Hevşaredarê Nisêbînê Ferhat Kut ê qeyûm tayînê cihê wî hat kirin û hat girtin, li girtîgehê bi hinceta ku ‘cih tuneye’ di hucreya yekkesî de tê girtin
Hevşaredarê navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê Ferhat Kut ê qeyûm tayînê cihê wî hat kirin û hat girtin, di 21’ê cotmehê de ji Girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê sewqî Girtîgeha Tîpa T a Xerpêtê hatibû kirin.
Hevşaredar Ferhat Kût li girtîgehê bi hinceta ‘cih tuneye’ di hucreya yekkesî de tê girtin. Kut bi navbeynkariya parêzerên xwe diyar kir ku ji roja sewqî Girtîgeha Xerpetê hatiye kirin ve, avê nadin wî û bi hinceta teyfik tuneye jî xwarinê nadinê. MÊRDÎN