Desteya Rêveberiyên Herêmî ya DEM Partiyê bi dirûşmeya “Gotina me neqediyaye. Em ê bi hev re tundiyê rawestînin” dest bi kampanyaya ku wê salekê dewam bike kir. Hevşaredara Bajarê Mezin a Mêrdînê Devrîm Demîr û Hevşaredara Êlihê Gulistan Sonukê ên ku qeyûm şandin şûna wan, beşdarî civîna deklarasyonê ya kampanyayê bûn. Hevşaredar Demîr û Sonuk li ser desteserkirina vîna gel û dagirkirina şaredariyan de axivîn.
Hevşaredar Gulistan Sonuk diyar kir ku desthilat her heyamê bi hincetên pûç şaredariyan dagir dike û anî ziman ku jin xwe di rêveberiyên bi pergala hevserokatiyê de wekhev dibînin û got: “Ev yek ne tenê ji bo jinan, ji bo astengdaran jî li bajarên ku bi perspektîfa jinê hatine avakirin, hawirdoreke jiyanê ava dike. Her wiha hemû bawerî û nasnameyên xwe li bajaran vederkirî hîs dikin, xwe bi rihetî di nava wan rêveberiyan de tînin ziman.”
Gulistan Sonuk anî ziman ku zayendperestî û netewperestî bi polîtîkaya qeyûman vejiyane û wiha got: “Girtina saziyên jinan yek bi yek ji aliyê qeyûm ve, girtina hemû mal û saziyên piştgiriyê yên bi zimanê zikmakî xizmetê dikin, li bajaran daxistina tabelayên pirzimanî û li şûna wan bicihkirina tabelayên yek zimanî… Armanca qeyûman ew e ku civakê bi yekrengî û yekzayendî û yekaqilî bi rê ve bibe.”
Sonuk destnîşan kir ku rêveberiyên herêmî li dijî civaka ku desthilatên tekparêz û zayendperest dixwazin ava bikin, ji bo avakirina bajarên wekhev û hestiyar ên li ser bingeha wekheviya zayendî girîng in û got: “Li şûna me qeyûm hatin tayînkirin. Ma em ê dest ji têkoşînê berdin? Nexêr. Ger hewce be wê pêwendî bi deh jinan re deynin, em ê deynin. Ger hewce be em pêwendî bi hezar jînan re deynin, em ê deynin. Heya taqet di lingên me de hebe, em ê di meşan de cih bigirin. Heya bîra me têr bike, em ê zanyariyên xwe ragihînin.”
Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê Devrîm Demîr jî diyar kir ku cara sêyemîn e tayînkirina qeyûman ji bo şaredariyan û israrkirina li ser vê polîtîkayê nêzîkatiyeke dagirkeriyê ye û got: “Dijminatiya li gelê kurd e. Naxwazin gelê kurd di rêveberiyên herêmî de bibin xwedî îrade. Ji ber vê yekê jî ev polîtîka dijminatiya li hemberî kurdan e.”
Demîrê bi bîr xist ku piştî dagirkirina şaredariyan ewilî cihên êrîşî qadên jinan dikin û wiha got: “Hemû saziyên jinan girtin. Nehiştin ku jin bixebitin. Li cihê ku xebat ji bo jinan hebû, kirin hedef. Heman nêzîkatî îro jî didome. Gava di 4’ê mehê de qeyûm tayînî Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê kirin, di nava 2 saetan de xebatên me yên ji bo jinan asteng kirin. Di 8 salan de tu guherînek di vê ferasetê d eçênebûye. Lê di 8 salan de xebatên civakî, xebatên jin û zarokan qet nesekinîn, wê ji niha û pê ve jî bidomin. Dibe ku saziyên me tune bin, lê hêza me ya jinan heye. Wê xebatên me bidomin. Em ê bi biryartir û bihêztir xebatên xwe yên jinan bidomînin.”