Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...
Pazartesi - 8 Temmuz 2024

Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Hevserokê KNK’ê Karamus: PDK li gor berjewendiyên malbata xwe tevdigere

Tirkiyeyê bi hevkariya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) di 23’yê nîsana sala 2021’an de li dijî herêmên Zap, Avaşîn û Metîna yên Herêma Federal a Kurdistanê operasyoneke berfireh dabû destpêkirin. Lê tevî ewqas êrîşên dijwar jî ji operasyonan encamek bi dest nexistin. Serokwezîrê Herêma Federal a Kurdistanê Mesrûr Barzanî û serokkomarê AKP’î Tayyîp Erdogan di 15’ê nîsanê de li Stenbolê hevdîtin pêk anîn. Artêşa Tirkiyeyê jî di 17’ê nîsanê de li dijî herêmên Metîna, Zap û Avaşînê yên Herêma Kurdistanê operasyon da destpêkirin. Li gel van geşedanan di heman rojê de li Şengalê hêzên hikûmeta navendî ya Iraqê êrîşî hêzên YBŞ’ê û YJŞ’ê kir. Aloziya li Şengalê jî berdewam e. Gelek derdorên kurd li dijî hevkariya PDK’ê ya bi Tirkiyeyê re bi bertek in. Têkildarî mijarê hevserokê Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) Ahmet Karamus axivî û diyar kir ku mabesta vê operasyonê bêstatûhêştina kurdan e.

Ahmet Karamus di destpêka axaftina xwe de diyar kir ku ev operasyon nû nîne û ev tişt anî ziman: “Ev operasyon, operasyoneke nû nîne. Ev operasyona ku bi mebesta dagirkirina tevahiya herêmê hatiye destpêkirin, di sala 2021’an de dest pê kir. Lê bi saya berxwedana bêhempa ya gerîla, bi ser neketin û encamek bi dest nexistin. Xuyaye ku di operasyona nû de li gel PDK’ê her wiha hikûmeta Iraqê jî heye. Li hêla din jî rejîma Sûriyeyê jî zext û ambargoyeke giran daniye ser Rojava û amadekariyên êrîşên nû dikin. Dema em li van geşedanan dinihêrin, dibînin ku konsepteke herêmî û navneteweyî di meriyetê de ye.”

‘Armanc tunekirina destkeftiyan e’

Bi domdarî Karamus anî ziman ku tiliya dewletên ewropî jî di konsepta nû de heye û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Bêguman dê ziyanên mezin bigihînin gelê kurd. Lê ji ber berxwedana HPG’ê û şêwazên wê yên şer em bi hêvî ne û dê ji van êrîşan encamekî negirin. Dixwazin Başûr, Rojava û Şengalê dagir bikin. Konsepteke berfireh e û dixwazin destkeftiyên gelê kurd tune bikin. Ji xwe hikûmeta Başûr ji hêla leşkeri, siyasî û aborî ketiye bin bandora dewleta tirk. Ji ber ku berjewendiyên wan ên hevpar hene, bi hev re tevdigerin. Bi vê dagirkeriyê mebest dikin ku têkoşîna gelê kurd tesfiye û tune bikin.”

Hevkarî li gor berjewendiyên PDK’ê ne

Di berdewamê de Karamus destnîşan kir ku PDK di nava hewldanên dagirkeriyê de ye û wiha pê de çû: “Di hevdîtinên cuda de PDK’ê di asta herî bilind de ji xwe îşaretên operasyoneke bi vî rengî da. Yek ji van hevdîtinan jî ya li Antalyayê bû. Du-sê roj beriya operasyonê jî şandeyeke PDK’e ya bi serokatiya Mesrûr Barzanî li Stenbolê hevdîtin kirin. Li wir, hûrgiliyên operasyonê axivîn. Artêşa tirk li herêmê bi cih bûye û di esasê xwe de ew herêmê birêve dibin. Li Başûr, operasyonên muşterek di navbera PDK’ê û dewleta tirk de heye. PDK îro nikare bêyî dewleta tirk yek gavekî jî biavêje. Hevkariya wan di asteke wiha de ye. Tirkiye dixwaze kurdan bi kurdan bide kuştin û wan bi hev bide şikandin. Tirkiye, PDK’ê weke amûrekî bi kar tîne. Zarokekî 7 salî jî dizane ku PDK bi tevahî di bandora Tirkiyeyê de ye. Lê ev talûkeyeke mezin e. Divê gelê kurd bizane ku ev hevkarî ne li gorî berjewendiyên wan e.”

