Hevşaredarên Gimgimê Ulku Karaaslan û Mahmût Yalçin û Hevşaredarên Kopê Eylem Sarûca û Adanan Topçû hatin binçavkirin
Li navçeyên Mûşê hevşaredarên HDP’yî hatin binçavkirin. Polîsan serê sibê zû bi ser malên Hevşaredarên Gimgimê Ulku Karaaslan û Mahmût Yalçin û Hevşaredarên Kopê Eylem Sarûca û Adanan Topçû de girtin û ew binçavkirin.
Polîsan di heman kêliyan de avahiyên şaredariyan jî dorpêç kirin. Piştî lêgerîna li malan hevşaredaran birin avahiyên şaredariyê û ji wir jî birin miduriyetên polîsan.
Li avahiyên her du şaredariyan jî lêgerîn dewam dike. MÛŞ