Hevseroka HDP’a Silopiyê Fatma Gunduz a ku di operasyonên qirkirina siyasî de hatibû binçavkirin hat girtin
Li navçeya Silopiyê ya Şirnexê di encama operasyona qirkirina siyasî ya di 5’ê nîsanê de di serdegirtina malan de Hevseroka HDP’a Silopiyê Fatma Gunduz, Dayîka Aştiyê Emîne Ozek û Cemîle Alyanak hatibûn binçavkirin. Kesên hatibûn binçavkirin, şevê din ew derxistin dozgeriyê. Dozgeriyê Ozek û Alyanak bi şertê kontrola edlî serbest berda û xwest Hevseroka HDP’a Silopiyê Fatma Gunduz were girtin. Gunduz piştî ku li dadgeriyê îfade da, hat girtin. Gunduz şandin Girtîgeha Tîpa T ya Şirnexê. ŞIRNEX