Delîlayên şoreşê û kurmên darê

Di felsefê de tê gotin ku rengvedana cewher, di form de xuya dibe. Ev nirxandin û tespît, ji sedî sed ji bo Gulistan Tara,...

Êrîşkariya wan tirsa ji sosyalîzma PKK’ê ye

Mirovê me anîne asta ku “Ji mirinan, mirinê biecibîne.” Em dixwazin ji jiyîn û jiyanê li ser lingan bimînin. Vêca hûn ê bêjin çi eleqeya...

Çarşamba - 28 Ağustos 2024

Hevşaredar Îrfan Sari nêzî du meh in di hucreyê de tê girtin

Hevşaredarê Şaredariya Geverê Îrfan Sari ev 53 roj in li girtîgehê di hucreya yekkesî de tê girtin. Sari bi rêya malbata xwe peyamek şand û got; ‘Yên ku tecrîdê li me ferz dikin, dê nekarin bi qawîşên sar û yekodeyî me bitepisînin.’

Hevşaredarê Şaredariya Colemêrgê Cîhan Karaman û hevşaredarên Şaredariya Geverê Îrfan Sari û Remziye Yaşar di 17’ê cotmehê de bi îdiayên ‘Endamên rêxistinê ne’ û ‘Propagandaya rêxistinê kirine’ hatin girtin. Piştre jî li şûna wan qeyûm hatin tayînkirin. Di 5’ê mijdarê de jî hevşaredar sewqî Girtîgeha Jimar 2 ya Xarpêtê hatin kirin. Lê belê hat ragihandin ku hevşaredarê Şaredariya Geverê Îrfan Sari ji roja ku hatiye sewqkirin heta niha bi tena serê xwe di hucreyekê de dimîne.

Piştî ku Sari sewqî girtîgeha Xarpêtê hate kirin, cara yekemîn di 11’ê kanûnê de bi malbata xwe re hevdîtin kir. Têkildarî mijarê hevjîna Sari, Aynûr Sari ji MA’yê bi Hamza Gunduz re axivî. Sari anî ziman ku ev nêzî 2 meh in hevjînê wê hatiye girtin û wiha dom kir: “Lê me tenê karî bi telefonê re hevdîtin bikin. Ew jî hefteyê tenê 10 deqqe ne.”

‘Moralê wî baş bû’

Di berdewamê de jî Sari bi lêv kir ku dema di 5’ê mijdarê de hevjînê wê ji Wanê sewqî Xarpêtê kirin, derfet çênebûn ku bibîne û wiha pê de çû: “Ji xwe ji roja destpêkê ve di hucreyeke yekkesî de  tê girtin. Tenê di rojên sêşemê de 10 deqîqeyan em pê re di axivin. Cara yekemîn hevdîtina vekirî çêbû. Moral, rewş û tenduristiya wî baş bû. Silavên xwe ji bo gelê Geverê hebû. Ji der ve agahdar nîne. Tenê carna dema ez bi telefonê pê re di axivim çend tiştan jê re dibêjim. Ji ber ku di hucreyê de ye, ne radyo ne jî televîzyon heye. Lê dîsa jî moralê wî baş bû. Her wiha peyamek şand.”

Peyama hevşaredar Îrfan Sari wiha ye:

“Herî zêde gelê me pê dizane bê ka çi hatiye kirin. Ev ji bo me girîng e. Bi girtinan dê nekarin me ji gelê me dûr bixin. Yên ku tenê ji bo dûrxistina ji têkoşînê em girtin, niha jî ji bo ku me ji gel û malbatên me dûr bixin, sirgûn kirin. Yên ku tecrîdê li me ferz dikin, dê nekarin bi qawîşên sar û yekodeyî me bitepisînin. Şert û merc çawa dibin bila bibin, em ê her tim bi gelê xwe re bin. Silav ji gelê me re.” COLEMÊRG

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar