Hevşaredarê Navçeya Yenîşehîr a Amedê Îbrahîm Çîçek ê di 13’yê mijdara 2019’an de qeyûm tayînî cihê wî hat kirin, li bajêr ji aliyê polîsan ve hat binçavkirin û dûre derxistin dadgehê. Dadgehê derbarê Çîçek de biryara girtinê da
Çîçek ê dema mamostebû bi KHK’ê ji peywirê hat girtin, piştî di hilbijartina herêmî ya 31’ê Adara 2019’an de Hevşaredariya Yenîşehîrê qezenc kir, bi hinceta KHK’iye mezbeteya wî nehatibû dayîn.
Li gorî agahiyan, Çiçek bi hinceta endamê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) bûye, bi sûcdariya “Endamtiya rêxistinê” hat girtin. AMED