Karamus, daxuyand ku Tirkiyeyê operasyoneke berfireh daye destpêkirin û wiha got: “PDK û Tirkiye dixwazin ku gerîla û gelê kurd ji hêzê bixe. Li gorî plana wan, ewil dê gerîla tesfiye bikin, piştre dê bi tesfiyekirina YBŞ û YJŞ’ê re Şengalê têxin bin kontrola hikûmeta Iraqê. Îxtîmaleke mezine ku YNK jî were tesfiyekirin. Metirsiyeke wiha mezin heye. Di halê hazir de geşedanên li Başûr vê rastiyê nîşanî me dide. Hinek aliyên sunî dixwazin bandora wan a li Iraqê zêde bibe û xwe li cihên cuda bicihkirin. Dixwazin bi vê planê re Başûr, Kerkûk, Mûsil û heke bikarin Silêmaniyeyê jî dagir bikin. Operasyoneke metirsîdar e. PDK’ê dijminatiya xwe bi vekirî ragihand. Gelê kurd, destkeftî, nasname û berjewendiyên gelê kurd ne bi xema PDK’ê ne. Tekane derde wan serweta mala Barzanî ye. Ji bo vê jî bi dewleta tirk re hevkariyek çêkirine. PDK dixwaze Başûr bike vîlayetekî Tirkiyeyê.”

Têkildarî helwesta NATO’yê jî Karamus ev nirxandin kir: “Ev operasyon bi erêkirina NATO’yê dest pê kir. Piştgiriyê dide. Ji ber şerê Ukrayna-Rûsyayê firsendek ji Tirkiyeyê re çêbû û NATO jî li gorî demên berê alîkariyeke mezintir dide. Armanca van hêzan tevan jî tesfiyekirina têkoşîna gelê kurd e. Xuyaye ku hin welatên ewropî jî piştgiriyê didin vê operasyonê. NATO naxwaze Tirkiyeyê ji xwe dûr bixîne.”

‘Hewceye ku li hemberî vê hevkariyê bertek hebin’

Hevserokê KNK’ê Ahmet Karamus da zanîn ku heke operasyona Tirkiyeyê bi ser keve dê herêm ji kurdistanîbûnê derbikeve û wiha dirêjî da axatftina xwe: “Ji bo ku Kurdistan neye dagirkirin çi ji destê me were em ê bikin. Banga me ji bo gelê kurd ew e ku hem berteka xwe nîşanî hêzên dagirker, hem PDK’ê û hem jî hikûmeta Iraqê bidin. Divê her kurdek li dijî vê derkeve. Em hewl didin bi hêzên kurd re hevdîtinan bikin da ku bikarin destkeftiyên kurdan biparêzin. Divê em hevkariya PDK’ê ya bi Tirkiyeyê re bi vekirî protesto bikin. Di vê êrîşê de tiştekî bi xêra kurdan nîne. Dewleta tirk di dîrokê de tu carî nebûye dilxwazê parastina gelê kurd. Wan her tim kuştin û komkujî hêjayî me dîtine û statûya kurdan bi tu awayî qebûl nakin. Jixwe dibêjin cihekî bi navê Kurdistanê tune ye. Dema wisa dibêjin, ev tê wê wateyê ku ji bo PDK’ê jî heman tiştî dibêje. Lê bo PDK’ê ya girîng, berjewendiyên malbata wan in. Divê tu kurdek vê hevkariyê qebûl neke. Weke KNK’ê em dîsa bang li PDK’ê dikin ku dev ji vê hevkariyê berde û li dijî van operasyonan jî mil bide milê gelê kurd.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar