Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...
Pazartesi - 8 Temmuz 2024

Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Hevseroka KNK’ê Mûrad: Serkeftina gerîla moralê dide gel

Hevseroka KNK'ê Zeyneb Mûrad diyar kir serkeftina gerîla û binketina dewleta tirk hêz û moraleke mezin dide berxwedana gel û wiha got: “Çi li başûrê Kurdistanê, çi li rojavayê Kurdistanê lê bi berxwedana bêhempa ya ji aliyê gerîla tê dayin deskeftiyên gelê me diparêze. Nahêlin dagirker gavekê pêşve biçin."

Dewleta tirk a dagiker bi salane li Kurdistanê opersyonên leşkerî li dar dixe û her carê derbên giran dixwe. Dewleta dagirker di 17’ê nîsana 2022’yan de bi hevkariya çeteyên PDK’ê li dijî herêmên Zap, Metîna û Avaşîn ên Herêma Federe ya Kurdistanê operasyon da destpêkirin. Dewleta tirk a ku bi armanca dagirkirina herêmê erîşên xwe dane destpêkirin bi tevî hemû teknîka xwe jî heta niha tu gav pêş ve neçûye. Li hemberî vê dagirkeriyê gerîlayên azadiyê bi operasyonên şoeşgerî derbên giran li dagirkerên tirk dixin. Heta niha bi sedan dagirker ji hêla ve hatine cezakirin û her roj hejmara çeteyên tên cezakirin zêde dibin.

Li van geşedanan, di van rojên dawî de li Iraq û Herêma Kurdistana Federe jî liv û tevgera hevdîtinan zêde bûne. Di pêvajoyeke wiha de ku êrişên dewleta tirk ên li dijî Herêmên Zap, Avaşîn û Metînayê berdewam dikin û diyarkirina rêveberiya nû ya Kerkukê, Serokê Teşkîlata Îstîxbaratê ya Neteweyî (MÎT) Îbrahîm Kalin û şandeya pê re li Iraqê hin hevdîtin kirin. Piştî Kalin jî, Wezîrê Karên Derve Hakan Fîdan bi Neçirvan Barzanî re hevdîtin kir. Herî dawî jî li Almanyayê di çarçoveya 60’emîn Konferansa Ewlekariyê ya Munîhê (MSC) de Wezîrê Karên Derve ê Tirkiyeyê Hakan Fîdan, hevdîtin bi Serokê Herêma Kurdistana Federe Nêçîrvan Barzanî re pêk anî.

Heseroka Kongreya Neteweya Kurdistan (KNK) Zeyneb Mûrad derbarê rewşa başûrê Kurdistanê û êrîşên dagirkeriyê de nirxandinên girîng kir.

Zeyneb Mûrad diyar kir ku bi saya ku berxwedana li qadên Zap, Metîna û Avaşînê tê dayin dewleta tirk nikare herêmê dagir bike û wiha axivî: “Bi salan e devleta tirk bi hemû hêz û teknîka xwe li çiyayên Kurdistanê operasyonên leşkêrî pêk tîne. Lê tu car ev operasyon bi ser neketine. Her carê rayedarên dewleta tirk di serî de jî Erdogan dibêje, ‘Me dawî li tevgera azadiya kurd anî, me ew xelas kirin.’ Lêbelê tekoşînek û berxwedaneke bêhempa ku gerîlayên azadiyê didin hemû planên dewleta tirk bi bin dikevin. Tevî binketinê her roj hejmara windayên wan zêde dibin. Beriya ku operasyonên li ser Başûrê Kurdistanê dest pê bikin, bi taybetî ew operasyonên dawî yê li ser herêma Zapê dewleta tirk hesabeke wisa dikir ku ew ê bi teknîka xwe, çekên xwe yên taybet û bi piştgiriya NATO’yê karibe dagirkeriya xwe berfireh bike û roj bi roj baregehên leşkerî hejmarên wan zêde bike. Lê ev armanca wan pêk nehat. Dewleta tirk dixwest tevî armancên xwe yên êrişan herêmê tune bike, lê bi saya berxwedana ku hatiye dayin pûç û vala derket. Ev plan û xeyal bi cih nehatin. Ev rewş binketina bandora dewleta tirk a li ser tevahî herêmê, bi taybet jî ya başûrê Kurdistanê hebû. Ev bandor bi du aliyan çêbû. Aliyekî wê serkeftina gerîla û binketina dewleta tirk hêz û moraleke mezin dide berxwedana gel. Li dijî dagirkeriyê bi sekneke qehremane rawestiyane û serkeftin bi dest xistine. Em dizanin armanca dewleta tirk bi destxistina hemû deskeftiyên gelê me ne. Çi li başûrê Kurdistanê, çi li rojavayê Kurdistanê lê bi berxwedana bêhempa ya ji aliyê gerîla tê dayin deskeftiyên gelê me diparêze. Nahêlin dagierker gavekê jî pêşve biçe.”

Hevseroka KNK’ê Mûradê bal kişand ser bandora êrişên artêşa tirk û Îranê yên li ser herêmê û got: “Her kes dizane armanca dewleta tirk tunekirina gelê kurd e û ew deskeftiyên ku heta niha bi dest xistiye tune bike. Li aliyekî ev êriş û operasyonên dewleta tirk ên dagirkeriyê, derî li ber metirsiyên mezin vedike. Dihêle ku statuya başûrê Kurdistanê lawaz bibe û bêwate bibe. Çimkî ev operasyon di çarçoveya bêdengî û bêhelwestiya rayedarên başûrê Kurdistanê de çêdibe. Ji ber ku dewleta tirk bi van operasyonan û di çarçoveya vê bêdengiyê de rê li dewletên din jî vedike ku ew jî destwerdanên xwe li herêmê zêdetir bikin. Bi taybetî di vê dawiyê de me dît ku dewleta Îranê zext û êrişên xwe, gefên mezin li ser Başûrê Kurdistanê bi taybet di êrişên xwe yên dawiyê de çawa zirareke mezin da herêmê. Di heman demê de me dît ku dewleta Îranê bi zext û gefên xwe û bi ser hîzbên Rojhilat ê siyasî zêde dike. Aliyeke din jî heye ku bi berdewamiya van êrişên hem Îran û hem dewleta Tirkiyeyê dibe sedema lawazkirina statuya Başûrê Kurdistanê. Loma me dît ji aliyê  hikûmeta Federal a Iraqê jî roj bi roj gefên wan ê li ser statuya herêma Kurdistanê zêde dibe û roj bi roj ev herêm lawaztir dibe. Loma ev eriş bandoreke neyinî li ser rewşa herêmê dike.”

Hejmara dagirkerên tên cezakirin zêde dibe

Mûrad bal kişand ser liv û tevgera rayedarên Tirkiyeyê ya li bBaşûrê Kurdistanê kir û da zanîn ku amadekariyên operasyoneke berfireh tê kirin û wiha domand: “Serkeftina gerîla ya li Xakurkê, Zapê, Metîna, Avaşînê û Amediyê Erdogan matmayî hişt. Ne tenê di asta Tirkiyeyê de di asta cîhanê de ev bersivdayin û ev sekna qehremane bandora xwe ya pir mezin hebû. Me dît ku dagirkeriya dewleta tirk a ku ji aliyê teknikî ve pêş ketiye û hem jî hêzên îstîxbaratê yê navxweyî nekarî armancên xwe pêk bîne. Lê me dît herî dawî bi hejmarên mezin windahî dan. Van windayan aloziyek çêkir. Tevger û trafîka dîplomatîk a dewleta Tirkiyeyê hem di asta Hikûmeta Federal a Iraqê û hem jî Başûrê Kurdistanê de herî dawî me dît ku serokê MÎT’ê Îbrahîm Kalin hem çû Hewlêrê û hem çû Bexda hevdîtin bi rayedaran re çêkirin. Her wiha Wezirê derve Hakan Fîdan hevdîtin kirin. Wisa xuya ye ku amadekariya operasyoneke berfireh heye û dê operasyoneke serteserî li herêmê bide destpêkirin.”

Di berdewamiya axaftina xwe de Mûrad ev tişt anî ziman: “Bi tevlîbûna aliyê Iraqê û başûrê Kurdistanê bi rêbazeke fermî tevlî bike. Trafika dîplomasiyê bi awayekî aşkere nîşan da ku ji bo berfirehkirina dagirkeriya xwe û bikaranîna teknîka NATO dixwaze rê li kurdan bigire. Piştî trafîka dîplomasiyê aşkera bû ku dewleta tirk bi Hikûmeta Iraq û Herêma Kurdistanê re planên berfireh hene. Heta niha dewleta tirk ev hevdîtinên xwe berdewam kirine. Xuya ye ku nikare erêkirina tevlîbûna erişan a aliyê fermî hem di asta Hikûmeta Federal û hem jî Iraqê de bistîne. Serokomarê Îranê jî serdana Enqereyê kir û hin hevdîtin kirin. Her çendî dihat gotin ku ji bo şerê Hamas û Îsraîlê ye jî, lê di rastiya xwe de ne wisa ye. Armanc li dijî gelê kurd lêgerîna tifaqiyeke nû ye.”

Zeyneb Murad anî ziman ku Tirkiye niha di nav lêgerîna tifaqiyeke li dijî gelê kurd de ye û ev tişt gotin: “Xuya ye ku armanc dikin operasyona xwe berfireh bikin û ji bo wê piştgiriyê dixwaze. Mijareke girîng e. Dewleta tirk dixwaze tifaqeke çaralî ligel dewletên dagirker ê Kurdistanê yê wekî Îranê, Sûriye û Hikûmeta Federal a Iraqê li ser kurdan çêbike. Xuya ye ku di nava wê hewledayinê de ye. Li ser Rojavayê jî êrişên xwe nedaye sekinandin. Her wiha Îranê li ser hîzbên siyasî yê kurd zêde dike, dîsa hikûmeta Federal a Iraqê li ser hikûmeta Kurdistanê gefên xwe didomîne. Ango hewledayina dewleta tirk heye ku bi tifaqiyeke giştî planeke nû bide destpêkirin. Heta niha di aliyê fermî de hikûmeta Federal a Iraqê û Îran neketiye tifaqê. Ev dewletên dagirker bi berjewendiyên xwe tevdigerin. Îran naxwaze ku qadeke mezin ji Tirkiyeyê re veke. Loma zextên dewleta tirk roj bi roj zêde dibin. “

Lîstikên cuda li ser Kerkûkê hene

Mûrad bal kişand ser plan û armancên li ser Kerkûkê jî û got ku bêtifaqiya di navbera PDK û YNK’ê de dibe sedema windakirina deskeftiyên gelê kurd û wiha nirxand: “Planên taybet li ser hilbijartina Iraqê ya ku hatiye lidarxistin hebûn. Rayedarên dewleta tirk bi vekirî gotin, Kerkuk a tirkmenan e û ew ê dest jê bernedin. Mudexile li hilbijartinê kirin. Tevî ew qasî planan jî di Kerkûkê de kurdan zêdebûna xwe ya li Kerkûkê di vê hilbijartinê de îspat kir. Ev deskeftiya ku niha hatiye bidestxistin û piraniya xwe di vî bajarî de îspat kiriye metirsiyek heye ku ji ber nakokiyên di navbera her du aliyên sereke, YNK û PDK’ê de, ji dest biçe. Em dizanin ger ku vê nêzikatiyê bidomînin dê bibin cihê zirarê. Heta kirin ku ev nêzîkatî bandorê li bajarên din jî bike. Mînak li Nînovayê hejmareke zêde ya kurdan heye. Her wiha Selehedîê jî wisa ye. Ji bilî Kerkûkê hebûna kurdan li van deveran jî heye. Lê ji ber van nakokiyên di navbera kurd-kurd de mixabin nekarîn serkeftinê mezin li van bajaran bi dest bixin. Niha Kerkûk maye gengeşe û nakokiyên li ser namzetan didomin. Ev ê bandorê li ser hilbijartinên Walitiyê jî bike. Lîstikên cuda li ser Kerkûkê hene. Bi zextên dewletê peymanek di navbera Tirkoman û Ereban de çêbibe. Metirsiyek heye ku PDK jî ketiye nava vê lîstikê ku Kerkûkê ji destê kurdan bistînin û mafê gelê kurd ê Kerkûkê bi dest bixin. Hakan Fîdan di hevdîtinên xwe de wekî mijara sereke Kerkûkê digire dest. Bi daxuyaniyê rayedarên YNK’ê teqez dike ku Walitiya Kerkûkê pişta kurdan digire. Lê ji bo vê jî pêdivî bi tifaqiya YNK’ê û PDK’ê heye. Lê metirsiyek heye ku PDK bikeve bin bandora Tirkiyeyê. Ji bo ku ev metirsî ji holê rabe, divê YNK û PDK di navbera xwe de tifaqiyekê bikin û berjewendiyên gelê kurd biparêzin û mîsoger bikin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar