Polîsan Hevşaredarên Bajarê Mezin ê Amedê Selçuk Mizrakli, Hevşaredara Navçeya Peyasê ya Amedê Keziban Yilmaz, Hevşaredarên Bismîlê Gulşen Ozer, Orhan Ayaz û Hevşaredara Karazê Rojda Nazlier binçav kirin
Polîsan serê sibê bi ser malên Hevşaredarên Bajarê Mezin ê Amedê Selçuk Mizrakli û Hevşaredara Navçeya Peyasê ya Amedê Keziban Yilmaz de girtin. Polîsan piştî lêgerînê hevşaredar Mizrakli û Yilmaz di serdegirtina malê de binçav kirin.
Polisan li navçeya Bismilê jî bi ser malên Hevşaredarên Bismîlê Gulşen Ozer, Orhan Ayaz de girtin û binçavkirin. Polîsan piştî li malên hevşaredaran lêgerîn kir, Hevşaredar Ozer û Ayaz binçav kirin û birin midûriyeta polisan.
Polîsan hemwext bi ser mala Hevşaredara Karazê Rojda Nazlier de jî girtin. Polisan piştî lêgerîna malê Nazlier binçav kirin. AMED