qet perwerde nedîtibe jî, her tim xwe perwerde dikir. Bi zanebûna xwe ya bîrdozî, di îradeya Apoyî de bû xwedî biryar û li dijî hemû zehmetiyan derket. Hevrêyê me ji zarokatiya xwe ve pir girîngî dida îradebûnê ku bi xwe bikare li ser lingên xwe bisekine. Di nava refên PKK’ê de ev yek gihand lûtkeyê û bû kesekî azad.

Hevrêyê me Kurtay ji roja ku tevlî nava refên gerîla bûyî û vir ve bêyî sekin bi fedakarî têdikoşiya, şert û mercên herî zehmet jî ji bo pêşxistina têkoşînê kir sedem û bû yek ji mînakên herî şênber a mîlîtaniya Apoyî. Hevrêyê me Kurtay heta kêliya ku şehîd bûyî jî ji sekin û têkoşîna xwe tawîz neda. Wê ji têkoşîna me re bibe çavkaniya îlhamê û her tim dê bîranîna wî zindî bê hiştin.”,

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar