Hevserokê YNK’ê piştî hevdîtina roja Sêşemê ya bi Sefîrê Bilind ê Dewletên Yekbûyî yên amerîkayê (DYa) Matthew Tueller û Sefîrê Bilind ê Herêma Federal a Kurdistanê Rob Waller, ev daxuyanî da.
Cengî li ser hesabê xwe yê medyaya dîjîtal peyamek parve kir û bal kişand ser êrîşên dagirkeriyê yên dewleta tirk û wiha got: “Di hevdîtinê de me careke din destnîşan kir ku em ê tev li şerê birakujiyê nebin. Krîz divê bi diyalogê bê çareserkirin.”
Heyeta DYE’yê beriya serdana YNK’ê bi Serokê Giştî yê PDK’ê Mesûd Barzanî û Serokwezîrê Herêma Federal a Kurdistanê Mesrûr Barzanî re rûniştibû. SILÊMANÎ