Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Hevrîn Xelef li herêma Firatê û Minbicê hat bibîranîn

Meclisa Partiya Sûriyeya Pêşerojê ya herêma Firatê û bajarê Minbicê, di salvegera duyemîn a şehadeta Hevrîn Xelef de wê bi bîr anî û soza şopandina rêya wê nû kir

Meclisa Partiya Sûriyeya Pêşerojê ya Herêma Firatê û bajarê Minbicê di salvegera duyemîn de Sekretera Meclisa Partiya Sûriyeya Pêşerojê Hevrîn Xelef bi bîr anîn.

Li herêma Firatê daxuyanî ji aliyê endama Nivîsgeha Jinan a Partiya Sûriyeya Pêşerjê ya herêma Firatê Ehlam Elî ve li qada avahiya Şaredariya Sirînê ya başûrê Kobanê ve hat xwendin û bi dehan endamên partiyê beşdarê bûn.

Li Minibicê jî seroka meclisa Partiya Sûriyeya Pêşerojê Zelîxa Ebidî li pêşiya navenda meclisa partiyê ya li navarasta bajêr dauxyanî xwend û endamên meclisa partiyê û rûspiyên eşîrên Minbicê beşdarê bûn.

Beşdaran wêneyên şehîd Hevrîn Xelef û alên Partiya Sûriyeya Pêşerojê û Meclisa Malbatên Şehîdan rakirin.

Di daxuyaniyan de wiha hat gotin: “Dewleta tirk û çeteyên wê êrîşên xwe li dijî herêmê nadin rawestandin. Bi wê yekê armanc dikin herêmên dagirkeriya xwe firehtir bikin û tirsê di nava gel de belav bikin.

Hedefgirtina Hevrîn Xelef li dijî hemû pîvanên mirovahiyê ye, ji ber Hevrîn ji bo pêkanîna aştî û aramiyê li herêmê dixebitî.

Dibe ku karibin jiyana Hevrîn bi dawî bikin, lê belê nikarîbûn rêwîtiya wê ya têkoşînê bi dawî bikin ku gelê herêmê bi israreke mezin li ser wê rêyê dimeşe.”

Di dawiya daxuyaniyê de hat teqezkirin ku Partiya Sûriyeya Pêşerojê dê rêya Hevrîn Xelef û hemû şehîdên berxwedanê bişopîne heta ku aramî, azadî û demokrasiyê li herêmê pêk tîne û Sûriyeke azad, demokratîk û nenavendî ava dike.

Her wiha partiyê soz da ku dê têkoşîna xwe berdewam bikin û dê kiryarên dagirkeriya tirk û çeteyên wê aşkera bike, her wiha dê li ser sûcên wan li herêmê hesab ji çeteyên dewleta rirk a dagirker bixwazin.

Hevrîn Xelef

Sekeretera Giştî ya Partiya Sûriyeya Pêşerojê Hevrîn Xelef tevî ajokarê wê Ferhad Remedan di 12’ê Cotmeha 2019’an de li ser rêya M4 ji aliyê çeteyên girêdayî dewleta tirk a dagiker ve hatibû hedefgirtin û qetilkirin. KOBANÊ

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar