Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Hevserokê KODAR’ê: Tirkiye û Îran bi agir dilizîn

Hevserokê KODAR’ê Fuad Bêrîtan têkildarî planên qirkirin û dagirkirina Kurdiatanê de got ku Tirkiye bi awayekî metirsîdar bi agir dilîze û wiha domand: “Hêzên gerîla bi îradeyeke israrker ew hêviya sexte ji nav bir.  Dawiya israra wan her çar welatên ku li Kurdistanê serdestiyê dikin ji bo jinavbirina gelê kurd, bêencambûn e. Hem siyaseta kurd hem jî hêza parastina rewa ya gelê kurd li Rojhilata Navîn gihîştiye qonaxeke çarenûssaz.”

Hevserokê KODAR’ê Fuad Bêrîtan der barê pêngava “Ji Abdullah Ocalan re Azadî, Ji Pirsgirêka Kurd re Çareseriya Siyasî”, guherîn û rewşa vê dawiyê ya Rojhilata Navîn û behsa asta niha ya têkoşîna gelên Îranê ya di bin dirûşma “Jin, Jiyan, Azadî”yê de ji ANF’ê re axivî û. Fuad Bêrîtan li ser pêngava ku li ser asta cîhanê bi daxwaza azadî ji bo Rêber Apo û çareserî ji bo pirsgirêka kurd bi rêya siyaset û demokrasiyê dest pê kiriye de ev tişt anî ziman: “Li Îran û rojhilatê Kurdistanê jî gelek akademîsyen, rewşenbîr, jin û çalakvan hene ku azadîxwaz in û û giraniya xwe di rêya aştî û azadiyê de bi kar tînin. Em di wê baweriyê de ne ku ew jî dikarin bi awayekî berbelav tev li azadîxwazên cîhanê bibin ji bo vê kampanyayê. Rêber Apo afirînerê dirûşm û felsefeya jin, jiyan, azadiyê ye ku îro hemû Îran li xwe girtiye. Nexwe eger rêzgirtin li azadî û jiyanê hebe, divê mirov beşdarî vê kampanyayê bibe. Civakên rojhilatê Kurdistanê û Îranê civakên rewşenbîr û pêşeng in li rojhilata Navîn. Pêwîst e ji vê kampanyayê nemînin. Piştgirî û parastina li Rêber Apo piştgirî ye li gelê Kurd û piştgiriya li gelê Kurd jî piştgirî ye li proseya azadiya gelên Îranê. Ev kampanya heta ku azadiya Rêber Apo ya cesteyî pêk tê, divê berdewam bike. 25 sal e tecrîdeke tund û dirindane li ser Rêber Apo heye û sîstema navneteweyî jî çavdêriya wê dike. Ev sîstem tenê bi têkoşîna gelên Rojhilata Navîn û bi piştgiriya li gelê Kurd dikare bê şikandin. Lewma divê jin, ciwan, rewşenbîr, karker, karmend, çalakvanên jîngehê, akademîsyen, çepgir û hêzên demokratîk ên Îranê piştgiriya vê kampanyayê bikin. Baweriya me bi vê piştgirî û çalakiyê heye.”

Fikir û felsefeya Jin Jiyan Azadî dest pê kiriye

Fuad Bêrîtan diyar kir ku niha di qonaxeke wisa de ne ku pêla serhildana tevgera şoreşger a jin, jiyan, azadiyê ji hêla ciwan, karker, malnişîn û girtiyên siyasî ve tê berdewamkirin û wiha got: “Dibe ku rejîm bikare serhildana kolanan ji bo demeke kurt bêdeng bike û tundûtîjiyê bi kar bîne. Lê belê aliyên wê yên sivîl tu carî nayên serkutkirin. Gel daket kolanan û li ser guherînên bingenîn li Îranê fikirî. Gel her dem di fikir û tevgerên xwe de li ser aliyên cuda yên tevgera jin, jiyan, azadiyê difikire. Xweşbextane ev tevger ji hêla civakî ve berdewam e. Girseyên cuda cuda yên gel rojane bi fikira jin, jiyan, azadiyê dijîn û şahidê guherîn û werçerxana fikirî û çandî ne li seranserê Îranê. Ev proseyeke şoreşgerane ye ku salek e di bin fikir û felsefeyan jin, jiyan, azadiyê de dest pê kiriye û venagere. Şoreşa jin, jiyan, azadiyê nîşan da ku gel her dema ku bixwazin, dikarin rewabûna rejîmê rakin, hêza leşkerî jî tê de. Sîstema Îranê ya îro ji jor ber bi jêr di yek sala borî de saziyên xwe di ber çavan re derbas kirine û ji nû ve li gorî rejîmeke dîktator saz kirine. Civak divê hay ji vî aliyê metirsîdar ê rejîmê hebe. Opozîsyon divê pir bi kûrî hişyar be û aliyên demokratîk jî rojane bernameyên guncaw ji bo guherînên Îranê li dar bixin. Em wek KODAR’ê ji ber ku em sîstemeke civakê ne ji bo birêvebirineke demokratîk, em pir baldarî li ser vî aliyê disekinin.”

Gelê kurd li Rojhilata Navîn gihîştiye qonaxeke çarenûssaz

Gerîla bi berxwedana xwe bi Fuad Bêrîtan bi bîr xist ku pirsgirêka Kurd her çar welatên Îran, Îraq, Tirkiye û Sûriye xistine nav şer û wiha domand: “Pêşketina teknolojiyê, guherîna çawaniya destwerdana hegemonyaya cîhanê û pevketina siyaseta cemserên cîhanî ji hêla aborî, siyasî, leşkerî ve awayê şer trajîktir û metirsîdartir kiriye. Ji vê yekê jî girîngtir şerên qut qut ên li Xeza, Kurdistan û Ûkraynayê bi awayekî nerasterast û di hin rewşan de bi awayekî rasterast pratîk û siyaseta hêzên mezin bi hev ve girê dane. Ev mijar gelek girîng e û çênabe bê paşguhkirin. Di deh salên borî de her kesî bi çavên xwe dît ku hêviya ji hêzên wek Tirkiye û Îranê ku bi rêya teknolojîya pêşketî ya leşkerî dikarin dawî bi tevgera azadîxwaz a gelê kurd bînin, pûç derket. Hêzên gerîla bi îradeyeke israrker ew hêviya sexte ji nav bir.  Dawiya israra wan her çar welatên ku li Kurdistanê serdestiyê dikin ji bo jinavbirina gelê kurd, bêencambûn e. Hem siyaseta kurd hem jî hêza parastina rewa ya gelê kurd li Rojhilata Navîn gihîştiye qonaxeke çarenûssaz. Ji ber wê çarenûssazî û bihêzbûnê, dijmin pişta xwe bi rêyên ablûqe, şer û guherîna demografyayê li hin herêmên Kurdistanê girê dide. Tirkiye bi awayekî metirsîdar bi agir dilîze û Îran jî bi geşbînî li serkutkirina navxweyî û tundtirkirina mîlîtarîznê dinêre. Her çend gelê kurd ji hêla dewlet û hêzan ve rû bi rûyî metirsiyeke bêhempa bûye jî, lê belê şansa wê yekê heye ku bi yekîtî û yekrêzî û têkoşînê sûdê ji rewşa niha ya Rojhilata Navîn wergire.”

 

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar