Hevşaredarên Şaredariya Qersê Şevîn Alaca û Ayhan Bîlgen deynên şaredariyê ku ji MHP’ê dewr girtin, bi pankartekê parve kirin. Li gorî daneyên hevşaredaran, MHP’ê Şaredariya Qersê 338.380.000 lîreyan deyndar kiriye
Di hilbijartina rêveberiyên herêmî yên di 31’ê adarê de namzetên hevşaredariyê yên Şaredariya Qersê yên HDP’ê Şevîn Alaca û Ayhan Bîlgen bi ser ketin û şaredarî ji MHP’ê stend. Piştî ku hevşaredarên HDP’î mazbatayên xwe wergirtin, demildest dest bi kar û barên şaredariyê kir.
Yek ji karên hevşaredaran jî tespîtkirina zirarên MHP’ê yên di şaredariyê de bû. Hevşaredar Alaca û Bîlgen lîsteyeka deynên Şaredariya Qersê û rewşa wê ya giştî li avahiya şaredariyê daliqand. Di lîsteyê de der barê wesayît û hejmara xebatkaran de jî agahî hatin parvekirin.
Li gorî daneyan rewşa şaredariya Qersê wiha ye:
Deynê giştî: 338.380.000
Wesayît: 102
Wesayîtên xerabe: 39
Wesayîtên hecîz li ser wan heye: 7
Hejmara xebatkarên bi kadro û bi peyman: 197
Xebatkarên şîrketan: 650 QERS