Hevşaredara Nisêbînê ya berê Sara Kaya ku li Wanê girtî bû, sirgûnî Girtîgeha Tîpa T Tarsûsê hat kirin
Hevşaredara navçeya Nisêbînê ya berê Sara Kaya ku di 13’yê çileya 2017’an de hatibû girtin û ew şandibûn Girtîgeha Tîpa T a Wanê, sirgûnî Girtîgeha Tîpa T a Ewlehiya Bilind a Tarsûsê hat kirin. Sara Kaya dema hevşaredar bû qeyûm tayînî şûna wê hatibû kirin û piştre darizandina wê li 4’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Mêrdînê hat dîtin. Kaya herî dawî di 6’ê mijdarê de bi rêya SEGBÎS’ê ji Girtîgeha Wanê tev li danişînê bûbû. Dadgehê biryara berdewama girtina Kaya dabû. Kaya piştî hat girtin ewil şandin Girtîgeha Tîpa E ya Mêrdinê. Ji wir şandin Girtîgeha Tîpa T a Wanê, niha jî sirgûnî Tîpa T a Tarsûsê hat kirin. WAN