Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Pazartesi - 8 Temmuz 2024

Hevserokên DBP’ê serdana rojnamevanên ji hepsê hatin berdan kirin

Hevserokên Giştî yên DBP’ê Salîha Aydenîz û Keskîn Bayindir bi minasebeta Roja Tekoşîna ji bo Azadiya Çapemeniyê serdana rojnamevanên nû hatine berdan kirin. 

Hevserokên Giştî yên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Salîha Aydenîz (Parlamentera Mêrdînê) û Keskîn Bayindir (Parlamenterê Êlihê) û şandeya li gel wan, bi minasebeta 24’ê Tîrmehê Roja Têkoşîna ji bo Azadiya Çapemeniyê, serdana rojnamevanên kurd ên di 12’ê tîrmehê de hatin berdan kirin. Serdan li Komeleya Rojnamevanan a Dîcle Firatê (DFG) pêk hat. Di serdanê de Hevserokê DFG Serdar Altan û endamên komeleyê pêşwazî li şandeya DBP’ê kiri.

Aydenîz di serdanê de axivî û êrişên li dijî çapemeniya azad şermezar kir. Aydenîz diyar kir ku ew ji ber berdana rojnamevanan kêfxweş in û bi bîr xist ku ew di salvegera Peymana Lozanê de ne. Aydenîz anî ziman ku Peymana Lozanê ji bo saziyên kurdan nayê wateya “aştiyê” tê wateya “şer” û got: “Tevî ewqas êriş û zextan li ser çapemeniyê, peywira xwe ya ji bo ragihandina heqîqetê, rastiyê ji gel û civakê re bi cih tînin. Sedema binçavkirin û girtinên salên dawî ew e ku kes rastiyê hîn nebe. Lewma ev helwesta çapemeniya kurd girîng e.”
‘Em ne sûcdar, lê dawakar in’ 
Hevserokê DFG’ê Altan jî bi bîr xist ku îro salvegera Peymana Lozanê ye û Qanûna Sansurê ye. Altan anî ziman ku berdana wan moral û motîvasyon da civakê û wiha got: “Di dema girtina 13 mehan de xwedî derketina me rojnamevanan baş bû. Em bi vê xwedîderketinê serbilind in û hêz da me. Tevî ku xwestin me bêdeng bikin jî, dîtin ku kevneşopiya berxwedanê ya çapemeniya azad û rojnamevanên kurd berdewam dike. Em ne sûcdar lê dawakar in. Yekî ku hesab bixwaze hebe jî ew jî em in. Ev helwest girîng bû. Em ê ji cihê mayî xebata xwe berdewam bikin. Ji bo serdana we spas.”
- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar