Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Pazartesi - 8 Temmuz 2024

Hevşaredarên Êlihê qoltixa qeyûm avêjtin derve

Hevşaredarên Êlihê Songul Korkmaz û Mehmet Demîr piştî mazbata xwe wergirtin bi meşekê çûn şaredariyê û bi kêfxweşî hatin pêşwazîkirin. Hevşaredaran qoltixê meqam ê qeyûm derxistin derve. Pişt re ziyaretvanên xwe qebûl kirin

Hevşaredarên Êlihê Songul Korkmaz û Mehmet Demîr piştî mazbata xwe wergirtin bi meşek girseyî ji avahiya HDP’ê heta avahiya şaredariyê meşek li dar xistin. Parlamenterên HDP’ê yên Êlihê Ayşe Acar Başaran, Necdet Îpekyuz, Dayikên Aştiyê û girseya qerebalix bi lêdana erbeyan û berzkirina dirûşman meşiyan. Di meşê de dirûşmên “Batman ya me ye” û “Bijî berxadana zîndanan” berz kirin. Hevşaredarê Êlihê yê berê Sabrî Ozdemîr ku qeyûm tayînî şûna wî hatibû kirin û xebatkarên şaredariyê û welatiyan giseya meşê û hevşaredarên nû bi kulîlkan pêşwazî kirin.

‘Em ê şaredariyek zelal esas bigirin’

Piştî pêşwazî bi kelecan û kêfxweş Hevşaredar Songul Korkmaz malovaniya hemû gelê Êlihê kir û wiha got: “Gelê Êlihê carek din xwedî li vîna xwe derket. Em ê wek hevşaredaran ji bendewariyên gel re bibin bersiv. Em ê bi gel re xizmetê birêve bibin. Em ê şaredariyek zelal esas bigirin.”

‘Dem dema xebatê ye’

Hevşaredar Mehmet Demîr jî diyar kir ku serdema ew ê 5 salan xizmetê ji gelê Êlihê re bikin dest pê dike û wiha got: “Êdî ne dema axaftinê ye, dem dema kar û xebat û kirinê ye. Em ê sozên ku yek bi yek dane gelê xwe bi cih bînin. Pîvana me xizmeta ji bo gel e. Em ê li ser heq û heqîqetê bixebitin. Em ê bi heqîqetê xebata xwe bikin û xeyalên xwe pêk bînin.”

Qoltixa qeyûm derxistin derve

Piştî axaftinan hevşaredar Demîr û Korkmaz, wekîl, rêveberên HDP’ê û gel bi hev re derbasî hundirê şaredariyê bûn û çûn odeya meqamê. Li vir Hevşaredar Demîr qoltixê meqamê nîşan da û got; “Me soz dabû vî gelî. Wê qoltixê meqamê vê şaredariyê tune be.” Piştî gotinên Demîr, welatiyan rahişt qoltixê û ji odeyê derxistin derve.

Pişt re hevşaredar Korkmaz û Demîr ziyaretvanên xwe qebûl kirin. ÊLIH

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar