Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Pazartesi - 8 Temmuz 2024

Hevşaredarê Gêlê Akkul hate girtin

Navenda Nûçeyan |

Li ser fermana Wezareta Karên Hundir a Dewleta Tirk, polîsan duh şaredariyên HDP’î yên Êlih, Lice, Gêlê, Erxenî, Farqîn, Norşîn, Ciwanik û Xelfeliyê dorpêç kiribûn. Dewleta tirk li şûna hevşaredarên HDP’î qeyûm tayîn kirin û bi ser malên hevşaredaran de girtin.

Hevşaredara Farqînê Naşîde Toprak, hevşaredarê Licê Tarik Mercan û hevşaredarê Gêlê Mûstafa Akkul ku piştî qeyûm tayinî şûna wan hate kirin, hatibûn binçavkirin. Piştî karên li emniyetê sewqî Edliyeya Amedê hatin kirin.

Dadgeha Cezayê Sulhê li Toprak û Mercan cezayê derketina derveyî welat û cezayê heta lêpirsîn bi dawî bibe cihê lê dimînin neterikînin birîn. Hevşaredarê Gêlê Mûstafa Akkul jî bi îdiaya ‘Endamê rêxistinê ye’ hate girtin.

Her wiha li ser fermana wezareta karên hundir, di 13’ê mijdara 2019’an de hevşaredara Şaredariya Yenîşehîr a Amedê Belgîn Dîken ji peywirê hatibû girtin û li şûna wê qeyûm hatibû tayînkirin. Dîken ku der barê wê de biryara binçavkirinê hebû, 4 meh piştre ango duh bi îdiaya ‘Endama rêxistinê ye’ hatibû binçavkirin. Dîken îro derxistin dadgehê û bi biryara qedexeya derketina derveyî welat û hefsa li malê hate berdan. Dê kelemçeya elektronîk bi lingê Dîken ve bê xistin û li malê were hefskirin.

Hevşaredarê Şaredariya Erxeniyê Ahmet Kaya jî bi heman îdiayê hatibû binçavkirin û ji peywirê hatibû dûrxistin. Kaya îro derxistin dadgehê û bi biryara şertê kontrola edlî û qedexeya derketina derveyî welat hate berdan.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar