Hevserokê HDP’ê yê Qaxizmanê Yaşar Ozlu di encama serdegirtina malê de hate binçavkirin
Operasyonên qirkirina siyasî yên hikûmeta AKP-MHP’ê ya li dijî siyasetmedarên kurd, bi hemû dijwariya xwe didome. Di vê çarçoveyê de polîsan di danê sibehê de li navçeya Qaxizman a Qersê bi ser mala hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê navçeyê Yaşar Ozlu de girt.
Hat zanîn ku polîsan li mala Ozlu lêgerîn pêk anî û Ozlu binçav kirin. Ozlu ku hinceta binçavkirina wî nehat zanîn, birin Midûriyeta Polîsan a Navçeyê. QERS