9’emîn Dadgeha Cezayê Giran Amedê, duh di danişîna biryarê ya Hevseroka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Amedê Hulya Alokmen Uyanik de, 10 sal û 6 meh cezayê girtîgehê lê birîbû û derbarê wê de biryara girtinê da bû. Hulya Alokmen Uyanik a duh li Mêrdînê hatibû binçavkirin, îro sewqî Edliya Mêrdînê hat kirin. Uyanik bi SEGBÎS’ê beşdarî 9’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê bû. Piştî ku dadgehê biryara girtinê li rûyê wê xwend, biryara girtinê da û hat girtin.
Malbata Alokmen, hevseroka Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Salîha Aydenîz, parlamentera HDP’ê Semra Guzel, hevserokê HDP’ê yê Amedê Zeyyat Ceylan, hevserokên HDP û DBP’ê yên Mêrdînê hatin Edliya Mêrdînê û pêvajo şopandin.
Alokmen a hat girtin, şandin Girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê. MÊRDÎN