Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...
Pazartesi - 8 Temmuz 2024

Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Hevserokê KODAR’ê: Hilbijartin wê bandorê li Kurdistan û cihanê bike

Bêrîtan bal kişand ser avakirina KODAR’ê û girîngiya hilbijartinên Bakûr û got: “Di sed saliya Peymana Lozanê de têkbirina faşîzmê, wê rê li ber ronesansa gelan a Rojhilata Navîn û gelên azadîxwaz, gelên hejar veke. Her wiha em vê salê bikin sala azadiya Rêber Apo.”

Hevserokê Civaka Demokratîk û Azad a Rojhilatê Kurdistanê (KODAR) Fûat Bêrîtan di salvegera avakirina KODAR’ê de qala damezirandin û rola KODAR’ê ya ji bo civakê û dîsa bandor û serkeftina Partiya Çepên Kesk a li Tirkiye û Kurdistanê kir.

‘KODAR modelek ava kir ku civak xwe tê de bibîne’

Hevserokê Civaka Demokratîk û Azad a Rojhelatê Kurdistan KODAR’ê Fûat Bêrîtan bal kişand rola KODAR’ê ya di nava civakê de û got: “Me xwest rêxistinê pêş bixin di çarçoveya sîstemeke demokratîk û konfederalîst de xwe ji nû ve rêxistin bikin. Ev rêxistin bikare hemû beşên civakê li xwe bigire, xwe tê de bibîne. Bê ferq û cihêxwazî hemû partî, rêxistin û sazî, fikir û îdeolojî xwe tê de bibîne û têkoşînê bike. Ji bo wê yekê jî model û partiya herî guncav KODAR bû. Ji bo wê KODAR weke modeleke biçûk a rêxistinkirina xwe, xwe ava kir û kar kir.”

‘Dengê Elemhûlî yê ji zîndanê bilind bû ‘Jin, jiyan, azadî’ gihaşt bi milyonan kesî’

Bêrîtan anî ziman ku îro li kolanên rojhilatê Kurdistan û Îranê dirûşma ‘Jin, Jiyan, Azadî’ bilind dibe heta li hemû cihanê gihiştiye bi milyonan kesî û got: “Hevrêya me şehîd Şîrîn Elemhûlî sala 2009’an li ser dîwarê zîndanê nivîsîbû ‘Jin, Jiyan, Azadî’ bû sembola têkoşîn û berxwedana felsefeya ku îro bi milyonan kes bi hev re diqîrin. Ji bo wê di serî de di kesayeta Elemhûlî de şehîdên 9’ê gulanê û hemû şehîdan bi bîr tînim û bejna xwe li ber wan ditewînim.”

‘KODAR ji bo çareseriyeke demokratîk li rojhilatê Kurdistan û Îranê hate avakirin’

Hevserokê KODAR’ê Fûat Bêrîtan destnîşan kir ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dema dest bi pêvajoya nû ya çareseriyê kiribû li bakûrê Kurdistanê gotibû ku; ‘divê li rojhilatê Kurdistanê di çarçoveya sîstema demokratîk de girîngî bê dayîna kar û xebatên bê kirin,’ bi heman rengî pêşniyaz kiribû ku sîstema demokratîk bi çend xalan destnîşan kiribû ji bo çareseriyek demokratîk ji bo çareseriyê li rojhilatê Kurdistan û Îranê bê danîn û wiha qala avakirina KODAR’ê kir: “Li ser vê ramanê û bîranîna şehîd Bahoz sala 2014’an sîstema Civaka Demokratîk û Azad a Rojhilatê Kurdistanê (KODAR) hate damezirandin. Piştî wê ji bo xebateke nû ya ji bo qonaxeke girîng dest bi kar hate kirin. Li ser wî esasî biryar hate girtin ku meha Gulanê KODAR kongreya xwe ya yekem li dar bixe û îlana xwe ragihîne. Jixwe PJAK bi kar û xebatên pir mezin û berdêlên giran da, ji bo wê PJAK bû pêşengê xebata damezirandina KODAR’ê li rojhilatê Kurdistan û Îranê. Yanî PJAK di çarçoveya siyaseta demokratîk de pêşengtî kir, KODAR jî bibe hêza rêxistinkirina gel. Ji bo vê KODAR’ê li ser vî esasî dest bi têkoşînê li rojhilatê Kurdistanê kir.

‘Li ser pêwîstiyan KODAR hat avakirin’

Xebatên azadîxwaziyê yên gelê me li rojhilatê Kurdistanê gelek qonax derbas kirin, gelek pêşeng û rêxistinên cûda ji bo rêxistinkirina gel dest bi kar kirin. Ji bo wê pêwîst bû ku em di vê qonaxê de ne bi şêwazê berê yê kilasîk tenê di çarçoveya rêxistinekê de siyasetê bikin. Pêwîstî bi modeleke nû hebû ku civakê rêxistin bike.

Ew qadên ku dewlet tê de ne, hemû derfet û qad li gel teng kirine, ji bo civak hest bi xwe û vîna xwe neke, di çarçoveya îradeyeke azad de têkoşîn neke, dest danîbû ser hemû tevgerên civakê. Ji bo wê yekê hemû xebata me ew bû ku dewlet neçar bikin ku di çaroveya siyaseta demokratîk de, gav bide avêtin, yan jî pêşiya gel nebin asteng. Ji bo wê di vê rewşê de pêwîstî bi rêxistinkirina gel hebû. Li ser vî esasî hevalan perwerde dîtin û xwe rêxistin kirin li ser vê fikir û felsefeyê û wisa ketin nava kar û xebatan.”

‘Têkoşîna gelan wê bike ku hilbijartin bandorê li cihanê bike’

Hevserokê KODAR’ê bal kişand ser hilbijartina 14’ê Gulanê ya li Tirkiye pêk bê û got: “Ev hilbijartin dikare çarenûsa gelê kurd diyar bike. Eger ku encameke baş ji vê hilbijartinê bê girtin, wê bandorê li beşên din ên Kurdistanê jî bike. Faşîzm û dagirkeriya li Tirkiye û desthilata dîktator bandorê li rewşa berxwedana rojavayê Kurdistanê jî dike. Bandora hilbijartina li bakûrê Kurdistanê dike, wê li ser statuya rojavayê Kurdistanê bi pêşengtiya Rêveberiya Xweser li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêş ketibûn, biparêze û heta dikare bandorek mezin li cihanê bike.

Her wiha serkeftina li bakûrê Kurdistanê wê bandorê li rojhilatê Kurdistanê bike, heman demê bandorê li ser hemû civak, sazî û partiyên siyasî û civaka rojhilatê Kurdistan û Îranê bi kurd, ereb, azerî, belûcî, laz, çerkez li dijî faşîzmê têkoşînê dikin.

‘Dewlet çavkaniya pirsgirêkane’

Dewlet çareseriyê nayne, belkû bi xwe çavkaniya pirsgirêkên li nava civakê ne. Dewletê hemû qadên berxwedanê li gel teng kiriye, her cûre zilm û zordariyê dike. Dewleta tirk a qirker xwedî heman hişmendiyê ye, her wiha li rojhilatê Kurdistan û Îranê jî xwedî heman hişmendiyê ye.

‘Vê salê bikin sala azadiya Rêber Apo û gelan’

Ji bo wê ye ku divê gelê me vê yekê baş bizane, pêşengtiyê ji bo siberoja xwe bike, modela siyaseta xwe pêş bixe û rol bilîze. Dema wê hatiye ku siyasetê bikin, siyaset ew qad in ku ji bo parastina hebûn, nasname, keramet û çanda xwe biparêzin û têkoşînê bikin. Di sala 2023’yan de ku sala dawîhatina Lozanê ye ku li gorî vê erk û berpirsyariyê bikevin tevgerê, wê demê em dikarin vê salê bikin sala ronesansê ji bo gelên Rojhilata Navîn, gelên azadîxwaz, gelên hejar. Bikin sala azadiya Rêber Apo.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar