Polîsan bi ser mala hevşaredara Şaredariya Sûrê Fîlîz Buluttekîn de girt. Di encama serdegirtina malê de Buluttekîn hate binçavkirin. Polîsan bi ser avahiya şaredariyê de jî girtin û li şaredariyê lêgerînê dikin
Polîsên dewleta tirk di danê sibehê de bi ser mala hevşaredara Şaredariya Sûrê Fîlîz Buluttekîn de girt. Hat zanîn ku polîsan bi awayeke bêserûber bi ser malê de girt û Buluttekîn li ber çavên zarokên wê li erdê dirêj kirin. Polîsan li malê lêgerîn pêk anî û piştî lêgerînê jî Buluttekîn binçav kirin. Hat zanîn ku polîsan Buluttekîn birin Midûriyeta Polîsan a Amedê.
Di çarçoveya heman operasyonê de hat zanîn ku endamê Meclisa Şaredariya Sûrê Yilmaz Eken jî hatiye binçavkirin.
Her wiha polîsên dewleta tirk bi awayeke hemwext bi ser avahiya xizmetê ya Şaredariya Sûrê ya Amedê de jî girtin. Lêgerîna li avahiyê hê jî didome. AMED