Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Hevserokên HDP û KCD’ê bi Mesûd Barzanî re civiyan

Heyeta HDP û KCD’ê ku derbasî Hewlêrê bibûb, bi Serokê Giştî yê PDK’ê Mesûd Barzanî re civiya

Şandeya ji hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Sezaî Temellî, hevserokê giştî yê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Berdan Ozturk, wekîla Serokê Koma HDP’ê ya Parlamentoyê Fatma Kurtulan û alîkarê Hevserokên Giştî yên HDP’ê Nazmî Gur pêk tê, piştî pêşwazîkirina li Balefirgeha Hewlêrê, derbasî bajaroka Mesîfê bû.

Şandeya ku parlamentera HDP’ê ya Êlihê (Batman) Feleknas Uca ku ev çend roje li başûrê Kurdistanê ye û hevserokên Nûnertiya HDP’ê ya Herêma Kurdistanê Muzeyen Guneş û Abid Îke jî tev li bûn, li vir derbasî ofîsa Mesûd Barzanî bûn.

Şande ji hêla Barzanî ve hate pêşwazîkirin

Endamên şandeyê li ber avahiyê ji aliyê serokê giştî yê PDK’ê Mesûd Barzanî, berpirsê Mekteba Siyasî ya PDK’ê Fazil Mîranî, berpirsê Îdareya Pêwendiyên Derve ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê Sefîn Dizeyî, berpirsê Komîteya Pêwendiyan a PDK’ê Elî Hisên û endamên rêveberiya PDK’ê vehatin hatin pêşwazîkirin.

‘Em ji bo mijarên girîng li vir in’

Piştrî pêşwazîkirinê endamên şandeyê û Barzanî derbasî Ofîsê bûn. Li vir Sezaî Temellî axaftineke kurt kir û wiha got: “Me xwest bi taybetî we ziyaret bikin. Em dixwazin vê ziyareta xwe ya 4 rojan baş derbas bikin. Em di wê baweriyê de ne ku dê gelekî baş derbas bibe. Em gelekî keyfxweş û şanazin ku livir in. Ji ber sedemeke girîng îro em li virin û hatine ziyareta we. Hevseroka me ya giştî Pervîn Buldan jî dixwest li vir be. Lê ji ber ku emeliyateke girîng derbas kiriye, nekarî were. Gelek silavên wê ji were hene.”

Mesûd Barzanî jî bixêrhatina şandeyê kir û diyar kir ku ew bi hatina şandeyê keyfxweş bûne.

Piştrî axaftinên xêrhatinê, endamên çapemeniyê ji hundir hatin derxistin. Hevdîtin berdewam dike. HEWLÊR

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar