Kurd, kurdî û Kurdistan

Li Tirkiyeyê êrîşên li ser zimanê kurdî hene. Dewleta tirk bi awayekî aşkere dijminatiyê li zimanê kurdî dike û xwe lê ranagire. Ji ber...

Ku tu kurd bî bi kurdî biaxive

Ziman mafê herî rewa, xwezayî û mirovî yê hemû mirovan e. Her netew û millet bi zimanê xwe heye. Bi zimanê xwe dikare bijî....

Kurd, kurdî û Kurdistan

Li Tirkiyeyê êrîşên li ser zimanê kurdî hene. Dewleta tirk bi awayekî aşkere dijminatiyê li zimanê kurdî dike û xwe lê ranagire. Ji ber...

Ku tu kurd bî bi kurdî biaxive

Ziman mafê herî rewa, xwezayî û mirovî yê hemû mirovan e. Her netew û millet bi zimanê xwe heye. Bi zimanê xwe dikare bijî....
Pazar - 29 Eylül 2024

Kurd, kurdî û Kurdistan

Li Tirkiyeyê êrîşên li ser zimanê kurdî hene. Dewleta tirk bi awayekî aşkere dijminatiyê li zimanê kurdî dike û xwe lê ranagire. Ji ber...

Ku tu kurd bî bi kurdî biaxive

Ziman mafê herî rewa, xwezayî û mirovî yê hemû mirovan e. Her netew û millet bi zimanê xwe heye. Bi zimanê xwe dikare bijî....

Hevserokê TEV-DEM’ê: Erdogan li dijî gelê kurd biryara komkujiyê daye

Hevserokê TEV-DEM’ê Xerîb Hiso da zanîn ku dewleta tirk û Erdogan li dijî gelê kurd û gelên herêmê biryara şer û komkujiyan daye. Hiso diyar kir ku êrîşa li dijî bakur û rojhilatê Sûriyeyê planeke hevpar a Rûsya, Îran, Sûriye û dewleta tirk e. Hiso got ku dem dema pêşîlêgirtina faşîzmê ye û bang li raya giştî ya kurd kir ku li dijî êrîşan bibin yek

Hevserokê Tevgera Civaka Demokratîk a Rojava (TEV-DEM) Xerîb Hiso têkildarî êrîşên dewleta tirk ên li ser bakur û rojhilatê Kurdistanê ji Ajansa Nûçeyan a Firatê (ANF) bi Ersîn Çaksû re axivî. Hiso diyar kir ku aşkeraye ku Erdogan û dewleta tirk biryara şer daye.

Xerîb Hiso gefên dagirkeriyê weke ‘Plana Tirkiye, Sûriye, Rûsya û Îranê’ pênase kir û di serî de gelê kurd bang li gelên herêmê kir ku bi ‘yekdengî’ li ber xwe bidin. Hiso destnîşan kir ku li gorî qanûnên navneteweyî Erdogan sûc dike û wiha dom kir: “Ji bo komkujiyê bang dike. Em ê li dijî vê yekê heta dawiyê li ber xwe bidin. Ev gef û mejiyê dagirkeriyê yê Erdogan ji Osmaniyan tê. Dixwaze vê yekê niha jî bidomîne. Ji ber ku heta niha her tişta kirin jê re ma, niha jî bi hêsanî gefên xwe didomînin. Ji ber ku hesab jê nehate pirsîn cesaretê dibîne ku komkujiyên nû bike.”

‘Talan, teror û çetekariya Erdogan teşhîr bû’

Di berdewamiyê de jî Hiso anî ziman ku hêzên navneteweyî, her wiha rejîma Sûriyeyê jî pêwîstî pê nedîtin ku qanûnên navneteweyî bînin bîra dewleta tirk û wiha pê de çû: “Sedema zêdegaviyên wê ev e. Erdogan li dijî gelê kurd, gelên bakur û rojhilatê Sûriyeyê biryara komkujiyê daye. Divê gelên Tirkiyeyê bizanin ku Erdogan ji bo krîza li welatê xwe, ji bo krîza li nava partiya xwe ji holê rake hewl dide şer bide destpêkirin. Lê belê çareseriya krîzên Tirkiyeyê li Tirkiyeyê ye, ne li Sûriyeyê ye. Di şerê Sûriyeyê de Erdogan tevî hemû hewldanên xwe yên bi rêya çeteyan kir têk çû. Talan, teror û çetekariya wî li tevahiya dinyayê teşhîr bû. Niha jî dixwaze bi rêya talan, çetekarî, teror û dagirkeriyê encamekê werbigire. Dema ku em dibêjin sûc dikin, mebesta me ev yek e. Li pêşiya tevahiya dinyayê gefan dixwe, planên dagirkerî û komkujiyê nîşan dide. Tevî ku her kes metirsiyê dibîne jî kes tiştekî li dijî vê yekê nake.”

‘Planeke hevpar a Sûriye û Tirkiyeyê ye’

Xerîb Hiso got ku gelên herêmê li dijî dagirkeriyê li ser pêyane û wiha derbirî: “Bi çalakiyên xwe, bi siyaseta xwe û bi parastina xwe li dijî vê yekê li ser pêyan e. Lê belê civata navneteweyî bêdeng e. Divê her kes bizane ku em ê bi yekdengî gelên xwe biparêzin. Erdogan gefên dagirkeriyê bi tena serê xwe nake. Bi piştgiriya Rûsya û Îranê, di çarçoveya planeke hevpar de ku rejîma Sûriyeyê jî di nav de ye gefan dixwe. Di demekê ku Erdogan gefan dixwe de rejîma Sûriyeyê jî HSD’ê dike hedef. Ev jî nîşaneya plana hevpar e. Li pişt wan jî Îran û Rûsya hene. Vê planê bi rengekî hevpar pêk tînin.”

‘Êrîşeke gengaz dê dawiya rejîmê jî bîne’

Hiso bi lêv kir ku plana heyî ji bo rejîma Sûriyeyê gelekî metirsîdare û ev nirxandin kir: “Ev hêzên qala wan tê kirin dibe ku li ser tunebûna me hin hesab kiribin. Lê belê wê di nava xwe de jî şer bikin û temenê rejîmê jî kurt dikin. Sûriye dikeve nava pêvajoyeke biryardanê. Ji ber ku her kes dizane rejîma Sûriyeyê ji koalîsyoneke sêalî pêk tê. Yek ji van şîa, beşek jê sûnî û ya din jî yên berê xwe li Ewropayê ne. Bi êrîşeke gengaz re rejîm dê ji bo tunebûna xwe jî gavê biavêje. Ji ber ku ev gav tenê li dijî me nîne.”

Bang li gelê kurd û raya giştî kir

Herî dawî jî hevserokê TEV-DEM’ê wiha bang li gelê kurd û gelên herêmê kir: “Em bang li raya giştî ya kurd dikin ku li dijî gefên tên xwarin bihestyar bin. Erdogan û tifaqa wî ya faşîst dibêje li ku deverê kurdek hebe dê bixin binê axê. Ger em nebin yek, ger em xwedî li hev dernekevin dê dor were herkesî. Ger em bi yekdengî xwedî li hev dernekevin dê raya giştî ya navneteweyî jî bêdeng bimîne. Banga me li hemû partiyên kurdistanî ew e ku bêdeng nemînin û dengê xwe bilind bikin. Herêm bi faşîzmeke mezin re rû bi rû ye. Em bang li raya giştî ya navneteweyî, Neteweyên Yekbûyî, Yekitiya Ewropayê, Yekitiya Ereban û welatên ereb dikin ku divê bibînin ev metirsî li dijî her kesî metirsiyeke mezin e. Dem dema rawestandina faşîzmê ye.” SERÊKANIYÊ

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar