PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

Cuma - 22 Kasım 2024

Hevserokan îşkenceya li Enqereyê vegotin

Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) di 20’ê gulanê de ji bo şermezarkirina tayînkirina qeyûman li gelek bajaran çalakî li dar xistin. Lê belê li Enqereyê polîsan êrîşî çalakiyê kir û hevserokê HDP’ê yê Enqereyê Vezîr Coşkun Parlak jî di navde 12 rêveberên HDP’ê bi îşkenceyê binçav kirin. Her 12 rêveberên HDP’ê piştî îfadeyê hatibûn berdan. Dîmenên kêliyên êrîş û îşkenceyê li ser medyaya civakî hatin parvekirin. HDP’a Enqereyê jî duh xwest êrîşa li dijî partiyê bi daxuyaniyekê şermezar bike. Lê belê polîsan êrîşî parlamenterên HDP’ê Omer Faruk Gergerlîoglu û Kemal Pekoz û hevserokê HDP’a Enqereyê Parlak kir.

Têkildarî êrîş û binçavkirina hevserokê HDP’ê yê Enqereyê Vezîr Coşkun Parlak û hevserokê HDP’ê yê Mamakê Mûstafa Ugur Akkaya ji MA’yê re axivîn. Parlak diyar kir ku polîs tehemûla daxuyaniyên partiya wan nakin û wiha got: “Sepaneke derqanûnî heye. Daxuyaniya li dijî tayînkirina qeyûman mafekî rewa û demokratîk e. Dema me dixwest li ber avahiya partiyê daxuyanî bidin, polîsan li ber avahiyê rê li ber me girt û êrîş kirin. Me ji ewil xwest bi midûrê şaxa polîsan re hevdîtinê bikin lê destûr nedan. Zêdetirî 40 polîs ketin eywana avahî ku tenge û êrîş kirin. Polîsan du caran serê min li erdê xist û binçav kirin.”

‘Em hatin îşkencekirin’

Bi domdarî jî Parlak anî ziman ku piştre rakirina nexweşxaneya bajar û wiha domand: “Em rastî îşkenceyê hatin. Dema xwîn ji serê min dihat li nexweşxaneyê hevalekî wêneyê min kişand. Li ser ve yekê hevalên me ji avahiya partiyê daketin jêr lê belê ew jî hatin derbkirin û binçavkirin. Ji ber birîna min 5 kêl avêtin serê min. Piştre jî em birin Midûriyeta Polîsan a Enqereyê. Me mafê xwe yê bêdengiyê bi kar anî. Em ê der barê polîsan de serlêdana sûc bikin û bi rêya hiqûqê ji wan hesabê bipirsin. Heta niha me li hemberî zextê tu caran serî netewandiye û dê netewînin jî.”

‘Bloka AKP-MHP’ê ji HDP’ê ditirse’

Mûstafa Ugur Akkaya jî têkildarî mijarê ev tişt anî ziman: “Enqere paytexta pergalê ye. Dema mijar dibe HDP ji bo polîs û dewletê demokrasî, hiquq û qanûn girîng nînin. Heman polîtîkaya faşîzmê ya li Kurdistanê dimeşînin, li Enqereyê jî dikin. Bloka AKP-MHP’ê ji hebûna HDP’ê ya li Enqereyê aciz e. Lewre ewqas bi ser me de tên. Ji HDP’ê pir ditirsin. Êrîşa di 20’ê gulanê de êrîşeke dagirkeriyê bû. Dema ji avahiyê derketîm, 5 polîsan xwe avêt ser min û çêr û heqaret li dayik û hevjîna min kirin. Hiqûq û qanûnên xwe binpê dikin. Me rapora derbê wergirt û em ê der barê polîs û rayedaran de serlêdana sûc bikin. Em ji wan natirsin û dê netirsin jî.” ENQERE

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar